3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera queer, têkoşînên hevpar, siyasetên cuda

Kesên queer bi xwe jî wek nasnameyeke zayendî  (an jî nezayendî) wek ‘neletiyên ser rûyê erdê’ neçar in, nasnameya xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşin

Ji destpêka salên 2000’î û vir ve ye, di qada têkoşîna jinan û femînîstan de berfirehbûneke berbiçav heye. Êdî rojên têkoşînê yên jinan ên mîna 8’ê Adarê yan jî 25’ê mijdarê ne tenê (wekî kirde) bi tevlibûna jinan, di heman demê de bi tevlibûna kesên queer û yên xwe wek LGBTQI pênase dikin derbas dibin. Ev jî dihêle ku mijar û rengên têkoşînê jî girêdayî vê tevlîbûnê firehtir û pirî caran jî tevlihevtir bibin. Ev qada berxwedanê her çiqas di çarçoveya têkoşîna bindestan û marjînelîzekiriyan de wek qadeke hevkar bê dîtin jî pirî caran ji nakokî û nîqaşên hişk bêpar namîne. Yek mijara serekê ya vê qadê di pênasekirina zayenda jinan de wek ‘kategoriyeke polîtîk û têkoşînê’ de ye.

Bi pêşketina teoriyên queer mudaxaleyeke girîng di mijara nasname û pênasekerina ‘jin’ê de çêbû. Bi îdiaya ku hem zayenda civakî û hem jî ya biyolojîk ne xwezahî ne, lê ‘avakirî ne’, tevgera queer hewl da ku heteronormativiteyê wek bingeha hemî newekheviyan destnîşan bike. Li gorî wan a ku baviksalariyê avakiriye jî heteronormativîte ye. Ev yek jihevcudabûna bingehîn a teoriyên femînîst ên radîkal û teorîsyenên queer dide der. Lewre femînîzm ji destpêkê ve baviksalariyê wek nakokiya herî sereke di mijara serdestiyê de digire dest. Lê ya ku mijarê tevlihevtir dike, ev nûansa/analîza cuda ya navbera teoriya queer û tevgerên jin û femînîst nîne. Pirî caran ev analîza ji hev cuda nabe mijara gengeşiyê jî. Zêdetir pratîkên derdikevin holê û wêneyên li qadan dibin mijarên nîqaşê û tevger li gorî van pratîkan hevdu dinirxînin. Ev ne tenê girêdayî nîqaşên der barê tevgera queer e, hemû tevger jî bi awayekî bi pratîkên xwe, xwe didin der.

Ev jî dihêle ku dema tevgera queer serhildana xwe ya li hemberî baviksalariyê, li hemberî zordariya heteronormativîteyê bi amûr û pratîkên ‘marjînal’ bi kar tîne, bertekên cuda dikişîne ser xwe. Pirî caran armanc bi xwe provokekirin û bertekhişyarkirin be jî, dema ev provokekirin ne li hemberî pergala serdest, lê li hemberî hevkarên bindest be, pirsgirêk der tê.

Di vir de pirsgirêk zêdetir li ser pratîzekirina siyaseta queer e, ku gorî min ne li gorî teoriya queer bi xwe ye jî. Lewre kevneşopiya bîrdozî û siyaseta tevgerên jin û bindestan berxwedan û serhildanê berî her tiştî li ser bingeha îknakirineke bi hurmet pêş dixîne, ne li ser belawelakirinê ye.

Wekî hemû nêzikatiyan tevgera queer jî bi mudaxele û êrîşên pergala desthilatdar re rû bi rû dimîne. Ji naveroka wê valakirin, ji bo polîtîkayên neo-lîberal wek amûr bikaranîn, ji cewhera kolektîf dûrxistin, aliyên wî yên rêxistinî wendakirin û hwd. bi awayekî sîstematîk wek polîtîka li hemberî tevgera queer tên bikaranîn.

Pergala neo-lîberal bi qaşo xwedîderketina mafên queer dixwaze rehê têkoşer û rêxistinkirî ya vê tevgerê bikuje. Li hemberî vê derketin û helwest nîşandan jî bêguman di bin berpirsiyariya wan de ye. Ê ku dikeve ser milê me di qada têkoşînê de ji bo helwestên şoreşger û dij-pergal her tim cîh vekirine.

Zayendan wek ‘konstrukt/avakirî’ pênasekirin, destpêkê weke derbeke li têkoşîna jinan bide, hat dîtin. Lewre di bin navê ‘her tişt û her kes avakirî ye’ de xetereya serpêçandina bindestiya jinan ji hêlekê de û li hêla din xetereya nedîtbarîkirina têkoşînên jinan derdiket holê. Xetereya herî girîng ne di wendakirina têkoşînê de, lê bêwatekirina têkoşîna jinan di neha û pêşerojê de bû. Lewre dema jin wekî zayendeke biyolojîk û civakî dest ji zayenda xwe berdin, dê têkoşîna ji bo azadiya jinan jî bê wate bibe. Lê li hêla din, jin hin jî, heta li hin deveran ji berê zêdetir leqayî şîdetê, newekheviyê û bindestiyê tên. Ji-holê-rakirina zayendê mixabîn nayê wateya ji-holê-rakirina şîdeta li ser jinan. Lewma jî têkoşîna ji bo azadiya jinan wek zayend ne niha, ne jî mixabîn hîn demeke dirêj dê ji giringiya xwe û pêwistiya xwe tişteke winda neke.

Lewma li vê derê zayenda jin wek kategoriyeke polîtîk û berxwedêr pênasekirin ji bo hatina cemhev a tevgerên cuda helwesteke girîng e. Çi 8’ê Adarê, çi 25’ê Mijdarê, çi femîzîd û çi grevên jinan, kirdeyên van rojan her tim jin e û li derdora vê kirdeyê civîn, zayenda jin lawaztir nake, bîlakîs xurtir dike.

Di heman demê de rastiyeke jî heye ku kesên queer jî ji vê şîdeta baviksalarî pareke mezin, heta hin caran girantir distînin. Kesên queer bi xwe jî wek nasnameyeke zayendî  (an jî nezayendî) wek ‘neletiyên ser rûyê erdê’ neçar in, nasnameya xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşin. Ligel analîzên cuda yên li ser baviksalarî û serdestiyê, yê ku hevkariya tevgeran li qada têkoşînê pêwîst dike, ev yek e; ango êrîşa bêdawî ya baviksalarî û ya pergala kapîtalîst a li hemberî zayendên bindest.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê