17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tenduristiya girtiya 75 salî Hatîce Yildiz xerab dibe

Alper Yildiz, diyar kir ku dayika wî ya 75 salî Hatîce Yildiz ku girtî ye, li girtîgehê tenduristiyê wê her diçe xerab dibe û got: “Dayika min di girtîgehê de her tim ji ser hişê xwe diçe.”

Rewşa tenduristiyê ya Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber ji hevala keça xwe ya  girtî re pere şand hatiye girtin, her ku diçe xerab dibe. Lawê wê Alper Yildiz ê di 13’ê nîsanê de çû hevdîtina dayika xwe ya di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye, anî ziman ku dema dayika wî derketiye cihê hewadariyê ji ser hişê xwe çûye.  Yildiz, têkildarî hevdîtina vekirî ya bi dayika xwe re ev agahî parve kirin: “Ez duh çûm dayika xwe ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin bibînim. Roja înê dema dayika min derketiye cihê hewadariyê ji ser hişê xwe çûye. Beriya niha jî ev rewş hatibû jiyîn. Ji bilî vê yekê ser û pişta dayika min jî diêşin û berçavên wê şîn bûne û divê emeliyat bibe. Ya herî girîng jî tansiyona bilind bi dayika min re heye û ji ber vê yekê her tim ji ser hişê xwe diçe. Tansiyona dayika min her tim bilind dibe û dema ji ser hişê xwe diçe heke demildest nebin revîrê dibe ku rê li ber rewşeke girantir vebe. Ji ber temenê dayika min û tansiyona bilind a pê re heye mayîna wê ya di girtîgehê de rîskeke cidî ye. Ji ber vê yekê dixwazim dayika min were berdan.”