2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgerên çand û hunerê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Tevgerên çand û hunerê jî piştgirî da pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li hemû kesan kir ku tev li pêngavê bibin

Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Hunermendan, Komîteya Rewşenbîr û Wêjevanan û Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê daxuyaniyeke hevpar da û destek da pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” 10`ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû ragihandin.

Hevseroka Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê Gulbihar Omer daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê xwend. Bi dehan endamên rêxistin û tevgerên navborî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Gulbahar Omer bal kişandin ser alozî û qirkirinên li Rojhilata Navîn û ev yek wekî encama siyasetên dewletên hegemonîk nirxandin. Rêxistinên çandê destnîşan kirin ku di serî de gelê kurd, gelên cîhanê bi qirkirinan re rû bi rû ne û hişyar kirin ku eger netewedewlet bimîne, dê aştî li herêmê pêk neyê. Di dewama daxuyaniyê de diyar kirin ku şoreşa Rojava ya li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan, hemû gel, pêkhate, etnîk û olan digire nava xwe û ji bo tevahî cîhanê nimûne ye.

Gulbahar Omer destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gelek girîng e û got: “Ji bilî fikrên neteweya demokratîk tu tiştek gelên herêmê xilas nake. Divê hemû kes tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, beşdarên çalakiyê berê xwe da bin konê çalakiyê yê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajêr.

Çalakvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmên silavkirina berxwedana wî berz kirin.