2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê berpirsiyariya CPT û KE’ê bînin bîra wan

Bi hezaran kurd û dostên kurdan dê li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî çalakiyê li dar bixin.

Di pêşengiya KCDK-E û TJK-E’yê de dihat payîn ku di navbera 15-19’ê Nisanê  de 5 rojan li pêş CPT ya Strasbourgê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Lê duh hat hînbûn ku dewletên ewropa destûr nedane çalakiya rûniştinê. Li şûna wê dê îro bi girseyî mîtîngê lidarbixin. Beriya ku plansazî bê guhertin, Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok der barê bernameya 5 rojan de axivîbû.

Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok, têkildarî çalakiyên ku di 15-19’ê nîsanê de li Strasboûrgê li pêş Konseya Ewropayê bên lidarxistin nirxandin kir. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok  anî ziman ku ev çalakiya 5 rojan a li pêş Konseya Ewropayê di pêşengiya KCDK-E’yê de tê li darxistin û wiha got: “Em wekî Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED)  milekî vê xebatê ne. Em bi vê çalakiyê dixwazin berî her tiştî dengê Rêber Apo bidin bihîstin. Em dixwazin balê bikişînin ser tecrîda li Îmraliyê. Em dixwazin malbat û parêzer bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Bi vê armancê dê di navbera 15-19’ê nîsanê de bi tevlêbûna 3 hezar mirov çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Di vê çalakiyê de em ê bang li Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropayê û CPT bikin ku zagon û rêgezên xwe pêk bînin û têxin meriyetê. Em dixwazin mafê Serok Apo yên hiquqî têxin meriyetê.

Kurd û dostên kurdan hene

Kerem Gok bal kişand ser pêkhateyên 3 hezar kesên tev li çalakiyê bibe û wiha axivî: “Hemû sazî û dezgehên kurdan in. Di nav de tevgera jin, ciwan, dîplomasî, çand, ziman, elewî û hemû pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê hemû rengên kurdan li wir in. Dostên kurdan jî li wir in. Bi pêşengiya Defen Kurdistan (Sîwana Parastina Kurdistanê) de bi dehan sazî hene. Women Kurdistan (Parastina Jinên Kurdistan) heye. Parêzer, akademisyen, wênesaz, wêjekar, nivîskar, nûnerên sendîkayan hene. Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan pêngavê dest pê kiribû. Dostên kurdan ku tev li pêngavê bûbûn dê beşdarî vê çalakiyê bibin.

Kerem Gok, bal kişand ser hejmara 3 hezaran û wiha lê zêde kir: “Li qada ku em çalakiyê lê pêk tînin gelek sazî û dezgeh hene. Lê destûr nadin ku em li wê qada çalakiyê lê li dar dixin, em bi girseyek mezin li wir çalakiyê pêk bînin. Ew der navenda Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Em dikarin girseyek mezin jî arasteyî wir bikin. Lê ev meseleyek dîplomasiyê ye.

Em ê heqîqetê ji cîhanê re bêjin

Kerem Gok li ser bernameya 5 rojan jî rawestiya û ev agahî dan: “Em ê di wan 5 rojan de hewl bidin heqîqeta Rêber Apo bi rêya çapemeniyê bi cîhanê re parve bikin. Dîsa bi kesên muxatab re parve bikin. Em dixwazin heqîqeta Rêber Apo bi civaka cîhanê re parve bikin. Kesên li wir nivîskar, akademisyen, hunermed û rewşenbiran re parve bikin. Dê li vir li ser jineolojî, ekolojî û paradîgmaya Rêber Apo de niqaş bên kirin. Dê li ser pergala jiyana alternatif niqaş bên kirin. Li ser paradîgmaya Rêber Apo dê bername bên lidarxistin. Kesekî xwedî vê paradîgmayê girtîgeh heq kiriye an na. Tecrîdê heq dike an na dê bê niqaşkirin. Dîsa li ser mijara ‘Çima tecrîd heye? Çima divê tecrîd bê şikandin’ dê niqaş bên kirin. Roja herî dawî dê bi bangawaziyê bi dawî bibe.

Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe

Kerem Gok bal kişand ser xebatên dîplomasiyê jî û wiha got: “Îro em bi kêre hevdîtin çêdikin, divê rast e hûn mafdar in. Lê em dixwazin vê mafdariya xwe di pratîkê de bibînin. Divê ev tecrîd bê şikandin. Li ser vî esasî di warê dîplomasî û lobî de em ê têkiliyên nû û xebatên nû bidin pêş xwe. Em ê di van dosyayên ku em pêşkêyî Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropayê bikin de bixwazin ku zagon û qanûnên xwe têxin meriyetê. Em tiştekî zêde jiwan naxwazin. Em ê bixwazin zagonên xwe pêk bînin, erk û peywirên xwe pêk bînin.

Rêber Apo 25 sal in girtî ye. Mafê wî yê heviyê heye. Di çarçoveya mafê heviyê de divê serbest bê berdan. Di aliyê hiqûqê de jî bi milyonan kesan bi îmzeyan vîna xwe diyar kirine. Gotine ev vîn û rêberê min e. Di mîtîngan, 8 û 21’ê Adarê de bi milyonan kes li Rêber Apo xwedî derketin. Bi milyonan kesan li qadan gotin Rêber Apo nûnerê min e. Vîna milyonan kesan ku di nava çar dîwaran de bê hiştin ne li gori hiqûq û mafên mirovan e. Ne li gorî hiqûq, sinc, zagon û mafê jiyanê ye. Li gorî hiqûqa şer jî nayê qebûlkirin. Hemû hiqûq vê yekê red dikin. Zilmek e mezin li ser gelê kurd heye. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser zarok, ciwan û her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev tecrîd rê li pêş alozî û kaosa şer vedike.

Gok bal kişand ser nêzîkatiya dostên kurdan a çalakiyê jî û wiha bi dawî kir: “Dostên kurdan diyar dikin ku dema hevdîtin pêk tê, alozî, qeyran bi dawî dibin. Dibêjin ev mirov alîgirê aştiyê ye, ne alîgirê şer e. Dibêjin çima nahêlin hevdîtin bê kirin. Li ser vê mijarê matmayî mane. Wate nadin vê yekê. Dibêjin kesên dixwaze xizmeta aştiyê bike NATO û Tirkiye çima dengê wî qut dike. Ji ber vê yekê bertekên wan pir zêde ne. Ji ber hiqûq tê binpêkirin pir bi hêrs in. Heta Rêber Apo azad nebe û pirsgirêka kurd bi rêya siyasî çareser nebe, dê çalakî û têkoşîna me bidome.”