spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Rê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê dixuyê

Di civîna koma parlementoyê ya HDP’ê de Mîthat Sancar axivî û diyar kir ku êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê û wiha got: “Ji bo rê li ber Riya Sêyemîn vekin pêşîn em ê vê îktîdarê têk bibin. Em ê yekitiya mezin a ku dê vê pergalê biguherîne ava bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û rojevên heyî nirxand. Sancar, da zanîn ku êdî îktîdara AKP’ê ber bi dawiyê ve tê.

Sancar bi hêviya ku Meha Remezanê bibe wesîleya bereket, edalet û aştiyê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Birçîtî, xizanî û hejarî roj bi roj zêdetir dibe. Sifreyên fitarê li gorî salên berê pir zehmetir tên danîn. Me di rewşeke wiha de dest bi Meha Remezanê kir. Lê hindik ma ye hevalên hêja; ji bo xilasiya ji vê îktîdara gel terkî xizanî û hejariyê kiriye hindik ma ye. Em di erefeya vê veguherînê de ne. Demeke nêz maye ku em welatekî mafên gelê me yê kedkar û sifreya wan mezintir bibe ava bikin. Êdî roj mane ku em dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin.

Em ê pêşî li tifaqa tarî bigirin

Bloka îktîdarê ji bo domandina hebûna xwe serî li her rêbazê dide. Di dîroka me de tu carî tifaqeke wiha tarî û talûke nehatiye avakirin. Yekitiya hemû hêzên demokrasiyê ya li dijî vê tifaqa tarî û xetere ji her carê bêhtir girîng e. Divê tu kes xwe ji vê berpirsyartiyê nede paş. Ji bo pêşîlêgirtina vê tifaqa tarî û talûke êdî dem hatiye ku em têkoşîneke hevpar bidin û îradeyeke hevpar nîşan bidin. Yên di serdemeke wiha dîrokî de xeletiyan bikin, wijdana gel dê wan efû neke. Em li berpirsyartiya xwe radibin û bibiryar in ku pêşî li ber tifaqa tarî û xetere bigirin.

Em ê 30’yê adarê  bernameya çareseriya demokratîk ragihînin

Em ê di 30’ê adarê de Beyannameya Hilbijartinê ragihînin. Hilbijartin êdî nêz bûne û em jî amadekariyên xwe bi kelecaneke mezin dimeşînin. Me hemû derfetên partiya xwe seferber kirine. Li rexekî serlêdanên bernamzetan û li rexa din jî danezana me ya hilbijartinê ber bi qedînê ve ye. Em ê di 30’yê adarê de bi hevdîtineke mezin vê danezanê ragihînin. Dê ev danezana me bibe bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê. Dê bibe bernameya rojên ronî, azadiya gelên me, aştî û edaletê. Dê bibe manîfestoya serdem û jiyana nû. Em ê tevî kadroyên xwe mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe, semt bi semt, febrîqe bi febrîqe û zevî bi zevî bigerin. Em ê bi tevahiya mirovên xwe re yekser peywendiyan deynin û bayê veguherînê bigihînin her devera Tirkiyeyê.

HDP’ê pêla guhrînê afirand

HDP’ê li welêt rê li ber pêleke mezin a guherînê vekir. Ji gelek derdorên cuda bo namzetiya partiya me eleqeyeke mezin heye. Em bi vê serbilind in. Eleqeya bo HDP’ê roj bi roj zêdetir dibe û ev yek jî nîşan dide ku HDP bûye hêvî. Hewl didin bi riya kûmpas û dozan pêşî li ber HDP’ê bigirin. Em dizanin ku dê serî li hemû lîstikan bidin lê em ê tevan jî vala derxînin. Me tevahiya xefikên wan texmîn kirin û vala derxistin. Me hemû tevdîrên xwe girtine û dê bêyî xetereyek hebe bikevin hilbijartinê.

Riya me riya sêyemîn e

Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Me soz dabû gelên xwe ku dê wan bê alternatîf nehêlin. Di hilbijartineke wiha dîrokî de me nexwest xetereyek çêbibe. Diviya bû me ev hêza guherîn û veguherînê bi veguhesta parlamentoyê. Dema doza girtinê didomiya me serlêdan kir. Me bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn fêm kir bê ka armanc çi ye. Me ev xefik û xetere tevek dîtin lewma me biryar da ku bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan. Em ê dersa herî mezin li ser sindoqê bidin îktîdarê. Êdî em hîn bûn ku hemû hîle û lîstikên wan vala derxînin. Bila ev jî bo wan bibe derd. Di 14’ê gulanê de navnîşana me diyar e. Hevalên hêja; riya me Riya Sêyemîn e. Navnîşan û riya guherînê Çep a Kesk e. Em di wê baweriyê de ne ku dê di 14’ê gulanê de rengê sindoqan bikin kesk.

Feraseteke nû hewce ye

Di serî de pirsgirêka kurd ku ji her alî ve pêşiya Tirkiyeyê digire, em ê hemû pirsgirêka bi riya guftûgoyê çareser bikin. Hewcehî bi feraseteke nû heye ku li çareseriyê digere û çandeke siyasî û zimanekî nû heye.  Red û înkarê sed sal bi vî welatî dan windakirin. Em ê ne bi ferasetên xwe ku dubare dikin lê bi feraseke nû bikevin sedsala duyemîn ku çareseriyê pêş dixe. Ev yek jî bi feraseteke siyasî ya nû pêkan e. Dirûşma me ev e; ne red û înkar lê naskirin û çareserî, ne zext û zilm lê tevlêbûn, azadî û wekheviyê dixwazin. Em demokrasiyeke bihêz dixwazin. Armanca me avakirina komareke demokratîk e.  Em bi israr dibêjin ku riya çareserkirina pirsgirêkan di siyaseta demokratîk de ye. Lewma em hilbijartina parlamentoyê pir girîng dibînin.

Pêşiya me ronî ye

An em ê tariyê hilbijêrin an jî rojên ronî. Dê rojên ronî bi me re bên. Lewma her deng pir girîng e. Dê bibin temînata pêşeroja me. Em dibêjin ku li dijî zilmê, wêraniyê, talanê, kedxwariyê em li vê derê ne û em ê bi hev re biguherînin. Ji bo parastina mafên kedkaran, ji bo têkoşîna jinan em li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin. Em ê bi zaliman bidin windakirin û dê mazlûm bi ser kevin. Dê Çep a Kesk bi ser keve, dê tifaqa me bi hev re bi ser keve û hemû gelên Tirkiyeyê bi ser kevin.”