20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna kurdan pirtûka mezin a mirovahiyê ye

Hovard Fast dibêje,”têkoşîn, komên xelkê perwrede dike, fêr dike û rizgar dike.” Abdullah Ocalan jî dibêje: “şerê azadiyê mirovan delal û xeşik dike.”

Nivîsandina pirtûka mazin a mirovaniyê, bi gava destpêkê ya civakbûnê dest pê dike. Kulîlkên mirovbûnê, li Mezopotamya -Kurdistanê vekirin, di serdemên dûr û dirêj de teamê fêkî dan. Ev serdama modulasyon û pergala teknîka pêşketî ye. Îro em di serdema ku  haydud û çete û dewlet di zikhev de  şerê li dijî gelan dikin dijîn. Dibistan, akademî û zaningeh, kanunên gerdunî, peymanên navneteweyî jî têra aramiya cîhanê nakin. Bi pêşketina sazî û dezgehên siyasî, civakî û pîşeyî  cîhanek tevlîhev derxistiye holê.

Fîlozofiya serdemên navîn jî, bi saya fîlozofên serdemê, ketiye bin xizmeta hêzên hegemonîk. Ev hêz jî bi jehra silêmanî dagirtî ne û ha ha civakan jehrî dikin. Balkêş e ku zanist û fîlozên serdemê hîna jî îdîda dikin ku wan îdealên mezin pêşxistine.

Eger em wan pêşketinan ku wek pêşketinên xweşbînî têne binavkirin binirxînin jî, em û bibînin ku  qîr û teşqeleyên qirêj û bablîsokên fetsînok ku mirovaniyê  ber bi tunebûne ve dibin zêde ne. Berjewendî, baknot, mal û mewdan û hegemonya di radeya “ezî”de, bûye ol. Vê ola bedbîn jî,  hemû olên peyambaran bi awayekî demagojîk fetisandine.  Ev şerekî dijwar e û mixabin navenda wê erdnîgariya Kurdistanê ye.

Ev şerê bêyom û bexîl, ji şerê yekemîn yê cîhanê  û heta îro  li xaka Kurdistanê dewam dike û bûye bablîsokên tofanî. Hem   gelê Kurd, hem gelên li herêmê  teva ber bi tunekirinê  ve dibin. Van şeran,  weke erdhejê, di erdnîgariya Kurdistanê de xeşîmên tarî û bi agir dagirtî vekirine. Sedsala 20’an bi şerê cîhanê yê 2’mîn dest pê kir û ev destpêka sedsala tarî ya Kurdistanê ye.

Piştî sed salî, rewş guherî!… Yanî sedsala 21’ê, bû despêka “welatê rojê” û meşa gihiştina asoyên azadiyê. Ev xewna mezin êdî ne utopya ye. Kurd jî dizanin û têgihiştin ku dîrokek wan  heye û bûne xwedî îdeolojiyek cîhanî. Ev îdeolojî  bi xwînê hatiye nivîsandin û  weke rengê nexşeya paşerojan derkete holê. Îro, têkoşînek kolektîf û gelê şoreşger heye.

Hovard Fast dibêje,”têkoşîn, komên xelkê perwrede dike, fêr dike û rizgar dike.” Abdullah Ocalan jî dibêje: “şerê azadiyê mirovan delal û xeşik dike.”  Lê giringiya herî mezin ku  bi Ocalan dest pêkiriye ye. Ev jî  nivîsandin e!.. Zanist û pêşengên Kurdan weke Sokrates, ji nivîsandinê bêhtir giringî didane axaftinê.  Ji ber vê û qedexeyên dijmin, wêjeya devkî derketibû holê. Ocalan weke Platon û zanistên serdema navîn, giringî da felsefeya nivîskî û “şahbaziya  heqqane” avakir.  Dewlet jî, di wateya cemawerî de di rengê serdemê ya federalî de danî ser sifra mirovaniyê.

Dema em di vê çarçoveyê de li şerê gelê Kurd yê azadî û demokasiyê  dinêrin, em nivîsandina pirtûka mezin a mirovaniyê dibînin,.  Lehengên vê pirtûka mezin; Yek jinên têkoşer ên Kurd in…. Dudu, xortên têkoşer ên  Kurd in… Sisê, gelê Kurd e û  diyalektîka  dîrokê zemt kiriye.

