3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pergala Hevserokatiyê

M. Torî

Mirovê Zana bal kişandiye ser zanista kuantûmê û nêrîna zanistî esas girtiye û diyar kiriye ku giyanê xwezayê û heywanan jî heye û perspektîfa ku tenê mirovan navendî dike û her tiştên din dike obje, mehkûm kiriye.

Dema em li ser têgeh û bûyerên xwezayî yên gerdûnê yên wekî şev û roj, havîn û zivistan, mê û nêr, erd û ezman, giyan û laşê hûr bibin, em rastiyên bingehîn ên ku hevsengiya cîhanê û mirovan diafirînin, dibînin. Dema mirov bi awayekî neyekpare li ser van hûr bibe û wateyê li yekê bar bike û ya din veder bike, ev tê wateya mudaxeleya li xwezaya jiyana heyî.

Feraseta ku vê yekê dike, bi perspektîfa subjekt-objektê li ser pirsgirêkê hûr dibe û sedema bingehîn a vê yekê jî, nêzîkatiya bi bi perspektîfa zanistî ya pozîtîf e. Perspektîfa subjekt-objektê, heywanan û xwezayê wekî objeyan dide der û teoriyên “her tişt ji bo mirov e” diparêze. Kesên ku van teoriyan diparêzin, kesên xwedî egoyên bilind in û aliyê wan ê desthildariyê pir xurt e. Desthilatdarî û ego, nexweşiyeke pir giran e û yekane rêya rizgarbûna ji vê nexweşiyê jî demokratîkbûyîn e.

Dema em li dîrokê dinêrin, li gorî teoriya Darwînîzmê, ya bi hêz nijada bilind e. Charles Darwîn, di xebata xwe ya “Origin of Species”ê (Koka Cueryan) de, derpêş dike ku ferdên ku bi bandora hilbijirîna xwezayî re hevaheng in, xwedî avantajên saxbûnê û jinûve hilberandinê ne û ev taybetmendî nifş bi nifş tên veguhastin û diperisin. Ew, teza derbasdariya qanûnên daristanê diparêze. Ev teorî, bûye sedema perspektîfa faşîst a Adolf Hitler û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de sedema kuştina bi milyonan mirovan.

Mirovê Zana bal kişandiye ser zanista kuantûmê û nêrîna zanistî esas girtiye û diyar kiriye ku giyanê xwezayê û heywanan jî heye û perspektîfa ku tenê mirovan navendî dike û her tiştên din dike obje, mehkûm kiriye. Lê em dibînin ku hê jî di perspektîfa feodal û nêrîna li jinê de pirsgirêkên kûr hene. Bi perspektîfa serdema navîn nêzîkatiya li jinê, wê mirovî sedsalên din jî ber bi tarîtiyê ve bibe. Lewma, ji bilî nêrîneke yekpare tu çareyeke me tune ye. Ligel vê, nêzîkatiya ‘kevir jî radizê, kulîlk jî xewnan dibîne, heywan jî şiyar dibe û mirov jî pê dihese ku şiyar dibe’ ya di felsefeya Tao de, nêzîkatiya herî rast e. Gava ku em bi vî rengî lê binerin, em ê bibînin ku rastî bîrdoziya jiyanê ye ku hev diafirîne.

Hevjîn, tê wateya wekheviyê. Wekhevî, rêgeza bingehîn a demokrasiyê ye. Demokrasî tê wateya ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev qas ked û bedêl hemû ji bo demokrasî û pêkanîna pergaleke demokratîk tê dayîn. Bi vê ve girêdayî, kesê ku gava behsa “hevjîn”ê tê kirin tenê zewac bê bîra wî/ê, ev nişaneya nepêşketina wî/ê ya di warê demokrasî û mafên mirovan de dide der. Ev jî, rê li ber qeyranên piralî vedike.

Her çendî erka me ya sereke ye ku em paradîgmaya hevjiyana azad di her warê jiyanê de zindî bikin û bipejirînin jî, em hemû jî dizanin ku rê li ber vekirina gengeşiya wê û gengeşiyên ji ber otorîterîzmê derdikevin holê, tên wateya daxilbûna nava pergalê. Kesê ku guh nede vê yekê û xwe neguhere û veneguhere, di dawiyê de vediguhere yê li hemberî xwe û xwe tune dike. Karaktereke eznavendîparêz û xweperest, serdestiyê li mirov dike. Ev yek û rêgezên me yên têkoşînê tu carî li hev nakin û zirareke mezin dide. Hevserokatî û jiyana hevpar a azad, di warê civaknasiyê de bivênevêya civakîbûnê û civaka exlaqî û polîtîk e. Ji ber ku ya ewil hatiye eciqandin û mafên wê hatine desteserkirin jin e, rêbaza herî rast ew e ku mirov sererastkirinê ji vir bide destpêkirin.

Li ser vî esasî, em ê li gorî rêgezên demokrasiya radîkal ku em hewl didin ava bikin esas bigirin, ne feraseta mêrserwer a pênc hezar salî û bîrdoziya fermî ya dewletê. Di vê pêvajoya dawî de li hin bajaran û di şexsê namzetên hevşaredariyê de hewldanên gengeşiya pergala hevserokatiyê derketin holê. Bi taybetî jî aliyê mêr pratîkên ku karbidestiya îmzeyê di destê wan de be ferz kirin. Di paradîgmaya me de her kes wekhev e. Ji ber hindê, tenê kesên baweriya xwe bi paradîgmayê neanîbin, dikevin nava van gengeşiyan.

Nebawerkirina ji bîrdoziya rizgariya jinê û nebawerkirina ji şoreşê heman tişt e. Kesê ku ji şoreşê bawer neke, nikare bibe şoreşger. Ya herî baş ew dikare bibe axa an jî mîr. Ji bo vê jî ketina nava gengeşiyên bi vî rengî, xizmeta polîtîkayên şerê taybet dikin û dike. Pergala fermûarê, bi temamî pergalek e ku jin û mêr hev du temam dikin.

Hemû xebatên ji reng û nêrîn jinê bêpar, xebatên kêm in. Lewma divê bê diyarkirin ku gava em bi rastiya ‘heya jin azad nebe civak azad nabe tevbigerin’, em ê bêtir civakê û jinê fêm bikin. Bêguman ger dirûşma me ya ji bo bi ruh û cankirina demokrasiyê “Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin tên hezkirin, yên tên hezkirin bedew dibin” be, aşkere ye ku em ê zûtir encamê bi dest bixin. Berevajî vê, wê me bi temamî ber bi tasfiyekirina ve bibe.