10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 34’an de bi biryarî didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryarî didome. Çalakgeran di çalakiyê de nîqaş û sohbet kirin û stran gotin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiyiye destpêkirin li Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê bi biryardarî didome. Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakê em bibin dengê civakê” daliqandin.

Ji bo piştgiriyê di nava rojê de parlamenterên Dem Partiyê, Ciwanên Meclîsa Dem Partiyê yên Amedê, endam û rêvebirên SES’ê, rêveber û nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de li ser pêvajoyê sohbet û nîqaş hatin kirin. Çalakgeran stranên şorêşî, dengbejî strîn. Kesên hatin serdanê jî bi çalakgeran re stran strîn û li çepikan dan û lîrandin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedane zîndanan”, “Jin jiyan azadî”, “Be serok jiyan nabe” berz kirin.