Em hinekî din vekin;  Jinên Kurd, weke mîratzadeyên Inanna  ne û biqasî Mona Lisa dealal in. Bi sirr û raz in!  Di mîtolojiya Yewanînstanê de xwedawenda Venus, ji qaqilkê deryayê derketiye holê.  Jinên Kurd jî li berzehên çiyarêzên Kurdistanê derketin holê. Yanî mitolojiya li Mezopotamya, di sedsala 20’an de, yanî  îro, bi jinên têkoşer ên Kurd zindî bûye. Dema em li fotoyên jinên leheng dinêrin, li  derdora wan xwedawenda agir, ba, ax an jî avê  dibînin. Ba, av, agir  û ax, ARDê dibînin!.. Gotina ARD,  ji ERDa Kurdî ketiya zimanê Erebî  û cîhan e. Di ferhenga cîhanî de jî ERD-ARD  di wateya dinyayê de tê bikaranîn.  Ev 4 elementên jiyanê ne û dema romana Kurdistanê bi diyalektîka dîrokî werê nivîsandin, lehengên romanê  wê  jinên Kurd û xortên Kurd bin.

Ciwanên Kurd jî weke hêza meddî û manewî derketin holê, hemû xeşîmên mirovaniyê ronî kirin. Em parantêzekê vekin; Têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, hem nasnameya  Eba Muslimi Horasani ye, hem nasnameya Selahaddînî  Eyyubî ye, hem nasnameya Qazî Mihamed, Şêx Seîd û Seyit Rizayan e. Yanî Kurd, di her serdemê de ji bo mirovaniyê têkoşiya ne. Kerdekî ku berdêla wê nîne kirina stuyê mirovaniyê.  Mixabin ne mirovanî, lê hêzên hegemonîk nankor in. Balkêş e, nankoriyê weke “dewlet li gorî berjewendiyan tevdigerin, li dostanî û kerdan nanêrin”

Ev jî derewek mezin e. YE Ewropa tenê yekîtiyek  aboriyê nîne, yekîtiyek parastina kultur, şaristanî û dîroka serdest e jî. Gotina ku riyên cîhanê teva diçine payîtexta YE, di vê wateyê de tê gotin. Em parantêzê bigirin û dewam bikin: Bi gotina Ocalan, “Gelê Kurd di zindanên cîhanê de hatibû mahkum kirin.” Bi gotineke herî mutewazî mirov dikare bibêje ku, nivîsên Ocalan bûne  îdeolojîya netewbûnê. Dema di mêjiyê civakê de netewebûn stewiha, mêweyên wê dibine degelî- werekî û weke Kurd dibêjin, dibe hêza “mirovên çargurçikî”.

Cîhana kilasîk Roma, ji Spartakûs û Hannibal tirsiya. Cîhana kapîtalîst, ji Kant, Hegel, Marx, Hebel, Niexsche û hwd tirsiya. Cihana modernîtê, ji Ocalan tirsiya. Cudatiya di navbera Spartakûs, Hannibal û Ocalan de yek tişt heye. Ocalan hêza xwe ya eskerî ne ji bo detshilatdariyê, ji bo mafên gelê Kurd û gelên din ên demokratîk bikar anî. Belkî Spartakus ji bi awayekî ji Hanîbal werê cuda kirin, lê mijara ne ev e û em derbas dibin.

Cudatiya dinavbera fîlozofên sedsala navîn û Ocalan de jî ew e ku  Ocalan felsefeya xwe, ne ji bo çînayetî, ji bo konfederalîya civakan bikar aniye. Hebel di azadiya jinan de gav avêtine, lê teng maye: Ocalan ev mijar jî  di çarçoveya dîyalektîka dîrokî de girte dest û kire rojava cîhanê. Ji bo vê jî, Tevgera Azadiya Kurdıstanê bi erk û misyona parastina gelan radibe.

