spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşaran got: Ji zilmê re bê deng nemînin

Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev peyam parve kir: "Bi baweriya me, temaşekirina zilma zaliman ji zalimbûnê ne cudatir e. Ji vê zilmê re hê zêdetir bê deng nemînin û edaletê pêk bînin."

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Têkoşîna malbata Şenyaşar a edaletê di roja 804’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye malbatê îro nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kirin.

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal, der barê çalakiya xwe de ev agahî parve kir: “Bi baweriya me, temaşekirina zilma zaliman ji zalimbûnê ne cudatir e. Ji vê zilmê re hê zêdetir bê deng nemînin û demildest edaletê pêk bînin. Heta ku edalet pêk were wê têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê bidome.”