7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çî ye ev faşîzm?

Faşîst çiqasî hincet ava bikin û hewl bidin kiryarên xwe rewa nîşan bidin jî wê yeko yeko têk biçin. Çawa Mûssolînî û Hîtler bi vê zêhniyeta xwe têk çûn û ketin sergoyê dîrokê, wê Tayyîp Erdogan û hevkarên xwe jî li ser şopa wan bin

Mirov faşîzmê bi tenê weke kirinên Hîtler û Mûssolînî fêhm bike û wan tenê weke diyardeyeke yekane ya faşîzmê bibîne, mirov dikeve dafika îdeolojiya lîberalîzmê. Ji ber ku ev yek ji berevajîkirinên wê yên herî girîng e.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo dana fêmkirina faşîzmê vê hişiyariyê dike. Vê demê divê em bikevin naveroka wê û bidin fêmkirin faşîzm û faşîst çi û kî ne. Niha em ê bûyerên desthilatan bijmêrên û bi mînakan faşîzm û dîktatoriyê bidin naskirin wê bi dawî nebe bêguman. Balkêş e ku berovajî Abdullah Ocalan diyar dike, dema mirov mesela li hin mercan lêdide ji bo şîroveya ser faşîzmê bixwîne ewil mînaka Benîto Mussolînî tê dayîn û wiha tê gotin: “Faşîzm ewil li Îtalya ji aliyê Benîto Mussolînî ve hat avakirin. Bîrdoziyek siyasî ya nijadperestiya radîkal  li ser dewleta otorîter e.” Weke din tê diyarkirin ku Mussolînî bi vê bîrdoziya xwe bû mînaka ji bo gelek bîrdoziyên nijadperest û bi nazîzmê re ev bîrdozî pir xwedî hêz bû.

Serweriya faşîzmê

Belê ev şîroveya faşîzmê niha pirsan ava dike, pirsên weke; gelo Abdullah Ocalan çima digihîje encamek ku faşîzm tenê bi Mûssolînî û Hîtler were fêmkirin wê çewt an jî kêm bimîne. Ji bo vê jî Abdullah Ocalan di dewamê de diyar dike ku heke tenê weke gotî bi Hîtler û Mûssolînî re sînordar bê destgirtin, wê demê digihîje qanaeta ku faşîzm di dema bloka Almanyayê di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bin ketiye, faşîzm jî binketiye û tune bûye. Lê ya girîng ev e ku bîrdoziya ku faşîzm xwe li ser didomîne were fêmkirin û dîtin.

Şîroveyek din ku bi me dide fêmkirin ku faşîzm tune nebûye ya Abdullah Ocalan ew e; faşîzm weke şêweyeke desthilatdariyê li nava dinyayê ketiye serdema serweriya xwe. Serdema hegemonîk û mezinbûna modernîteya kapîtalîst, serdema fînansa kapîtal a dema nêz û ev jî bi serdema dewleta netewe ya li ser civaka homojenkirî temam dibe.’ Civaka homojen ew civak e ku qirkirin bi ser de hatiye. Bi homojenkirinê re civak ji dîroka xwe ya rastî tê qutkirin.

Hinek taybetmendiyên faşîzmê ew in ku li dijî lîberalîzmê, demokrasiyê, sosyalîzma marksîst û komunîzmê ye. Di faşîzmê de yek netew, yek ziman, yek al… heye. Pirrengî tê de tune ye. Dema me got yek netew, yek ziman, yek al bêguman polîtîkayên dewleta tirk ên heta roja îro li dijî hemû neteweyên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tên meşandin tên bîra me.