Ev tezek pirr ciddî  ye, divê  di çarçoveya wekheviya aqilê azad û parastina wekheviyê de  bê vegotin. Mixabin cîhana kapîtalîst, mirovên aqil qebûl nake. Marx jî li Burkselê mahkumî birçîbûnê kirin, kurê wî ji sedema birçîbûnê bi êşa zirav ket û ji sedema nikaribû derman bikire jiyan xwe ji dest da. Dîse jî, em ê li seyra dîroka îro binêrin û bêjin: Şerê gelê Kurd yê azadiyê, şerê herî demdirêj yê gelên cîhanê ye. Encama vî şerî jî, panorameyek dramatîk e. Di vê panorama dramtîk de, di kesayeta Kurd de kuştina mirovaniyê heye. Ne tenê hejmara kuştiyan, ne tenê derya xwînê, divê em, bîr û hişmendiya  kujer ku di sedsala teknolojiya pêşketî de dewam dike bigirin dest. Teknolojiya pêşketî di destên hêzên hegemonîk de ye û ne ji bo bextewariya komên xelkê, ji bo kolekirin-çakeriya komên xelkê tê bikaranîn. Ji bo vê min gotina, desthilatdariyê bi jehra silêmanî dagirtî bikar anî.

Ji peymana bêyom a Qahirê Sykes-Pîcot a sala 1916’an û heta îro, hem qirkirinek insanî, hem qirkirinek  ekolojîk, hem qirkirinek çandî tê kirin. Zulmet ew e ku, hêzên hegemonîk mîratzadeyên Îttîhat û Terakî li Anatolya mahkumî jiyanê kirine. Hêzên hegemonîk baş dizanin ku dewleta Osmanî dewletek Balkanî ye, ne dewletek Anatolya ye. Mîratzedeyên Îtîthat û Terakî jî, macbur kirin ku hemû amur û firaxên midbex-kîlera xwe li Balkanan bihêlin, tenê textê xwe yê razanê bînin Anatolya. Ji bo textê razanê li Anatolya bi cih bikin û dewşirmeyan ji Balkanan dûr bikin, 6 gel dane qirkirin.

Îro jî ev hêz, li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng in. Eger gelê Kurd werê tunekirin. Kurdistan-Mezopotamya li ser navê mîratzadeyên Îttîhat û Terakî wê werê tapokirin. Ev jî bi zincîrên polayî kîlîtkirina pirtûka mirovaniyê ye. Ji bo fêhmkirina vê rastiyê, pêdiviya girtina rojê, girtina heyvê, bi gotinek din, pêdiviya pêkanîna fetîşîzma belgeyan nîne. Tunekirina gelê kurd û gelên li erdnîgariya Kurdistan û Mezopotamya tê wateya rawestandina çerxa felekê.

Ji bo ku rê li ber dîroka alternatîf bê girtin, dewlet û zanîngehên ji zanistê dûr, her dem dibêjin, eger belge nebin, tiştên têne vegotin û tezên têne nivîsandin çîrok in. Ev înkar û kuştina diyalektîka dîroka mirovaniyê ye û tê wateya rawestandina çerxa felekê. Yanî dixwazin bêjin ku çerxa felekê tenê ji bo hêzên hegemonîk digere, ji bo gelan nagere. Ev redkirina civakan e! Ahlak, di kesayeta mirov de, pêşketina di tevahiya mirovaniyê de ye. Ahlakê civakî jî, ne bi îradeya desthilatdaran, bi  xwedîderketina li çanda maddî û manewî tê  xwedîkirin û parastin.

Gelê Kurd, ev pêvejo zemt kiriye û ji zindana cîhanê derket. Dî wate û armancê de, şerê li Kurdistanê ku weke metefor û pêlên fetisandinê dewam dikin jî fêhm kiriye. Cîhana ku li hemberî rastiyên li Îsraîl û Filîstînê, di aliyê dîplomaîtk, siyasî, aborî û dezgehên navneteweyî de rabûye ser piyan, mixabin di rastiya Kurd û Kurdistanê de kerr û kor û lal e. Gelek rêxistinên cîhanê, weke Hammas, Îxwani jî di lîsteya terora dewletan de cih girtine, lê serokan wan li payîtexên dewletên Rojhilata Navîn azad in, digerin û siyasetê dikin.

Lê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên hegemonîk ve  bi awayekî korsanî dîl hate girtin, li warê zehmerî Girava Imraliyê hate girtin û tecrîdkirin. Heq û heqanet gelo “baqê nîskan” e!… Li cîhanê, bi taybetî li Tirkiyê û dewletên Rojhilata Navîn demokrasiya serdemên klasîk jî nîne.

