6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA’yê di Newrozê de peyama ‘Ev têkoşîn dê bidome’ da

Newroza Amedê ku bi tevlêbûna sed hezaran didome, aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica wiha got: "Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.”

Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan didome. Li gel barana zêde ya serê sibê di saetên nîvro de bi sed hezaran kes kom bûn. Newrozê bi rêzgirtin û agirê azadiyê dest pê kir. Piştî peyam hatin xwendin û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk derket ser dikê, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica di pîrozbahiyê de axivî.  Aynûr bi çepik û tililiyan derket ser dikê û wiha got: “Newroz, berxwedan e. Ev Newroz dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan.” Aynûr, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo şikandina vê tecrîdê li girtîgehan berxwedaneke mezin heye. Em vê berxwedanê silav dikin. Her wiha dayik jî di berxwedana Nobeta Edaletê de ne. Em têkoşîna wan jî silav dikin. Îro li vê qadê pêşengtiya azadiyê, jinên têkoşer dikin. Em bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ber bi civakeke azad ve dimeşin. Dê têkoşîna azadiyê ya jinan heta dawiyê bidome. Hewl didin têkoşîna me ya azadiyê asteng bikin. Lê belê em natirsin û dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.”

Aynûr, bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê qeyûman ji Kurdistanê bişînin. Em ê dîsa pergala hevserokatiyê bînin. Jin, jiyan, azadî.”

Zana: Em bi felsefeya Rêber Apo hişyar bûn

Siyasetmedara kurd Leyla Zana derket ser dikê.  Zana, Newroza kurdên li her çar paçeyan, pêşengên gelê kurd Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Melayê Cizîrî û hwd. pîroz kir û got: “Ew koka me ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Zekiye Alkan bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kir. Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê rojên reş ronî kir. Em tevek ronî kir. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be. Em bi fikrên kê şiyar bûn? Ji we dipirsim; em bi felsefe û fikrên Serok Apo hişyar bûn.” Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.