3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd îşkence ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê bê zanîn ku Tirkiye li seranserî cîhanê yek ji welatên herî zêde girtiyên siyasî lê tên girtin e. Ev ji gelek aliyan ve tabloyeke tirsnaktir bi xwe re derdixe holê.

Ev zêdetirî 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ku ku tifaqa xwe li ser qirkirina gelê kurd û Tevgera Azadiyê daye avakirin hewl dide bi vê pergala tecrîda li Îmraliyê îradeya gelê kurd bişkîne û teslîm bigire. Li dijî van hewldanan ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê gelê kurd û dostên wan di nava têkoşîne girîng û bi wate de ne. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku bi beşdariya gelek rewşenbîr, siyasetvan, zanyar, hunermend û lêkolîneran di 10’ê Cotmaha 2023’yan de bi awayekî hemwext li gelek navendên cîhanê hat ragihandin yek ji van xebatan e.

Di çarçoveya pêngavê de gelê kurd û dostên wan li dijî pergala tecrîda ku hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî binpê kiriye li navendên cûda xebat tên meşandin. Bi van xebatan tê xwestin ku li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê êdî bi her awayî ji nirxên mirovahiyê dûr ketiye û li dijî gelê kurd veguheriye pergala şer û qirkirinê tedbîr bên stendin.

Bi vê boneyê bi beşdariya gelek hiqûqnas, siyasetvan û rewşenbîran di 11’ê Nîsanê de li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Hiqûqzanên ji bo Mafê Mirovan û Demokrasiyê yên Ewropayê li avahiya Parlamentoya Ewropayê konferansek li dar xistin. Di konferansa bi sernavê “Tecrîd, kirinên xirab û îşkenceya li zindanan” hat li darxistin de hiqûqzanên demokrat ên Ewropayê û Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî pergala tecrîda li Îmraliyê û bêhiqûqiya li ser Rêber Apo tê ferzkirin bi awayekî berfireh nirxandin.

Di konferansê de hat diyarkirin ku ji ber bêdengiya qada navneteweyî li girtîgehên dewleta tirk, bûyerên îşkence û muameleya xerab li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Bi hincetên kêfî û derqanûnî înfazên girtiyan tên şewitandin, cezayê hucreyê didin wan û ew ji mafên xwe yên herî bingehîn tên dûrxistin. Sedama van kiryaran jî bi pargala tecrîdê ve hat girêdan û çavdêr diyar dikin ku tecrîd veguheriye rejîma darvekirinê.

Divê bê zanîn ku Tirkiye li seranserî cîhanê yek ji welatên herî zêde girtiyên siyasî lê tên girtin e. Ev ji gelek aliyan ve tabloyeke tirsnaktir bi xwe re derdixe holê. Bi rejîma faşîst û qirker a AKP/MHP’ê re hiqûqê veguheriye amûra bingehîn a zexta siyasî. Tevî ku di meşandina vê pergalê de dewleta tirk hemû peyman û pîvanên navneteweyî binpê dike jî li hemberî wê bêdengiyek heye. Ev bêngiya sazî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî di konferansê de hat rexnekirin. Beşdarên konferansê li hemberî vê rewşa xirab ya ku roj bi roj hiqûqe diqedîne banga hişyariyê kirin.

Dewleta tirk a qirker di şexsê tecrîda li Îmraliyê de gelê kurd dike hedef. Ev tecrîd qasî ku derhiqûqiyê, her ewqas jî siyasî û piralî ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê ku divê bi awayekî sîstematîk bê meşandin, yek ji dînamîkên herî girîng ên têkoşîna aştî û demokrasiyê ye. Gelê kurd û dostên wan ji roja ewil de di vê rêbazê de israr kirin û xwestin li himberî vê pargala qirker vijdanê raya giştî têxin hereketê. Lê ji ber ku nêzîkatiya li hemberî gelê kurd siyasî tê dîtin di qada navneteweyî de weke tê xwestin li dijî vê tecrîda neqanûnî jî helwestek pêş nakeve. Lewma dema ji vî aliyî ve jî em dinirxînin konferansa ku pêk hatî ji gelek milan ve girîng bû.

Pêkhateyên konferansê li gorî encamên û rewşa xirab a li Ewropayê biryar dan ku li dijî tecrîd û îşkenceya li girtîgehan têkoşîneke bi bandor, yasayî û siyasî ya kolektîf bê meşandin. Ji bo vê jî bang li mekanîzmayên Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê kirin ku ji bo dawî li pêkanînên dijmirovahiyê yên li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê bên divê helwesteke çalaktir û gavên berbiçav bavêjin. Lê divê pêkhateya konferansê şopdarên vê pêvajoyê be. Ji ber ku hemû beşdarên konferansê kesayetên xwedî nasname û girîng bûn dikarin di vê mijarê de bibin xwedî rol. Ger di qada pratîk de bi erk û berpirsyarî tevbigerin dikarin bandorê çêkin.

Di konferansê de yek mijarên ku bi berfirahî hat destgirtin û nirxandin jî helwest û nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bû. Beşdaran anî ziman ku tevî gelek caran bang li CTP’ê hatiye kirin jî ew bi berpirsyariyên xwe ranebûye. CPT a ku qaşo erk û berpirsyariya wê ewe pêşî li îşkenceyê bigire, ji ber vê xemsarî û bêhelwestiya xwe bûye yek ji saziyên herî girîng ên îşkenceya psîkolojîk. Saziyên ku di nava tevna pergala kapîtalîst de hatine avakirin li gorî berjewendiyên vê pergalê tev digerin. Lewma CPT jî mîna gelek saziyan di mijara doza Rêber Apo de aliyê pargalê digire û nikare derveyî vê pargala zordest tu biryaran bigire. Ji ber vê yekê her çendî bang CPT tê kirin jî ew xwe ker û lal dike.

Konferansa ku di çarçovaya qonaxa duyem a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatî lidarxistin de bi mijarên ku hatin nirxandin astek girîng girt. Ya girîng ew e ku di konferansê de cara ewil di warê yasayî û qanûnî de pergala tecrîda li Îmraliyê ji aliyê hiqûqnasan ve hat destgirtin û nirxandin. Weke beşdarên konferansê jî anîn ziman careke din aşkere bû ku tecrîda li Îmraliyê bi her awayî derqanûnî ye û li dijî mafên mirovan e.