Faşîzm û lîberalîzm

Di faşîzmê de hemû qadên civakê tekane bîrdozî derbasdar e. Çapemenî û saziyên medyayê neçar in li gorî vê bîrdoziya serok yan diktatorê weşanê bikin. Pêşî li dengên muxalefetê tên girtin, an jî hewl tê dayîn bê girtin. Çapemeniya derveyê wê bîrdoziyê tê qedexekirin. Fikrek yek tîpî tê pêşxistin û zextekê civakê tê pêş xistin. Li gorî rêgeza serokiyê ya faşîzmê, bîrdoziyek bi tenê tê îlankirin, ev bîrdozî li gorî dewletê, rêveberiyê tê birêxistinkirin û diyarkirin. Bi heman awayî di nav kargehan de jî tekiliya karsaz û karker bi desthilata karsazê di navbera wan de tê pejirandin. Piştî sedsala 19’an şunde nijadperestiya ku êdî zêde dibû di sedsala 20’an de gihîşt asta bilind. Di faşîzmê de bîrdoziya esasî nijadperestiyê ye. Faşîst vê yekê her tim bi gotinên ‘welatparêzî û nirxên nijadî’ binxêz dikin. Her çiqasî bi bîrdoziya lîberalîzm îro faşîzm berovajî tê nîşandayîn jî di esasê de faşîzm lîberalîzmê napejirîne. Ji bo wê jî hiqûqa welatê xwe li gorî berjewendiyên xwe dixe meriyetê, hemû kesên li dijî wî derdikevin dixwaze bikuje û vê jî bi polîtîkayên xwe rewa dike. Îddîa dike ku neteweyek ji neteweyên din bi nirxtir, mezintir û hêjatir e. Kesek bi tenê tev bi rê ve dibe û dikare li gorî vê bîrdoziyê, biryarên herî rast bigire.

Bîrdoziyên dijberî faşîzm jî di serî de komunîzm, lîberalîzm, demokrasî û muhafazakarî tên diyarkirin. Jixwe komunîst dijminên sereke yên faşîstan e. Lîberalîzm jî azadiya takakesî diparêze ango berovajiyê faşîzmê ye. Li gorî Lîberalîzmê rêya navîn li dijî faşîzmê divê were dîtin. Lîberalîzm felsefeyeke siyasî ye ku li ser azadiya takakesî hatiye avakirin. Eztî yan jî takekes fikirandin bingehek vê felsefeyê ye. Ev yek jî dibe sedema parçebûna civakê. Parçekirina civakê jî armanca sereke ya pergala kapîtalîzmê ye.

Demokrasiya dijminê faşîzmê

Dijminê faşîzmê yê esasî jî demokrasî ye, demoskrasî tê maneya rêvebirina gel bixwe (îro weke fikra xwe ya esasî li welatên rojava nayê bicihanîn). Her çiqasî dewletên Ewropayê îro xwe di bin navê vê de vedişêrin jî di esasê de piştgiriya dewletên faşîst dikin.

Dewletek faşîst girîngî dide hêza xwe ya veşartî ya çekdarî ku navendeke wê heye.  Dijberên xwe her tim dişopîne. Jiyana civakê leşkerî dike. Li gel wê hêzên xwe yên paramîlîter ava dike. Meşên wê yên girseyî yên leşkerî û nîşandayîna hêza wê ya leşkerî her li pêş e. Zanista ku qaşo divê xizmeta gelan bike dike bin lepên xwe. Bi seferberiya bloka xwe, bi propagandaya partiya xwe dixwaze gel bixe bin kontrola xwe. Her tim dixwaze civakê çavsor bike û bi taybetî jî li dijî şoreşgeran. Faşîzm di jiyana taybet û civakê bi giştî de her tim heq îdîa dike. Li gorî vê divê malbat bi zarokên xwe bi tevahî bibin yekparên faşîzmê. Di bin navê tevger û dewleta xwe de her tim şer bi pêş dixîne û dixwaze kesên dijber di siyasetê de tune bike. Têgihîştinek mîstîkî der barê dîroka xwe de ava dike, bi vî awayî dixwaze koka xwe kûr nîşan bide û dîsa heqê xwe yê dîrokî dixwaze. Her tim balê dikişîne ser lehengî, qehremanî û şerkeriya leşker û milletê xwe. Pêkhateyên mêrserwer her tim dixwaze mezintir bike û xîtabî ciwanan dike da ku ciwan bikişîne alîgiriya şer. Ev taybetmendiyên faşîzmê dikarin bi modela sê lingan bên nasîn ango nijadperestî, mîlîtarîzm û şovenîzm.

