17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY: Rewşa Xezayê felaket e

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku dê  êrîşên esmanî yên li ser Xezayê zêde bike û ji xelkên ku hîn li bakurê Xezayê ne re  got ku ji başûr birevin. Li gorî agahiyên dawî li Xezayê 2 hezar û 55 jê zarok 5 hezar û 87 kes hatine kuştin.

Berdevkê Hêzên Berevaniyê yên Îsraîlê ji rojnamevanan re got ku valakirina bakurê Xezayê dê “metirsiyên di qonaxên paşîn ên şer de kêm bike.”

Îsraîlê gelek tank û leşker li ser sînorê Xezayê bi cih kirin. Operasyona bejayî ya potansiyel dê kengê dest pê bike nayê zanîn. Ji xeynî Xezayê Îsraîl  dest bi êrîşa li Şerîeya Rojava ya dagirkirî kir. Di êrîşên Îsraîlê de di 24 saetên dawî de zêdetirî 4 hezar kes mirin.

NY: Rewş bêhêvî bû, niha felaket e!

Saziyên Neteweyên Yekbûyî di raporeke hevpar de trajediya li Zîvala Xezayê rave kirin, bang li cîhanê kirin ku di zûtirîn dem de gavan bavêje. Li Xezaya ku di bin bomberdûmanê de ye av û erzaq diqedin, sibê jî dê enerjiya nexweşxaneyan biqede. Di raporê de hat gotin, “Xeza beriya şerê dawî di rewşeke mirovî ya bêhêvî de bû.” Lê “Rewş niha felaket e.”