spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn: Komkujiyê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser salvegera Qirkirina ermeniyan û ev bang kir: “Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike.”

Komîsyona Li Dijî Nîjatperestî û Cihêkariyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di salvegera Qirkirina ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike” hate vekirin de namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Dersîm Dag, namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek kes tev lê bûn.

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn 2 milyon ermenî dijiyan û bal kişand ku piştî qirkirina sala 1915’an dest pê kir û di encama polîtîkayên serdema Komarê de ermenî ji jîngehên wan kirin der û têkildarî jiyana wan her tişt ji holê rabû. Keskîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Nifûsa ermeniyan ku tê texmînkirin nêzî 50 hezaran e, herî zêdê li Stenbol û 3 bajarên mezin belav bûye. Dewletê tenê ermenî îmha nekirin. Şopên wan jî jê birin. Îro li cihên ku hejmara ermeniyan lê zêde ye hûn şopên wan nabînin.”

Lêborînê bıxwaze, tezmîn bike

Keskîn, herî dawî wiha got: “Em weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku berî her tiştî divê neyê jibîrkirin ku qirkirin binpêkirineke mafan a bi destê dewletê hatiye kirin e. Înkarkirin binpêkirina mafan a herî bibandor, herî mayînde ye. Înkarkirin li ber pêvajoya hatina edaletê asteng e. Ji ber vê yekê em bang dikin: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike.”