Ger pewîst bike mirov dikare navên berbiçav ên mîna Mûssolînî, Hîtler û Erdogan bide lê ya girîng li wir ne ev nav in, a girîng bîrdoziya ku heta roja îro jî xwe didomîne ye. Ji bo wê jî em digihîjin encama ku çima Abdullah Ocalan hişiyariya ketina xefikê dide. Mînak gotina faşîzmê, koka xwe ji Romaya Antîk digire, ji desteyek şivikê ku di serê wê de bivikek heye û navê wê ‘fasces’ e, tê. Ev nîşane pişt re li dijî şoreşa Fransayê, weke hêza dewletê hat bikaranîn. Divê di vê nasandina koka nav de jî em bibînin ku faşîzm yekser girêdayî pergala dewletê ye, divê jê qut neyê destgirtin.

Piştî 1926’an ev nîşane bû sembola fermî ya dewleta Îtalya. Sê maneyên vê sembolê derketin pêş û bûn bingeha propagandaya Mûssolînî. Ya yekem hêza dewletê, ya duyemîn milkê gel û ya seyem jî yekbûn e.

Faşîzma Mûssolînî û Hîtler

Dîktator Adolf Hîtler di pirtûka xwe ya ‘Mein Kampf’ ku tê maneya ‘Şerê Min’ de wiha behsa faşîzma Mûssolînî dike: “Şerê Îtalyaya faşîst li dijî her sê çekên sereke yên cihûtiyê dimeşîne, dibe ku di kûrahiyê de bê zanebûn be jî (ku ez bixwe bawer nakim), nîşaneya herî baş e ku li ser rêya yekser nebe jî lê diranên jehrî yên hêzên derveyî dewletê werin şikandin. Girtina çapemeniyê û bidawîanîna li marksîzma enternasyonal û berovajî wê avakirina bingehek xurt a avaniya dewleta faşîst wê bi salan bikira ku dewleta Îtalya li gorî daxwazên gel tevbigeriya.”

Me xwest bi vê mînakê ji bo dîtina bingeha hevpar a faşîzmê bide da. Di vê şîroveya Hîtler de ecibandin û pejrandina rêbazê Mûssolînî û mînakgirtina wî tê dîtin. Ji xwe Hîtler li xwe mikur hatiye ku dema wî xwe li qirkirina cihûyan rakişandiye, ji ceribandina qirkirina ermeniyan a hikûmeta Îttîhad û Teraqiyê îlham girtiye. Ango yek bi yek ger mirov parçeyan bîne gel hev tabloya faşîzm hîn zêdetir zelal dibe.
Lê divê li vir em binxêz bikin ku a girîng ew e ku em li vir bi wan navan re sînordar nemînin, a girîng ne ew e ku kî vê kiriye. Ji ber ku ev faşîzma em qala wê dikin heya roja me ya îro jî didome.

Hîtler digot, ‘xweza sînorên siyasetê nas nake, zindiyan datîne ser cîhanê û temaşeyî lîstoka hêzan dike’.  Ev şîroveya Hîtler nîşan dide bê ka mirovahiyê li ser dinyayê çawa weke navenda her tiştî dibîne û mantîqa Darwîn a ‘Masiyê mezin, masiyê biçûk dixwe’ dişopîne.

Ferqek biçûk di navbera faşîzma Mûssolînî û Hîtler de tê dîtin, yekê ji wan welatîbûnê esas digirt û yek ji wan jî ‘paqijiya’ xwînê esas digirt. Ango Hîtler xeta xwînê esas digirt û li dijî zewacên almanan ên bi kesên ji netewên din re derdiket. Ji bo wê jî mînaka cihûyan dida û digot, ‘zilamên cihû ji bo parastina cihûtiyê tu carî bi jinên ji netewên din re nazewicin, lê ji bo xeta neteweyên din a xwînê ‘qirêj’ bikin an jî cihûtiyê belav bikin jinên cihû bi zilamên ji neteweyên din re dizewicin û bi vî awayî xwe li her dera cihanê belav û bi cih dikin’.

Konfederalîzma demokratîk

Me heya niha sê mînakên faşîstan daye lê di dîroka cîhanê de bi dehan serkêşên faşîst derketin pêş û bi vê bîrdoziya xwe bûn sedema kuştina bi mîlyonan mirovan. Li Spanyayê Francisco Franco ji 1933 heta 1975’an desthilata xwe ya faşîst domand. Li Portugalê Antonio De Oliveira Salazar rejîma xwe ya faşîst di bin navê ‘dewleta nû’ de ava kiribû.

