28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Dadê soza xwe pêk neanî

Emîne Şenyaşar ku li ser soza Wezîrê Dadê navber dabû Nobeda Edaletê, ji ber ku wezîr soza xwe pêk neanî, di 11’ê adarê de disa dest bi Nobeda Edaletê kir. 

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û 2 kurên wê hatin qetilkirin, didome. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, piştî ku Wezareta Dadê soza xwe bi cih ne anî, dîsa dest bi çalakiya nobeta Edaletê dike.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar hatibûn qetikikrin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê demek piştre nobet veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Li ser sozên wezaretê jî malbatê navber dabû nobeta xwe.

Lê piştî ku ev soz nehatin bicihanîn, malbatê biryar da ku dîsa dest bi nobetê kir. Emîne Şenyaşar di 26’ê tîrmeha 2023’yan de lêgerîna xwe ya edaletê veguhest pêşiya Wezareta Dadê û di roja 49’an de jî wezîrê dadê hevdîtina bi Emîne Şenyaşar re qebûl kiribû. Emîne Şenyaşar ji wezîr xwestibû ku kurê wê yê nêzî 6 sal in girtî ye bi awayeke negirtî were darizandin, neheqiya li wan hatiye kirin anîbû ziman. Wezîr û cîgirên wî jî anîbûn ziman ku di ferqa neheqiyên hatine kirin de ne û westibûn hinekî sebir bikin. Lê tevî ku 5 meh borîn jî Wezîr soza xwe pêk anî. Li ser vê yekê  Emîne Şenyaşar dîsa dest bi Nobeda Edaletê kir.

Di meha rojiyê de Şenyaşar ji 11’ê Adarê ve dîsa her roj diçe ber Edliyeya Rihayê û nobeda xwe berdewam dike. Her êvar fitara xwe li pêş edliyê ji bo edaletê vedike.