27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 8 navendan azadiya Ocalan xwestin

Bi deh hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyên Newrozên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn peyama 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dayîn. 

Li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li qadên Newrozê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û li dijî dagirkeriyê peyam dan. Bi deh hezaran kurd û dostên kurdan li 8 herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daketin qadan û Newroz bi coşa herî mezin pîroz kirin.

Li gundê Mamşûr ê Dêrikê, gundê Helîq ê Girkê Legê, gundê Dirêcîkê yê Tirbespiyê, bajaroka Hîmo yê Qamişlo, gundê Çaxirbazar ê Amûdê, Sed Xerbî (Bendava Rojava) a Hesekê, gundê Çolîstanê yê Dirbêsiyê û li Stadyuma Şaredariyê Qamişloyê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam dan. Di pîrozbahiyan de ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û avakirina Sûriyeke nenavendî, piralî peyam hatin dayîn.

Berxwedana gerîla û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin. Di axaftinan de bal kişandin ser projeya Rêveberiya Xweser û hate destnîşankirin ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriyê ev proje rêya herî guncaw e. Herî dawî komên muzîk, şano û govendê derketin ser dikê. Gel li gel stranan govend gerand. Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kobanê, Heleb û Şehbayê ji ber şert û mercên hewayê hatin taloqkirin.

Li aliyê din Kurdistaniyên li Lubnanê, dostên wan, nûnerên partî û komeleyan li herêma Damûr a Beyrûtê li derdora agirê Newrozê li hev civiyan. Qada ku pîrozbahiya ku ji aliyê Komeleya Çanda Newrozê ve hat lidarxistin, bi posterên Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û alên PKK’ê hat xemilandin.