26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya dij-mêtinger bi endamên neteweyên serdest re

Di nîqaşên der barê têkiliyên HDP’ê yên bi rêxistinên çepgir an jî bi partî, rêxistin û kesayetên tirk re (bi peyva ‘tirk’ kes û rêxistinên ku xwe weke tirk pênase dikin, qesd dikim. Lê tê zanîn, bi giranî partiyên di tifaqa wan de cihê xwe digirin, xwerû tirk jî nikarin bên hesibandin) pirî caran dibe mijara nîqaşan. Ez ê nîqaşên di nava serdestan de li hêlekê bihêlim; di vê nivîsê de dixwazim li ser prensîb û awayên têkiliya bi kes û rêxistinên ji neteweyên serdest û mêtinger bisekinim.

Her çiqas têkiliyên rêxistinên çepgir û sosyalîst bi giştî di çarçoveya ‘enternasyonalîzmê’ de bên nirxandin û piştgirî û her wiha hevkarî di bin sîwana ‘têkoşîna hevpar’ de bê tomarkirin jî, çi sosyalîst û çi komunîst, hemû bîrdozî ji têkiliyên hevbirî (intersectional) ne azade ne. Wekî mînak mirovekî ku dibêje ‘ez sosyalîst im’ divê tev li rastiya xwe ya neteweyî, civakî, dîrokî, çînî, zayendî û hwd. bê pêşçavgirtin û tev li van hemû xalan bi giştî bê pênasekirin. Heman tişt ji bo kesekî/ê ku dibêje ‘ez kurd im’ jî derbasdar e.
Di mijara têkiliyên bi kes û rêxistinên serdest re ji bilî van xalên tevlihev ‘barê berpirsiyariya dîrokî ya netew-dewleta xwe hilgirtin’ jî heye. Di nîqaşên avakirina têkiliyên di mesafeya çavan de yek ji rexneyên mirovên rengîn (people of color) ew e ku dibêjin divê kesên ji netew an jî komên serdest di ferqa vê de bin. Ango bizanibin ku ew xwedî pozîsyoneke berjewend in. Ev berjewendî bi taybetî di hêla normên rojavayî de xwe dide der: ‘spî, mêr, çîna navîn, xwende’. Ev berjewendî di têkiliyên mêtingeriyê de bi giştî dibe taybetiyên mêtinger û serdestan.

Tê zanîn di mobîlîzebûna polîtîk a rêxistin, kom û kesan de ji rewşa xwe û qedera xwe nerazîbûn bandoreke girîng dilîze. Girseyên rêxistinan bi giranî ji kesên ku bi neheqî û tundiyê re yekser rûbirû mane, pêk tên. Lê di heman demê de di her rêxistin, partî û komên ku em bêjin di serî de berjewendiyên bindestan diparêzin de endamên ji neteweyên serdest jî cihê xwe heta niha girtine û herhal ew ê ji niha şûnde jî bigirin. Taybetî Şoreşa Rojava di vê hêlê de mînaka herî berbiçav e ku bi sedan enternasyonalîst tev li têkoşînê bûn û jiyana xwe di vê rêyê de wenda kirin. (Belkî sedema hêviya me ya neçar a bi baweriya xwişk û biratiyê jî ji bo xatirê bîranînên wan be) Sedemên ku van kesan ber bi hevkariya bi bindestan ve diherikînin, cuda cuda ne. Yek sedem ew e ku ev kes ji şerm û hesta sûcdariya netew-dewletên xwe yan jî bi gotineke din ji şerma dîroka xwe ya mêtinger helwesteke xwerexneyî nîşan didin. Bi xwe tev li sûcên mirovahiyê nebûbin jî, bi hesta berpirsiyariya encamên sûcê nêzîkî xwe û bindestan dibin. Max Mannheimer, mirovekî cihû ku ji jenosîdê sax filitîbû, ji nifşa almanan a piştî şerê duyemîn a cîhanê re dibêje “hûn ji bo tiştên ku bi serê me de hatin, ne sûcdar in. Lê hûn berpirsiyar in ku tiştekî bi vî awayî careke din neqewime.”

Yek sedem jî bîrdozî ye. Bîrdoziya sosyalîzmê wekî mînak dikare bê dîtin. Lê wekî min li jorê jî got, sosyalîstbûyîn nayê wê wateyê ku mirov van kesan ji paşeroja wan a serdest, ew bi xwe ne berpirsiyarê sûcên netew-dewleta xwe bin jî, ji berjewendiyên wan ên bêdil an jî bidil dijîn, binirxîne. Ew jî nikarin xwe ji dîroka xwe ya serdest bişon. Ev kes û rêxistin di berpirsiyariya lêborînxwestinê û avakirina têkiliyên wekhev de xwedî peywîrê ne.
Mohanty di konsepta xwe ya “femînîzma transnasyonal” de balê dikişîne ser vê xalê û dibêje ligel hemû nakokiyên bingehîn ên di navbera spî û reşikan de, bindest û serdestan de, yan jî cîhana başûr û bakur de em dikarin hevkariyekê ava bikin. Lê divê ev hevkarî li gorî çarçoveya gelên bindest bê tanzîmkirin. Endamên neteweyên (zayendên, çînên û hwd.) serdest ku xwe ji bo hevkariyê amade nîşan didin, divê li gorî berjewendiyên gelên bindest tevbigerin. Lewma di platformên ku wekheviya bi her awayî esas digirin de, kesên spî û ji neteweyên serdest, destpêkê di pozîsyona guhdarvan de ne; divê ewil fêm bikin, gaveke di paş de bisekinin, qadê bi xwe tijî nekin û ger hewcehî bi wan bê dîtin, wek peywîrdar derkevin pêş û ne bi rola pêşengtiyê lê bi rola hevrêwitiyê rabin.

Dibe ku pêvajoya dekolonyal a kurdan ne di vê astê de be, yan jî rêxistinên kurdan bi têkiliya bi vî awayî ne razî bin; lê tişta esas ew e ku ya asta têkiliyê diyar dike, ne hejmara kes û rêxistinên ku ji bo hevkariyê amade ne, ne jî zêdebûna hejmara yên li dijî vê yekê ne. Ya esas helwesta dij-mêtinger a kurdan e ku hem têkiliya di mesafeya çavan de, hem jî rêzgirtinê gengaz dike.