Li Tirkiyê hebûna gelê Kurd, bi koletî-çakerî jî nayê qebûl kirin. Mafê koleyan jî heye zimanê xwe biparêzin. Lê ne tenê zimanê Kurdan, navê bajarên wan, gund, çiya, deşt û newalên wan jî hatine guhertin. Eger em rastiyê bêjin, dijminatiya li dijî Misilmanti, mizgeft, limêj û Xwedayê hevpar ku Kurd heq dibînin, baweriyên din yên li Kurdistanê  dijminatiyek heye.

Lê ne Xwedê dibe Tirk û ne Misilmantî jî malê dewşrimeyên Ittîhat û Terakî. Ya balkêş û helwesta Ewropa ye. Ewropa piştî berzehên zarurî û şerên demdirêj gihane îro û xwe weke derguşa şaristaniyê dibînin. Ya belkêş ew e ku Kurd, li kolanên payîtextên Ewropa bi komî têne kuştin, rastî êrîşên lincê tên, polîs jî li navendên payîtextên Ewropa diavêjin ser sazî û dezgehên di çarçoveya qanunên wan de hatine avakirin û kar dikin. Îhtîrasa berjewendiyan zêde jî be, divê cîhan ne bi berçavikên bergîlan, bi berçavikên modelîstên ku pêşengiya modayê dikin li pirgirêka Kurd binêrin û fêhm bikin. Fêhmkirina faşîzma dewşîrmeyan û faşîzma romiyan ne gelekî zor e. Sed sal in, faşîzme dewşirmeyan komkujiyên mezin dike, faşîzma romiyan jî pêlên fetisandina klîmatî û berdewamî didomîne. Kurd jî li her qada jiyanê vê rastiyê diqîrin. Di dema hevdîtinên dîplomatîk de jî, rayedarên Ewropa her dem dibêjim, “Em pêşketinan dişopînin.” Erê hûn dişopînin û hûn dibînin lê  hûn çima lîstika sê meymunan dlîzîn?

Çîrok gelek in, lê vegotin û lêkolîn dîrokî ku di anfiyên zanîngehên cîhanê de werin xwedin û nîqaşkirin nînin. Belgeyên rast jî xeşîmên tarî de veşartî ne, akademîsyan û lêkolîner  jî di fetîşîzma belgeyên fermî de digevizin.  Ji ber vê ye ku behişta  di pirtûkên pîroz, Tewrat, Încîl û Qur’anê de cih girtiye, di nava agirekî reş-tarî de diferfite.

Vegotina “agirê reş-tarî” zor e. Hest û hêza ferhengî  ya nivîskarên Kurd jî têra vegotina “agirê reş-tarî” nakin. Agirê reş-tarî , bi xwînê, bi goştê mirovan  reng diguhere, bêhn û bixareke ku di dojeha Dantê de jî nîne bela dike.

Akademisyen û lêkolînerên Kurd jî, di xeyalên xwe de derdikevine rêwitiya dîrokê, mixabin nikarin motivasyona mêjiyê xwe ji dîroka fermî rizgar bikin. Ev jî wêjeyek fantastik derdixe  holê. Wêjeya fantastîk jî li bejna têkoşîna gelê kurd nayê.  Nexşeya  şerê li Kurdistanê jî,  bi du gotinan; qurban û cellad nayê vegotin…

Yek; talana dewlemendiya ser erdê û bin erdê. Du; talana çanda maddî û manewî, yanî çanda populer. Sê; talana ferhenga kurdî di folklor, tore  û ziman de. Çar; veşartina nifşê dewşirmeyên bê dayik û bav, bi erd û bê welat. Pênc, bikaranîna nifşê dewşirme veke cendirmeyan.

Şeş,  tunekirina gelê kurd, tapo kirina Kurdistanê li navê dewşirmayan hene. Di van şeş rastiyan de û  bi  taybetî dewşîrmeyên  bermayiyên artêşa Osmanî ku kirine Misilman,  hem misilmaniya dewşirme, hem , misilmantiya Muawiye kirine pratîkê. Misilmantiya  dewşimeyan “kizil elma-sêva sor” e. Ev rengê misilmantiyê wêranî û talan e, bêndera ji laşan e!… Misilmantiya   Muawiye  Kerbela ye!..   Kerbela  jî çetetî û haydudî ye, heq û hiquq jî şûr e!…  Van cellad, çete û haydudan, textê Xwedayê mezin, yanî ezman jî kirina secadeya limêja xwe û bi rola Ibrahîm Xelîl  radibin,   dixwazin Kurdan bikin qurban. Ji bo vê jî,  em nikarin bi mantiqeki sereve nêzîkî pirsgirêka Kurd û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bibin.

