27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya ziman û ramanê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Dema ku em di bergeha ziman de li têkiliya ziman û ramanê binihêrin, em ê pêşî bibînin ku ziman tenê ne amûreke derbirîna ramanê ye; di heman demê de hêmanek çandî ye ku ramanê bi xwe jî diyar dike.

Mirovê/a ku parçeyekî xwezayê ye, hemû heyin û heyberên xwezayê pêşî bi zimanê xwe yê zikmakî bi nav dike. Alava herî bibandor a ku xwenasin û danasina mirov û têkiliya wî/wê bi hemcureyên wî/wê (mirovên din) re hêsan dike ziman e. Mirov hest, raman û daxwazên xwe, herî baş bi saya ziman derdibîre. Ji ber ku amûra herî bibandor a vegotinê ziman e, tiştê ku hest, boçûn û ramana mirov tekûz û tekmîl dîke jî ziman e.

Li gor daneyên biriknasan/norologan, hêmana laşê mirov a ku di malzaroka dayikê de berî her titşî pêk tê, mejî ye. Mejiyê mirov ji sed mîlyar noronan (şaneyên mejî) pêk hatiye. Zimanê mirov ê sereke ku hê di malzaroka/zikê dayikê de di mejiyê mirov de pêk tê jî zimanê zikmakî ye. Liv û lebatên sehekî yên bingehîn (çav, guh, poz, ziman û çerm) bi saya mejî tên bikaranîn. Sêwirandin û hizirîna mirov a sereke bi zimanê zikmakî dest pê dike. Pêdiviya hişmendiyeke tebût bi zimanekî pêşketî yê zikmakî, dewlemend û tekûz heye.  Ji ber ku guherîna ziman di bîrdozê de û parastina bîrdozê, xwe di ziman de dide der, ne pêkan e ku têkiliya ziman û ramanê, raman û bîrdozê ji hev bê qutkirin.

Derbarê têkiliya ziman û ramanê de bi giştî du nêzîkahîtêdanên bingehîn hene. Yek jê ew e ku ramanê esas digîre û ziman di bin sîwana ramanê de bi cih dike. Ya dîn jî ew e ku ziman wekî bingeh digire û ramanê di bin serweriya ziman de dibîne. Gava em ji aliyê girîngiya ramanê ve li meseleyê binihêrin, em ê bibînin ku nêzîkahîtêdana yekem bi ramanê dest pê dike ku hebûna ziman bi ramanê pêkan dibe. Nêzîkahîtêdana duyem jî ziman esas digire û hebûna ramanê bi ramanê ve girê dide. Gava ku em ji aliyê girîngiya ziman ve li meseleyê binihêrin, hebûna ramanê bi ziman pêkan dibe. Her çendî ku ev herdu nêzîkahîtêdan ji hev cuda bêne dîtin jî, her yek ji wan têkiliya ziman û ramanê diselmînin û girîngiya vê têkiliyê dabîn û piştrast dikin. Ev jî tê wê wateyê ku mirov tu car nikare bêyî ziman, ramana xwe û bêyî ramanê jî zimanê xwe bipaêze û pêş ve bibe.  Her wiha mirov neçar dike ku mirov bêtir li ser vê têkiliyê hûr bibe û serê xwe biêşîne. Lewre ziman û raman wekî herdu rûyên kaxizê bi hev ve girêdayî ne; gava ku yek jê bêwate dibe ya din jî pê re bêwate dibe.

Raman bi saya ziman tê îfadekirin û ziman jî girêdayî ramanê teşe digire û pêşve diçe.  Di axaftin û têkiliya navbera mirovan de tiştê ku peyamên têkildarî ramanê radigîhîne, ziman e.  Bêguman li gel vê yekê, hin mirovên ku diramin belê nikarin biaxivin (lal) û hin mirovên ku diaxivin belê nikarin biramin jî hene. Ev rewşeke awarte ye.  Nîşana ramanê ya bêyî ziman, xwe di bedenê de dide der; ew jî wekî zimanê laşî/zimanê bedenê tê pênasekirin. Tiştê ku zimanê bedenê bi rê ve dibe mejî ye. Belê liv û refleksa zimanê laşî jî wekî nîşana ragihandina ramanê tê pênasekirin. Her çendî ku ziman û raman du tiştên ji hev cuda bin jî, herdu têgih jî dîsa bi saya ziman tên vegotin, watedarkirin, derbirîn û pênasekirin.  Gava ku ziman tune be, ne tu kes dizane kî çi dibêje û ne jî dizane kî çi dirame/difikire.

