4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alîgirên El Sedir li parlamentoyê çalakiya rûniştinê didomînin

Bi kêmbûna xwepêşandanan re Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê asta tevdîrên xwe yên awarte kêm kir. Li gorî medyaya Iraqê xwepêşandêr li gelek parêzgehan dawî li xwepêşandanên xwe anîne û vegeriyane malên xwe.

Muhemed El Iraqî ku wekî wezîrê El Sedir tê binavkirin bang li xwepêşandêrên alîgirê Sedir kiribû ku dawî li xwepêşandanên li parêzgehên cuda bînin û vegerin malên xwe. Ji aliyekî din ve aliyê hevgirtina Kordînasyonî jî bang li alîgirên xwe kir ku dawî li xwepêşadanên xwe yên li derdora herêma Kesek bînin û vegerin malên xwe.

Tevî wê yekê alîgirên Sedir ên ku di parlamentoya Iraqê de dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn hê jî li cihê xwe ne û çalakiya xwe berdewam dikin.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî bang li aliyan kir ku çareseriyek ji vê rewşê re bibînin. Serokê Parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî jî piştgiriya xwe ya bi vê banga Kazimî re anî ziman û wiha got: “Em teqezî li ser wê yekê dikin ku divê hemû alî li derdora maseyeke çareseriyê li hev rûnin û ji bo çareseriyeke ku hemû aliyan razî dike dest bi gavên pratîk bikin da ku rê li pêşiya avakirina hikûmeteke nû vebe”