spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-DEM: Tirkiye bi êrîşan naxwaze DAIŞ’î bên darizandin

TEV-DEM'ê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bombekirina nexweşxaneya Til Rifetê ya ji aliyê Tirkiyeyê  ve da û ev tişt got: “Dewleta tirk, ji bo darizandina terorîstên DAÎŞ'ê asteng bike, êrîşên xwe zêde kirine."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beriya çend rojan  daxuyand ku wê dest bi darizandina DAIŞ’iyên di zindanên xwe de bike û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku vê der barê de piştgirî bide. Bi vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser re dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kir. Herî dawî nexweşxaneya Til Rifatê kir hedef û bombebaran kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), der barê êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyeke nivîskî da. TEV-DEM’ê, di daxuyaniya xwe de deklerasyona Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê biryara wê ya darizandina DAIŞ’yan bi bîr xist û destnîşan kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze darizandina DAIŞ’iyan asteng bike. TEV-DEM’ê, di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta tirk da û got ku Koalîsyon naxwaze mudaxaleyî erîşan bike û li dijî êrîşan “sekneke exlaqî” raber nekiriye.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê bi tevahî wiha ye:

“Bi ragihandina beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li girîtgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, dewleta tirk a dagirker êrişên xwe yên asîmanî li ser tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kirin.

Li hev kirina

Dewleta tirk a dagirker li herêmê gelek erebe û navendên li seranserî sînor hedef girt. Diyar e ku Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê naxwazin destwerdanê bikin an jî tu helwesteke exlaqî nîşan bidin. Bi wê re eşkere dibe ku her du aliyan li hev kirine ku Tirkiye ya ku kurd, ereb û tevahî pêkhateyan herêmê qetil dike, aciz nekin. Sedema bê bêdengiyê ew her du alî berjewendiyên xwe yên siyasî esas digirin û guh nadin berjewendiyên gelan.

Rewşa Şehbayê

Di vê demê de rewşeke bêistiqrar li Şehbayê heye. Sedema vê rewşê şerê ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê ragihandine û êrişên ketober û balafirên şer ên Tirkiyeyê ne ku qada di bin serweriya hêzên Rûsyayê yên li herêmê bi cih bûne û hêzên hikûmeta Şamê bin pê dike. Lê Rûsya û Şamê li hemberî êrişên faşîzmane yên dewleta tirk helwesteke zelal nîşan nadin. Lihevkirinên dewletên koma Astanayê lîstikeke binkeftî û nehevseng e. Dewletên koma Astanayê herêma Şehbayê kirine qada nakokî û şeran. Di encamê êrişên balafirên bêmirov ên dewleta tirk a dagirker gelek welatî dibin qurban. Armanca ji van êrişan şikandina îradeya gelê me û koçberên Efrînê ye.

Bombekirina nexweşxaneya Til Rifatê

Bombebarana hovane ya dewleta tirk a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê sûc û komkujiyeke nû ye. Armanc jê ew e ku jiyana bi hezaran nexweşan tune bike, destekê ji ser wan qut bike û wan neçarî koçberiyê bike. Ev nexweşxaneya yekane ye ku ruxmî êrişên rojane yên dewleta tirk û çeteyên wê û ruxmî ambargoya ku hikûmeta Şamê ferz kiriye, xizmeta nexweşan dike û rewşên lezgîn bi roj û bi şev pêşwazî dike. Ji ber bombebaranê ziyan bi nexweşxaneyê bûn û karê nexweşxaneyê rawestiya. Yek gefan li jiyana bi hezaran malbatên kurd û ereban ên li herêmê ne dixwe.

Berxwedana gelê li Şehba û Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe, vîn û îsrara ji bo berxwedanê û nîşandana helwestên nîştimanî yên girêdayî nirx û pransîban jî zêde dibe. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk a dagirker êrişên xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh dike da ku li ewlehî û îstîqrarê herêmê têk bibe û nehêle darizandina terorîstên DAIŞ’ê bi ser bikeve.

NY berpirs e

Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên wê yên têkildarî mafên mirovan û Xaça Sor a navneteweyî berpirsên van êrişan e û diyar kir ku bêdengiya wan a li hemberî sûcên dewleta tirk rê li ber karesateke rasteqîn vedike.

Em bang li gelê xwe yê kurd û tevahê gelê herêmê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana niştecih û koçberên Efrînê yên li Şehbayê ya li dijî siyasetên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta tirk. Eşkere ye ku dewleta tirk a dagirker tolê jî îradeya tevahî gelan hiltîne, ji ber vê yekê divê em li her cihî asta berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Ji bo gelên azad, hevgirtin fikr û çanda herî mezin a serketî ye.”