2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Azadî: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin yek

Şeniyên Qendîlê û nûnerên partî û saziyên kurdan Newroz li Qendîlê bi girseyî û coşek mezin pîrzo kir. Di pîrozbahiya li Qendîlê de Hevseroka Tevgera Azadî  Tara Hisên bang li hemû hizb û aliyên siyasî kir û xwest ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibin yek.

Bi hezaran şêniyên Qendilê bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, çareserî ji doza siyasî ya Kurd re’ li Binarê Qendîlê dest bi pîrozbahiya cejna Newrozê kirin.

Pîrozbahî bi coşek mezin dest pê kir û didome. Gel bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Newroz Pîroz be’ diqêre. Di pîrozbahiyê de hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) Tara Hisên peyama Tevgera Azadî xwend. Tara Hisên di peyamê de wiha got: “Em weke Tevgera Azadî di vê cejna Newrozê de bang li hemû gelê xwe, hêz û aliyên siyasî dikin, ji bo diyalog û çareserkirina hemû pirsgirêkan bêne rex hev û ji bo xwe berjewendiyên netewî bingeh bigirin. Em hemu nakokiyan bidin aliyekê, ji ber ku ji bo gelê me rojek dîrokî heye, divê hemû hêz hewl bidin ku ev derfet ji dest neçe û nekevin xizmeta projeya dagirkeriya Kurdistanê. Êdî bi destkeftiyên hizbî û malbatî ve mijûl nebin. Em bang li hemû gelên herêmê dikin, bê cûdahî bi têkoşînek demokratîk û dûrî zihniyeta netewperestiyê vê qeyrana ji ber hêzên destilatxwaz û nijadperest, derbas bikin.”