Li Avûstûrya jî ji bo li dijî Almanya derkeve hêzek paramîlîter a faşîst hatibû avakirin. Weke din di dema Şerê Duyemîn yê Cîhanê de li Yugoslavyayê tevgera Ustaşa ya faşîst hatibû avakirin. Li Arjantînê jî ji sala 1946’an heta sala 1955’an serokê dewletê Juan Peron, peronîzmê bi pêş xistibû. Li Belçikayê di sala 1930’yan bingeha reksîzmê ji aliyê Leon Degrelle li Valonya ve hatibû danîn. Armanca wî bi reksîzmê re nûkirina ehlaqê civakê bi nirxên dêrê û rakirina demokrasiyê bû. Li Japonyayê di dema Împarator Showa de bîrdoziya faşîzmê hat şopandin…

Bêguman dayîna mînakên bi vî rengî dikarin bêna dûvûdirêjkirin, lê em gihîştin encama ku Abdullah Ocalan jî bal kişandibû ser. Bîrdoziya faşîzmê divê bi kûrahiya xwe bê fêmkirin û armancên wê werin zelalkirin da ku mirov bikaribe bi bîrdoziyek xurt li dijî wê derkeve. Paradîgmaya ku wê dawî li faşîzm û faşîstan bîne jî paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Bi paradîgmaya demokrasiyê, azadîxwaziya jinê û ekolojiyê wê faşîzma ku bingeha xwe zêde ne dûr e têk biçe. Ên ku wê têk bibin li rojavayê Kurdistanê bi konfederalîzma demokratîk bingeheke din danîn. Sal 2012, roj 19’ê Tîrmehê. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinên kurd bingeha xwe danî. Li wir li dijî pergala faşîst a dewletên hegemon berxwedana herî mezin tê dayîn. Jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava piştî şoreşê, ji bo tevahî cîhanê bû modelek. Bi avakirina pergala demokratîk a dûrî dewletê, ji bo hemû netew, ol û zimanan jiyaneke aram tê pêşxêstin.

Li wir xewnereşka faşîzmê ya herî tirsnak tê jiyîn. Jiyanek pir-rengî, pir-netewî, pir-zimanî, pir-olî hatiye avakirin. Ev şoreş bû sedem ku rojane bi pêşengtiya dewleta tirk a dagirker êrîşên li dijî gelê kurd bidomin. Bi van êrîşan hewl dan çavên gelên herêmê bitirsînin, lê gelên li herêmê, egîdiya xwe raber kirin û bi her awayî li destkeftiyên xwe xwedî derdikevin. Hêzên faşîst ji têkoşîna azadiyê ditirsin û ji bo wê diranên xwe yên tûj nîşan didin. Lê encama wan êrîşan li ber çavan e, her ku diçe modela konfederalîzma demokratîk deng vedide û bala mirovahiyê dikişîne. Ev mereqa gel wê bibe sedem ku pergala dewletê ya faşîst hêz û bandora xwe winda bike.

Têkçûna faşîzmê

Bila xewnereşkên faşîstan jî weke rengên li Rojava pirr bin. Ji ber ku heya roja îro mirovahî zêde xirabî ji destê faşîstan kişandiye. Têkoşîna azadiyê têk neçû û wê têk neçe jî. Faşîst çiqasî hincet ava bikin û hewl bidin kiryarên xwe rewa nîşan bidin jî wê yeko yeko têk biçin. Çawa Mûssolînî û Hîtler bi vê zêhniyeta xwe têk çûn û ketin sergoyê dîrokê, wê Tayyîp Erdogan û hevkarên xwe jî li ser şopa wan bin. Ji ber ku rengê netewan, gelan, mirovahiyê bi reşahiya faşîstan nayê tarî kirin. Ji bo wê jî wêneyê jinên ku cilên xwe yên reş avêtin û bi cilên xwe yên rengîn balê kişandibûn ser xwe bînin bîra xwe. Ew wêne ne tenê wêneyek e, di heman demê de azadî û berxwedana ji bo azadiyê ye.

Salvegera Şoreşê li Rêberê konfederalîzma demokratîk Abdullah Ocalan, berxwedêrên azadiyê û hemû azadîxwazan pîroz be.