Li gorî pirtûkên pîroz, eger Kurdistan nebe, ol jî ninin;  erdnîgariya ku Adem û Hawa li bi cih bûne, erdnîgariya ku bûye warê kêştiya Nuh nebe, erdnîgariya ku Birahîm jê derketiye, tune bibe, ne mirovanî dimîne û ne gerstêrka dinyayê.

Rast e pirsgirêk û newekheviyên li chanê zêde hene.  Lê  pirsgirêk û newekhevîyên li Kurdistanê biqasî tevahiya cîhanê ne, pirsgirêka herî giran jî ew e ku gelê Kurd û Kurdistan  rojane, li darî çavên cîhanê, kişûmat, bi êrîşên  cureyî ku pirraniya wan çekên qedexe ne û suc in tê tunekirin e.

Mafê jiyanê pîroz e; feylesofên cîhanê jî,  ji xwe derketine rê û ev maf pîroz ditine.  Ewropa jî ev pîrozî kiriye bingeha civakbûna xwe, bi saziyên hiquqî û civakî kirine bin misogeriyê.  YE û  NY jî ev mefê gerdunî parastine, jî bo vê jî dadgeh û saziyên cûda  avakirine.   Erîşa li dijî mafê jiyanê jî,  bingeha faşîzme ye û herî baş Ewropa vê rastiyê dizane,  di şerê duyemîn yê cîhanê de jî  faşîzm mahkum kir. Lê faşîzma dewşirme, ya mîratzadeyên Îttîhat û Terakî ji nedîtî ve tên.

Gelo li Ewropa jî fanatîzm serdest e? Ez naxwazim bersiva “erê, raste” bidim. Lê me dît, di dema çeteyên DAIŞê û piştî têkbirina wan, Ewropa çend rûpel ji pîrûka mezin ya mirovaniyê xwendin. Piştre rawestiyan, weke  kîso, xwe kişandin qaqilkê xwe. Balkêş e, desthilatdariyên wekî Frensa lehengên Kurd vexendin qesrên desthilatdariyê.  Car din mixabin,  li wan payîtextan Kurd bi komî hatin kuştin, hê jî  êrîşên polîsî têne kirin.

Mirov dikare bêje ku desthilatdariyên  bi jehra silêmanî dagirtî nikarin, pirtûka mezin ya mirovaniyê ku weke panjehrê ye  bixwînin. Li Ewropa,  bar dikevê ser “çînê ulema”, divê  weke “ulema”yên  sedsala navîn bi pirsgirêkên gelan re hemhal bibin. Divê desturê nedin ku desthilatdariyên wan bi rola rêveberiyek-volontarîstiya, (bêje û derbas bibe, bûje û neke, soz bide û jibîr bike û hwd),  rabin.

Gotina dawî û yek ji pirsgirêkên li Tirkiyê û Kurdistanê, kuştina hiquq  û demokrasî ye.  Belkî bingeha hemû pirsgirêkan ev rastî ye. Yanî rewşa girtiyên siyasî, dadgehkirina siyasetmedarên Kurd û girtina wan  ya bi keyfiyeta tolhildanê ye. Girtiyên ku 30 sal in 35 sal in girtî ne,  nayên berdan. Ev  kuştina mafê jiyanê ye. 3 sal in tu agahî ji Birêz Ocalan û sê girtiyên li Imraliyê nayê girtin. Ev beşekî giring ji pitûka mezin e, mahkumiyetek ne adîl e, ne hiquqî ye û tevahiya cîhanê alqadar dike.

Saziyên Ewropa, siyastemedar û hiquqnasên Ewropa, gelek caran  ev rasti anîne ziman. Cîhana ku dibêje bi pêşketina îdealan, me sînorên demokrasî jî derbas kiriye, divê dev ji lîstika sê meymunan berdin!..