10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedhezaran di Newroza Amedê de azadiya Ocalan xwestin

Bi sed hezaran kesên tev li Newroza Amedê bûn, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest. Newroz bi gerandina govendê ya li ber stranên hunermend Mîkaîl Aslan û Arhat bi dawî bû. 

Îro bi sed hezaran Amedî û welatiyên ji bajarên derdorê hatin li Qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiyên Cejna Newrozê di 15’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” dest pê kir û îro li Amedê gihişt lûtkeya herî jor. Bi sed hezaran kesên li Parka Newrozê kom bûn, tevî barana zêde, ji tax û navçeyan berê xwe dan Amedê û hatin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de coşa li qadê kêliyekî jî nesekinî. Di pîrozbahiyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, bal kişand ser yekîtiya gelê kurd, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd. Aktîvîsta  TJA’yê Aynûr Sarica peyama berdewama têkoşinê da û got: “Ruhê Newrozê yê berxwedanê dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan.”. Siyasetmedar Leyla Zana jî anî ziman ku wan bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe nas kirine. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bang li sed hezaran kir. Ûçar, Newroza gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz wijdan, berxwedan û azadî ye.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bal kişand ser deklarasyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013’an û ev tişt anî ziman: “Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû. Weke DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Oalan in.”

Hevserokê HDK’ê Cengîz Çîçek jî peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de xwend. Ocalan di peyama xwe de got: “Em bi hevre bi zanebûn û vîneke xurt Modernîteya Demokratîk ava bikin.”

Di navbera axaftinan de hunermend Xezal, hunermenda Tunusî Emel Mathlouthi, hunermend Mîkaîl Aslan û Arhat derketin ser dikê û stran gotin. Gel li qadê bê navber diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest. Girseya bicoş a li qadê, tevî barîna baranê li gel stranan govend gerand û keyf kirin.