28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê li Iraqê ye

Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Miqdad bi serdaneke fermî duh bi şev gihişt Bexdayê, tê payîn îro bi rayedarên Iraqê re bicive.

Li gorî medya Iraqê duh Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad bi serdaneke fermî de gihiştiye Bexdayê. Tê payîn Miqdad bi rayedarên Iraqê re bicive û di civînan de behsa bihêzkirina peywendiyên di navbera her du welatan de were kirin.

Li gorî heman çavkaniyê Feysel Miqdad wê bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên re bicive û piştre jî bi her sê serokatiyên Iraqê, Serokwezîr, Serokkomar û Serokê Parlamentoyê re bicive. Hate diyarkirin ku wê Feysel Miqdad bi Serokê Desthilata Dadê yê Iraqê re jî jî bicive.