7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YAT’ê 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştin

Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dane ajansa ANF'ê Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) duh li gundewarên başûrê bajarê Hesekê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyon pêk anîn û 2 çete hatin kuştin.

QSD’ê ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên bi taybet perwerdekirî duh li gundewarên başûrê bajarê Hesekê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke taybet pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

 Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî QSD`ê di 19`ê Tîrmehê de bi desteka Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) û Koalîsyona Navneteweyî li bajaroka Deşîşe yê Şedadê li dijî şaneyeke terorîst a DAIŞ’ê operasyoneke taybet pêk anî û şane bêbandor kir.

Şane ji endamên ku destê wan di karên terorê û hewldana derbekirina aramî û îstîqrara herêma Dêrazorê û hedefgirtina welatiyan de hebû, pêk dihat.

Di encama operasyonê de 2 endamên şaneyê hatin kuştin, çeteyek bi saxî hate girtin. Her wiha ev çek û cebilxane hatin desteserkirin: 2 Çekên AK-47, 2 telefon, demançeyek, bombeyek, 3 jarjûrên demançeyan, rextek û çekeke nêçîrê.”