Tiştê ku di ramanê de bandora xwe ya rastîn baş nîşan dide, ziman e.

Dema ku em di bergeha ziman de li têkiliya ziman û ramanê binihêrin, em ê pêşî bibînin ku ziman tenê ne amûreke derbirîna ramanê ye; heman demê hêmanek çandî ye ku ramanê bi xwe jî diyar dike.

Li gor rêgez û qaîdeyên semantîkiyê/watenasiyê hest, raman, liv, viyan û şiyana her mirovî/ê ya zihnî û zanînî li gor bêje û têgihên zimanê wî/wê yê zikmakî tên pênasekirin.  Ji bo wê, mirov dikare bibêje ku sînorê zimanê mirov, sînorê ramana mirov e û sînorê ramana mirov jî sînorê şiyan û jiyana mirov e.

Zimanê ku di malzaroka dayikê de bi mejî re dişêwe, çawa ku di pêşketin û veguherandina ramanê de alava herî bibandor e, di têkiliyên navbera mirovan de jî bi qasî wê afirîner, hêzdar û erkdar e. Her wiha ,çawa ku mirov bêyî ziman nikare ramana xwe derbibîre, bêyî ramanê jî nikare zimanê xwe bi kar bîne û bıparêze.  Bi qasî ku di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke xurt û jêneger heye, di navbera zimanê zikmakî û bîr û bîrdoza mirov a neteweyê de jî têkiliyeke xurt û jêneger heye.

Hest, raman, bîrdoz û baweriya mirov pêşî xwe di form, pêkhate û wateya zimanê wî /wê de didin der. Neteweya ku zimanê xwe tekûz û zelal dike; lı gel wê zanîn, raman şaristanî, çand û bîrdoza xwe jî zelal dike. Neteweya ku zimanê xwe yê zikmakî wekî bingeha bîr û bîrdoza xwe nebîne, nikare bibe xwediyê ramaneke sûdewar û rasteqîn.  Ziman, hem wekî bingeh û berdevkê bîr, bîrdoz û ramana takekes û civakê, hem jî wekî berhema lihevkirin û lihevhatinên civakî yên kombûna hemû hêmanên deng, peyv û morfemên/yekteşeyên hevpar ên ku hişmendiya newteweyî pêk tîne, tê qebûlkirin.   Lewre di pêvajoya netewebûnê de hem bîr, birdoz û raman û hem jî  bîr û bawerî li ser riknê bikaranîna zimanê hevpar pêk tê û teşe digire. Geşedaniya bîr û bîrdoza neteweyî ya ku bi saya zimanê hevpar pêk tê, heman gavê di hest û ramana mirovan de jî guherîn û veguherînên nû pêk tîne. Ji ber ku ziman avahiyeke pir tebût e; hem nirxên neteweyî di bin banê xwe de dihewîne û hem jî bi hemû girîngiya xwe raman û feraseta mirov a neteweyî di bin bandora xwe de dihêle.

Rêgez, rêbaz û û qaîdeyên ziman ên taybet û xweser hene. Ziman bi wayekî xwezayî, rê li ber hemû cureyên hest û ramanê vedike. Ziman ji bo her raman, feraset, bîr, bîrdoz  û baweriyê  bêlayan e; Lewma mirov nikare bibêje ziman tenê aidê bîr û bîrdozekê an jî aidê bîr û baweriyekê ye. Hemû bîr, bîrdoz, raman û bawerî li gor rêzik û qaîdeyên ziman ên xwezayî dişêwin. Tekûzbûna ramana mirov, bi tekûzbûna zimanê wî/wê ve girêdayî ye.

Mirovê/a ku di gerdûna bêqisûr de parçeyekî xwezaya bêqsûr e û xwediyê mejiyekî bêqisûr ê ku ji sed mîlyar noronan (şaneyan) pêk hatiye, zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî bêqisûr tekûz neke û bi kar neyîne, nikare zagonên xwezaya bêqisûr rasterast fam bike. Mirovê/a ku zagonên xwezaya bêqisûr rasterast fam neke, nikare hêmanên xwe yên sehekî li gor xwezaya wan bi awayekî erênî û sûdewar bi kar bîne. Mirovê/a ku hêmanên xwe yên sehekî li gor xwezaya wan û bi awayekî erênî û sûdewar bi kar neyîne; an dê temenê xwê yê ku di bin bandora ramana kes û hêzên bişavtinê rewa dibînin de dimîne, ber bi dêrisê/îsrafê ve bike; an jî dê ramana xwe ya ku di bin fermana wê hişmendiya têkel û riziyayî de maye, ber bi wêrê/îflasê ve bike.