6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser hedefnîşandina Umît Ozdag panela HDK’ê hat qedexekirin

Li ser hedefnîşandina Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag panela HDK’ê ya bi sernavê “Ji bîr neke qebûl bike, 1915” ji aliyê Walîtiya Enqerê hat qedexekirin.

Meclisa Bajar a Enqerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo salvegera Qirkirina Ermeniyan xwest bi sernavê “Ji bîr neke qebûl bike, 1915” li Enqerê panelek saz bike. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, li ser hesabê xwe yê medya sanal panelê hedef nîşan dabû. Li ser vê gelek hesaban jî xwestibû ku êrîşî panelê bê kirin. Piştî van geşedanan Walîtiya Enqerê li şûna ku bergirî bigire panelê qedexe kir.

Hevberdevkiya Bajar a HDK’ê ya Enqerê, der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hatdestnîşankirin ku bi hinceta qanûna hejmara 2911 panel hatiye qedexekirin û ev tişt hat gotin: “Biryara qedexekirinê şermezar dikin. Li ser hesabên medya sanal ji bo paneleke ku di çarçoveya mafê azadiya ramanê de bi awayekî zanistî hatiye amadekirin bangên tundiyê û dijminahiyê tên kirin. Her wiha ev bangên ji bo pêkanîna sûc in ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û hin kesên din ve tê berbelavkirin. Ji ber vê sedemê em panela xwe taloqî demeke pêş dikin.”