3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî biryara bêçalaktiyê jî artêşa tirk êrîşên xwe didomîne

Tevî biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê jî artêja tirk êrîşê xwe didomîne. HPG’ê ragihand ku dewleta tirk 19 caran êriş birine ser hêzên wan

Tevî biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê jî êrişên artêşa tirk ên li dijî qadên HPG’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); dewleta tirk di 27’ê adarê saet di 13.00 û 14.00’an de êrişî qada Sîda ya Herêma Zapê kir.

Hat ragihandin ku artêşa tirk di heman rojê de 17 caran bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM û herêmên Çemço û Sîda’yê kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik piştî erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de biryara bêçalakitiyê ragihandibû. Di heman demê de Hevseroka Konseya Rêveber şevê din bo Medya Habarê axivî û da zanîn ku wan biryara xwe ya bêçalakitiyê heta piştî hilbijartinê dirêj kirine.