3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ewropî aleqeyek zêde didin fikrên Ocalan

Rojnameger Memet Drewş anî ziman ku eleqeya ji bo fikrên Rêber Apo û Tevgera Azadiya kurd zêde dibe û got: “Dr. Gulşah Kurt li ser tecrîdê nirxandineke balkêş kir û tecrîd wekî kuştina bêdeng bi nav kir.”

Endamê Parlamentoya Ewropayê Massîmîlîano Smerîglîo, OHD, ELDH, AED û MAF-DAD, konferansa bi navê “Girtiyên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û îşkence” pêk anî.  Rojnameger Mehmed Drewş li ser armanca konferancê rawestiya û wiha got: “Armanca konferansê bal kişandina ser pergala îşkencê ya Îmraliyê bû. Teşhîrkirina pêkanînên kêfî yên li ser birêz Ocalan bû. Li ber çavan xistina xemsariya Konseya Ewropa û CPT’ê bû.  Di heman demê de jî çalakiyeke di çarçoveya dûyemîn qonaxa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji doza kurd re çareseriya siyasî” de bû. Bi qasî ku xuya dike û ji peyamên rayedarên saziyên kurd ên Ewropayê fêm dibe, wê ji niha û pê ve, konferans û çalakiyên bi vî rengî zêde bibin. Bi konferansên bi vî rengî û çalakiyên cur be cur wê balê bikişînin ser pergala îşkencê ya Îmraliyê. Ji aliyê din hem fikr û felsefeya birêz Ocalan bidin nasîn û hem jî pêngava ji bo azadiya wî xurt û mezin bikin.”

Rojnameger Memet Drewş li ser naveroka konferansê rawestiya û ev agahî dan: “Sernavê konferansê yê wekî “Girtiyên siyasî, tecrîd, mûameleyên xirab û îşkence” mijarên hatin axaftin radixe ber çavan. Ji Filîpînan, Spanya, Îtalya mêvan û mijarên balkêş hebûn. Wekî mînak Serokê Yekitiya Parêzeran a Navnetewî yê filîpînî Edre Olalîa qala rewşa şertên girtîgeh û girtiyên siyasî yên li Filîpînê kir. Tevî ku li ser darbeya li Filîpînan 40 sal borî û gelek hikûmet û serok guherîne, lê hê jî li zindanên Filîpînê 786 girtiyên siyasî hene. Dîsa rewşa girtiyên li Macaristanê, girtiyên siyasî yên ETA’yî yên li Baskê û girtiyên siyasî yên Katalan jî hate axaftin. Tişta fêm dibû, girtiyên siyasî li hemû welatan bi mûameleyên taybet re rû bi rû dimînin. Desthilatdar wekî dijmin nêz dibin. Ev herî zêde li welatên otorîter pêk tê. Lê welatên Ewropayê jî di warê tecrîd û zextên li dijî girtiyan de, ji welatên otorîter ne kêm in! Lê wekî giştî mijara herî zêde derket pêş rewşa Îmraliyê bû. Nêzîkatiya rêveberiya tirk a li dijî girtiyên siyasî bû. Nêzîkatiya taybet a dewleta tirk a li dijî Rêber Apo bû. Nêzîkatiya li dijî girtiyên siyasî yên Kurd bû.”

Mijar tecrîd bû

Memet Drewş li ser mijarên ku derketin pêş jî rawestiya û got: “Ji welatên cûda axaftvan hebûn. Lê mijara hevpar tecrîd û pêkanînên desthilatdaran a li dijî girtiyên siyasî bû. Mijara herî zêde hate axaftin û ya hema bêje hemû axaftvanan îşaret pê kir jî, pergala êşkencê ya Îmraliyê bû. Gelek kesan di axaftina xwe de Îmralî wekî Guatamala ya Ewropayê bi nav kir. Hebûna girtîgeheke wekî Îmralî ya li welatekî endama Konseya Ewropa û welatekî ku Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îmze kiriye, ji tevahiya Ewropayê wekî şermek hate bi nav kir. Wekî mînak ji Akademîsyenên ji bo Aştiyê pispora hiqûqa cezayê û hiqûqa mafê mirovan Dr. Gulşah Kurt li ser tecrîdê nirxandineke balkêş kir. Dr. Gulşah Kurt tecrîd wekî kuştina bê deng bi nav kir. Dîsa gelek axaftvanan rewşa dijwar a Îmralyê wekî îşkence û binpêkirinên bêmînak bi nav kirin. Gotin li ti deverê cîhanê tecrîda bênavber nîne. Cezayê heta hetayê li girtiyekî nayê birîn. “Mafê hêviyê” mafeke navnetewî ye. Di vê girtî bizanibe wê kengê ji girtîgehê derkeve. Lê Tirkiye vê bin pê dike. Tevî bi xwe peyman û prensîbên navnetewî îmze kiriye, pêwîstiyên wê bi cih nayne. Kesên axivîn ji vê yekê jî, Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa û saziyên pêwendîdar berpirsyar girtin. Hemûyan gotin eger Tirkiye tecrîdê pêk tîne, yek ji sedema bingehîn a vê xemsariya Konseya Ewropa û CPT’ê ye. Wekî mînak gelek kesan du rûtî ango cot standartiya Konseya Ewropa û CPT’ê destnîşan kirin. Bi taybetî jî hesasiyeta Konseya Ewropa û CPT’ê ya li dijî girtiyên siyasî yên li Rûsya bi bîr xistin û gotin heman hesasiyet ji bo birêz Ocalan û girtiyên siyasî yên kurd nîşan nadin. Sedema vê jî, têkiliyên wan ên bin Tirkiyeyê re ne.”

