28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêhevalên Rojnameger Nûjiyan qala têkoşîna wê kirin

Rojnamevan Jînda Asmîn, Hêvîdar Şengalî, di 7’emîn salvegera şehadeta Nûjiyan Erhan de, qala têkoşîna wê kir.

Di 3’yê Adara 2017’an de koma çeteyan a girêdayî PDK’ê ku navê Pêşmergeyên Roj li xwe kiribûn, êrişî bajaroka Xanesor a Şengalê kirin. Di êrîşê de rojnamevan Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) ku êrîş û berxwedana gelê Şengalê dişopand, birîndar bû. Nûjiyan Erhan piştî mudaxeleya destpêkê ya bijîşkan, veguhestin nexweşxana bajarê Hesekê.

Nûjiyan a ku ji pêngava rizgarkirina Şengalê û derdora wê ve rastiya herêmê radigihand, piştî 19 rojan, di şeva ku 21’ê Adarê bi 22’yê Adarê ve girêdide de (2017) de şehîd bû.

Rojnamevan Nûjiyan bi pênûs û kameraya xwe bibû dengê gelê Êzidî, lewre di salvegera 7’an a şehadeta wê de bîranîna wê hîn zindî ye. Li ser hîmê ku Nûjiyan û hevalên xwe ava kiriye, îro li Şengalê ragihandina jin sazumaniyek mezin ava kiriye; di warê dîtbarî, nivîskî û bihîzbarî de bûye xwedî tecrubeyên girîng.

Rojnamevan Jînda Asmîn ku li gel Nûjiyan Erhan demekê li Şengalê rojnamevanî kiriye, derbarê têkoşîn û bandora wê de ji ANHA’yê re axivî.

Li pişt xwe şopek hişt

Jînda Asmîn destnîşan kir ku Nûjiyan tenê bi ziman nayê vegotin û got: “Hinek mirov hene ku bi sekna xwe şopan dihêlin. Nûjiyên jî yek ji wan kesan e, bi sekin û keda xwe hat nasîn. Her tim bi pilan tevdigeriya û heta encam digirt dest ji kare xwe bernedida.”

Jînda da zanîn ku Nûjiyan hem fêrdibû hem jî fêr û hîs dikir, li hevaltiyek li ser hîmê zanistê dikir, tiştên ji rêzê qebûl nedikirin û her tim gotiye; “Pêwîste rojnamevan tişta nayê dîtin bibîne û bi teyisîne.”

Jînda Asmîn anî ziman ku Nûjiyan her xwestiye biçe cihê ku kes neçûye û lêgerînan bike, rastiyan ragihîne û wiha dom kir: “Bi vê hestê berê xwe da Şengalê. Ji wêne û dîmenên xwezayê pir hes dikir û bi hestên xwe didan. Şengal her bala Nûjiyanê de bû; beriya fermanê jî her dixwest biçe Şengalê û rojnamevaniyê birke. Şengal ji bo wê cihekî ji nû ve avakirina rojnamevaniyê bû.”

Bû dengê Şengalê

Jinda Asmîn bal kişand ku Nûjiyan li Şengalê mal bi mal geriyaye da ku rojnamevaniya jin  rêxistin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê li Şengalê ferman çêbibû û şer hebû. Her kêliya ku me jiyan dikir xwedî wateyek bû. Gelê Şengalê jî em didîtin û ji me bawer kir. Ji jinên Şengalê re bû ziman û nasnameya wan. Jinên Şengalê bi vê baweriyê nêzî Nûjiyan dibûn. Nûjiyan bawerî da jinên Şengalê, ji wan bawerî girt. Lewra niha bi dehan jinên Êzidî xebatên ragahandinê didin meşandin. Tevî derfetên kêm jî nêzî 20 jin tevlî xebatên ragihandinê bûn û hatin perwerdekirin. Jinên Şengalê cara yekemîn di karekî wiha de cîh digirtin. Niha jî li Şengalê gelek kes behsa Nûjiyan dikin. Rêheval Nûjiyan bi kameraya xwe êşa jinên Şengalê ji raya giştî re ragihand, bû deng û rengê jinên Şengalê. Bi saya keda rêheval Nûjiyan cîhanê êş û jiyana jinên Şengalê nas kir.”

Şengalî: Em bi feraseta Nûjiyan tev digerin

Rojnamevan Hêvîdar Şengalî ku niha di xebatên ragihandina Jin a Şengalê de cih digire jî, da zanîn ew li ser feraset û nêrîna Nûjiyan Erhan têkoşîna xwe dimeşînin û got: “Îro li ser têgihîştin û wateya ragihandina jinê ezmûnek girîng ava bûye. Di qada dîtbarî, nivîskî,û bihîzbarî de tecrûbeyek hatiye avakirin. Li nava civaka me bi taybetî di nava jinan de li hemberî ragihandinê baldarî û eleqeyek mezin heye. Bêguman ev têrî nake. Pêwîstî heye ku çendayetî û çawaniya wê bê zêdekirin.”

Hêvîdar diyar kir ku ew dixwazin bi nêrîna Nûjiyan, bi hest û ramanên wê bibin deng û rengê her jinek Êzidî û wiha pê de çû: “Em di her pêşketina xwe de tekoşîna hevrê Nûjiyan ji bo xwe dikin çavkaniya hêz û morale.”

Hêvîdar bibîr xist ku ji piştî fermanê heta roja îro li dijî civak, çand û baweriya Êzidiyan siyasetek taybet tê meşandin; dewleta Tirk a qirker û hevkara wê PDK bi armanca temamkirina fermanê her roj êrîşî destkeftî û nirxên pîroz dikin û got: “Dixwazin destkeftiyên bi ked, tekoşîn û xwîna Nûjiyan û bi sedan rêhevalên weke wê hatine bidestxistin, tine bikin.”

Hêvîdar Şengalî destnîşan kir ku ew weke ragihandina jin, xwe beprisyar dibînin ku van planên qirêj eşkere bikin û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Em dixwazin rastiyê ji gel re vebêjin. Em ji rastiya hevrê Nûjiyan fêr bûn ku çi dibe bila bibe divê em dest ji tekoşîna azadiyê û lêgerîna heqîqetê bernedin.”

Çavkanî: ANHA