2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temenê berxwedanê nîn e

Di konên berxwedanê yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê de gelek çîrokên balkêş li ber çavê me ketin, yek ji van jî heyîna dayika Xanim ya 85 salî bû ku kêlî bi kêlî di bin konê berxwedanê de cihê xwe girt û bû dîrokekê, ji bo wargehê.

Mîna gelek dayikên Botanê dayika Xanim bi derketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re soza têkoşîna azadiyê dide, bi sekna xwe ya li bin konê berxwedanê jî dide diyar kirin ku wê heta kêliya dawî ya jiyanê li berxwe bide. Ji Ajansa Rojnewsê Jiyan Pîranê ji Mexmûrê rewşa dayika Xanim agahî wiha ragihand:

Me xwest em bi hest û peyvên xwe van kêliyên berxwedana dayika Xanim li ber çavan zindî bihêlîn. Dayika Xanim di nava çadirên berxwedanên de ruhê rengê heyîna berxwedanê û azweriya bi têkoşînêrekê zêdetir dike. Her çalakvan ku di bin konê berxwedanê de dayika Xanim dibîne hêrsa wan ya li hember zilma heyî xurtir dike.

Di her 16’ê rojên berxwedana konê çalakiyê de dayika Xanim bi heyîna xwe hêviyên serkeftinên bilind dike. Zarok, ciwan, jin û mêrên ku dayika Xanim di kon de didîtin berê xwe didan konên berxwedanê. Di gelek kêliyên berxwedanê de dayika Xanim bi dengbêjiya xwe ruhê têkoşînê zindî dike. Ger dayikek têkoşîn kir sembola xwe ya jiyanê ti astengiyan nas nake. Ji ber wê ye ku ne temenê zêde, ne nexweşî, ne ji avhewaya Mexmûr nahêle ku dayika Xanim gav bi paş de bi avêje. Her ku şert û mercên berxwedanê zehmetir dibe sekna dayika Xanim bi watetir dibe. Rûyê ji qormîçekan ziwabûyî bi hêviyan zîndî dike, ev zîndibûn, dihêle ku zarokên di hembêza dayika xwe de jê hêzê bigirin daku bibêjîn jiyaneke aram li ser vê axê mîsoger e.

Em hindek di bikevin nava kûrahiya berxwedena Dayika Xanim. Dayika Xanim beriya 85 salan li gundên Gundikremo yê bajarê Şirnexê ji dayik dibe. Bi derketina têkoşîna azadiyê rêxistinê nas dike. Ji wê rojê û şûnde bi malbatî ve soza şopandina riya têkoşîna azadiya Kurdistanên didin. Li ser vê sozê jî dema dewleta tirk dixwaze wan neçarî cerdevantî û îxanetê dikin, berê xwe didin başûrê Kurdistanê û di bin yek ji penaberên doza azadiya Kurdistanê.

Di vê penaberiyê de nexweş, neçar û îşkenceya nayê bîra mirovan bi çavê xwe dibîne û dijî. Du lawên wî di penabertiyê de beşdarî nava şoreşê dibin. Lawekî wî di nava refên şoreşê de şehîd dikeve yê din jî heta van kêliyan ji bo azadiya Kurdistanê li serê çiyayên azad têkoşînê dimeşîne.

Bi gotina civakî ya dibêjin ‘Yên ku xwîna wan di vê şoreşê de hatî rijandin, bêhtir girêdayî vê dozê ne’ divê mirov mêzandineke cudatir li dayika Xanim û hestên temaşe bike. Lê ger em heqîqeta gelê Botanê dinêrin ên ku soza şopandina vê dozê dane heta dawî li ser doza xwe mane.