Ji sedî 70 biyanî bûn

Memet Drewş diyar kir ku konferans û çalakiyên bi vî rengî, ji bo agahdarkirina saziyên pêwendîdar û raya giştî girîng in û wiha berdewam kir: “Eleqeya ji bo konferansê jî girîngiya wê radixist ber çavan. Wekî mînak bi salane li Parlamentoya Ewropayêkonferansan dişopînim. Lê ev yek ji yên herî qelebelix bû. Salon bi tamemî tijî bûbû. Ji sedî 60-70 kesên hatibûn guhdarî bikin, biyanî bû. Gelek hiqûqnas û siyasetmedar hebûn. Nûnerên gelek dewletan hatibûn. Ji welatên Yekitiya Ewropayê heta nunerên konsey û komîsyonê bi riya kesên cûda konferans şopand. Gelek nivîskar, rojnamevan û akademîsyenan şopand. Lewma mirov dikare bibêje yek ji konferansên girîng ên demên dawî bû. Wê ev bandor li pêvajoya ji niha û pê ve bike. Bi taybetî jî bandoreke mezin li belavbûna fikrên Ocalan û pêngava ji bo azadiya wî bike.”

‘Dixwazin Rêber Apo nas bikin’

Drewş bal kişand ser nêzîkatiya kesên biyanî û dostên Kurdan û wiha lê zêde kir: “Hunek cûda rewşê dinêrin. Ji ber ku ew tevgera azadiya kurd nas dikin. Fikrên Rêber Apo dizanin. Hebûna Rêber Apo ya li Îmraliyê, wekî berxwedana 25 salî dinirxînin. Sedema tecrîdê jî, wekî tola li dijî ked û têkoşîna Rêber Apo dibînin. Lê yên li derveyê dostan, hinek kesên xwedî wîjdan û demokrat in. Bi taybetî piştî têkoşîna Kurdan ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê hewl didin, kurdan û Rêber Apo nas bikin. Ji Afrîkaya Başûr heta Spanya, Fransa û Belçîka gelek biyaniyên nas dikim, têkoşîna şagirtên Rêber Apo ya li dijî DAIŞ’ê bi heyranî tînin ziman. Gelek ji wan dibêjin; ‘bi saya têkoşîna şopdarên Ocalan, cîhana me îro bi ewle bûye’. Hin ji wan pêvajoya dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bruksel û Parîsê bi bîr dixin. Rêz, hurmet û heyraniya xwe ya ji bo têkoşerên kurd tînin ziman. Lê nikarin zêde bandor li siyaseta dewletên xwe bike. Berjewendiyên siyasî û aborî dikevin pêşiya prensîban.”

Drewş destnîşan kir ku hiqûqnasan ev konferans organîze dikir û wiha axivî: “Lewma piraniya beşdaran hiqûqnas bûn. Yên axivîn hemû parêzer û hiqûqnasên di warê hiqûqa ceza, hiqûqa şer û hiqûqa navnetewî de kesên pispor bûn. Kesên li welatên xwe tên nasîn in. Helbet bandora wan li ser dîplomasiya Ewropayê dibe. Lê encamên wê di demên pêş de mirov dibîne. Konferanseke hêja û dewlemend bû. Min jê gelek sûd wergirt. Bi vê konferansê careke din min dît, di demên dawî de eleqeya ji bo fikrên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd zêde dibe. Tevî hemû zextên Tirkiyeyê û derfetên mezin ên ji bo dîplomasiyê veqetandine, tijîkirina saloneke Parlamentoya Ewropayê serkeftina dîplomasiya kurd radixe ber çavan. Aleqeya ji bo fikrên Abdullah Ocalan nîşan dide. Nîşan dide ku dostên kurdan zêde dibin. Êdî zextên Tirkiye û bi sedan milyon dolarên ji bo dîplomasiya li dijî kurdan kêr nayên.”