spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 10 salan de li Dîlokê 427 karker bûn qurban

Li gorî rapora ÎSÎG’ê di 10 salên dawî de tenê li Dîlokê herî kêm 427 karker bûn qurbana kar

Her roj karker di qezayên kar de dimirin. Lê kes mirina wan nabihîze. Tenê mehê carekê ÎSÎG raporê aşkere dike û kuştina karkeran tê dîtin. Li gorî rapora ÎSÎG’ê di 10 salên dawî de tenê li Dîlokê herî kêm 427 karker bûn qurbana kar

Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Karkeran û Kar (ÎSÎG) têkildarî cînayetên kar ên di 10 salên dawî de li Dîlokê qewimîne eşkere kir. Rapor bi navê “Cînayetên kar ên li Dîlokê hat weşandin. Di raporêde hat destnîşankirin ku karker bi her cure zext û mobbîngan re rû bi rû mane.

Li gorî raporê di sala 2013’an de li Dîlokê 29 karker, di 2014’an de 29 karker, di 2015’an de 33 karker, di 2016’an de 34 karker, di 2017’an de 34 karker, di 2018’an de 50 karker, di 2019’an de 49 karker, di 2020’an de 58 karker, di sala 2021’an de 55 karker, di sala 2022’yan 41 karker û di 7 mehên ewil ên sala 2023’yan de 15 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran 20 karker jin bûne. Di raporê de hat gotin ku herî zêde karker di karên înşeatê û rê de jiyana xwe dest dane.