2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Azadî: Yekane riya parastina gelê me, yekitiya neteweyî ye

Tevgera Azadî bi boneya salvegera bombebarana 49 salan berê gul danîn ser gorên şehîdan û wiha ragihand: “Tekane riya parastina gelê me ji komkujiyan, yekitiya neteweyî ye. Erka desthilatên Herêmê ye ku tezmînatê bide mexdûrên bombebaranê.”

Di 24’ê Nîsana 1974’an rejîma Baas a Iraqê bi balafirên şer û bombeyên napalm bajarokê Qeladizê yê ser bi îdareya Raperîn û Zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kir. Di bombebaranê de 163 welatiyan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 300 kes birîndar bûn. Beşek ji şehîdan mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya 49’emîn salvegera bombebarana Qeladizê, gul danîn ser gorên şehîdan û daxuyaniyek a çepemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Azadî Idrîs Ebdula ve hate xwendin û wiha ragihand. “Ji ber nakokiyên aliyên siyasî û dûrketina ji berjewendiyên gel, nekarîne xizmet ji vê bajarokê û mexdûr û qurbaniyên bombebaranê re bikin. Niha jî bombebaran û êrişên li ser gund û deverên herêmê berdewam in, bi taybet gundên li Binarê Qendîlê ji aliyê artêşa Tirkiye û Îranê ve têne bombebarankirin. Desthilatdarên Başûr beramberî van êrişan bê deng û bê helwest in û ev yek jî bûye sedema hêrs û fikarên welatiyan.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dem hatiye ku her kes bi dengekî bilind biqîre û bêje, ‘ji dagirkerî û komkujiyê re êdî bes e, dev ji nakokî, parçebûn, ezezî û girêdanbûna bi siyaseta dagirkeriyê re berdin’ û wiha hate domandin: “Siyaseta bihevrebûnê û yekitiya neteweyî, yekane riya parastina gelê me ji komkujiyan e. Erka desthilatdarên Herêmê ye ku bi awayekî cidî bala xwe bidin ser vî bajarokî û pêdawîstiyan ji bo wê dabîn bike. Her wiha tezmînatê bide qurbanî û mexdûrên bombebaranê.”