28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Newroza Şengalê: Em ê dagirkeriyê têk bibin

Şêniyên Şengalê ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn, peyama "Ruhê Newrozê û felsefeya Rêber Apo wê dawî li dagirkeriyê bîne" dan.

Li Geliyê Kersê ya Şengalê Newrozê bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Şengalê bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re xweserî’ pîroz kir. Di destpêka şahiyê de peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û dezgehên civaka Êzidî, Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen xwend.

Rîham Hesen di destpêka peyamê de cejna Newrozê li malbatên Şehîdan, gerîlayên azadiyê û her wiha li gelê Kurd û civaka Êzidî pîroz kir û got: “Newroza 2024’an gelek girîng û bi wate ye. Gotineke Şehîd Mazlûm Dogan heye dibêje ‘Berxwedan Jiyan e, teslîmiyet xiyanet e’ û li zindana Amedê bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir. Di kesayeta Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşanan de em tevahî şehîdên Newrozê û şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Çawa di dîrokê de Deheqê zalim hebû di roja îro de jî zihniyeta Deheq berdewam e. Lê çawa Kawayê Hesinkar li hember Deheq serî rakir û dawî li wê zilmê anî  di roja me ya îro de jî bi ruhê Newrozê û fikrê Rêber Apo em ê dawiya dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta mala Barzanî bînin.

Bi soza ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ em ê tifaq û rêxistinbûn û berxwedana xwe xurtir û mezintir bikin. Her wiha ji aliyê din ve mizgîniya Tevgera Azadiyê ya  Newroza îsal nîşaneya serkeftin û pêvajoyeke nû ye ji bo hemû gelên azadîxwaz. Ev Mizgînî ji bo me pir girîng û bi wateya, ji ber ku dewleta Tirk bi teknîka xwe, êrîşî ser hemû gelên azadîxwaz dike. Her derbeka li dijmin bikeve ji bo me bi wateye.”

Rîham Hisam, di peyama xwe de bal kişand ser vegera Êzidiyan a Şengalê û wiha dom kir: “Gelê me ku vegeriyane ser axa xwe û cejna Newrozê pîroz dikin, ev bersiv e ji dijmin re ku dixwazin Şengalê ji gelê wê vala bike. Em di vir de peyama xwe didin ku em ê heya Şengal xweser û Azad bibe li ber xwe bidin û li hemberî hemû planan bi ser bikevin. Li ser vê esasî em ji Çiyayên Şengalê silav û hezkirina xwe ji şervanên azadiyê re dişînin û serkeftina wan pîroz dikin. Serkeftina wan serkeftina me ye. Em vê coşa Newroza xwe diyarî Serok Apo û şervanên azadiyê dikin û em dibêjin ‘Bijî Serok Apo, Bijî Newroz, Berxwedan Jiyan e û Teslîmiyet Xiyanet e.’”

Piştî peyamê meşaleya agir ji ajiyê dayikên şehîdan û berdevaka Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ve hat pêxistin û piştre koma govendê ya navenda Stiya Nexşa derket ser dikê.

Şahî bi stranên gelerî ji aliyê stranbêj Mûrad Feqîr ve destpê kir.

Hunermen Îdo Çelkî, Ferman Hewaramî, Berbang Hilat û hunermedên navenda Çand û Hunera Şengalê dê berhemên xwe pêşkêş bikin û şahî wê heya seatên êvarê dewam bike.