3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tevî gefên Çînê Nancy Pelosi dê serdana Taywanê bike’

Ji doh ve tê meraqkirin gelo dê Nancy Pelosi tevî gefên Çînê serdana Taywanê bike û bi wê yekê aloziya di navbera DYA û Çînê de hinekî din zêde bike, an jî dê ji ber gefên Çînê serdana taywanê ji bernameya gera xwe ya welatên Asyayê derxîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Taywanê ya bi navê Liberty Times tevî hemû gefên Çînê dê Pelosi serdana Taywanê bike û balafira wê saet 17:20 li Taywanê dakeve. Her wiha di vê nûçeyê de behsa rotaya balafira Pelosi tê kirin ku li şûna di serderiyay Çînê re derbas bibe ew dê rotayeke din bikar bîne û di ser Endoneziya û Filipînê re derbasî Taywanê bibe.

Wekî berdewamiya gefên çînê jî balafirên şer ên Çînê bi çavdêriya serdana Pelosî re di ser xeta tengava Taywanê re firiyan.

Hêjayî gotinê ye ku piştî nûçeyên der barê serdana Taywanê de hatin servîskirin Çînê nerazîbûna xwe li dijî vê serdanê anî ziman û gef li Nancy Pelosi xwaribûn.

Wezareta Karên Derve ya Çînê der barê vê mijarê de daxuyaniyek dabû û tê de wiha gotibû: “Heke seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi serdana Singapurê jî bixe nava serdanên xwe yên Asyayê dê artêşa Çînê li dijî vê serdanê bêdeng nemîne.”