28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna 4 jinên siyasetmedar kirin fîlm

8’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja 4’an de berdewam kir. Mihrîcana Belgefîlman ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke mezin tê

8’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja 4’an de li 4 qadan berdewam kir. Di heman şevê de gelek fîlm hatin nîşandan. Fîlmê “Dîwarên Dê Bên Hilweşandin” ku derhêner Hebûn Polat û dîrektor Şerîf Çîçek amade kiribûn eleqeyek mezin dît. Xizm û malbatên Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din fîlm temaşe kirin. Fîlmê “Dîwarên Dê Bên Hilweşandin” ku jiyana serpêhatiyên 4 jinên siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tûglûk û Sîbel Yîgîtalp girt dest, bal kişand ser têkoşîn û sekna wan a li dijî pergalê.

Di bernameya fîlm de hevjînê Fîgen Yuksekdag, Sedat Şenoglû anî ziman ku xwesteka wî ya herî mezin temaşekirina tiştek wiha bû û got: “Armanca min a hatina li vir min dixwest vê rastiyê li ber çavan temaşe bikim. Ez duh li girtîhegê bûm. Min dixwest bêm vî fîlmî temaşebikim û biçim ji Fîgen re bibêjim tişteke wiha hatiye amadekirin. Silavên wan ji bo hemû xebatkarên têkoşîna azadiyê re hene.”

‘Projeya Ewropa’

Derhênerê fîlmê “Dîwar Dê Bên Hilweşandin” Hebûn Polat jî wiha axivî: “Me nêzî 10 mehan li ser belgefîlmê xebat kir. Li Ewropayê jî hevalê me Şerîf Çîçek li ser duxebitî me bi hev re çêkir. Jixwe ev proje ya Ewropayê bû me dixwest ku em li wir çêbikin.”