Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana ku piştî ji aliyê ‘polîsên ehlaqê’ ve qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, di meha 9’an de berdevam dike. Li kolanan protesto didomin û li aliyek din jî jinan li hember ferzkirina hîcabê li her deverê çalakiyên bêîteatiya sivîl li dardixin.
Kolan bê serhildan namînin
Duh şev di serî de li Sîne, Tahran, Karaj, Îsfahan û Jamê gel daket kolanan û hikumet protesto kir. Gelê ku li hember hikumetê dirûşm berz kir avahiyên Besicê (îstîxbarat) dan ber agir, li ser diwaran nîvîs hat nîvîsandin û pankartên girêdayî hikumetê çirandin. Hat xwestin ku cezayê darvekirinê rabe û heya derengiya şevê protestoyan dewam kir.