2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cazîbeya sextekariya desthilatan

Wê tu nivîs an jî fîlozofî nikaribin derûnî û rewşa civaka girêdayî faşîzma kesk bi awayekî aşkera dane berbiçavan, helbet ev nivîs jî di nav de. Lewra wê armanca vê nivîsê jî ne rewşa civaka faşîst û nijadperest be. Lêbelê wê ev nivîs ji bo raberkirina bûyerên faşîzma kesk hewldanek be. Heke civak ber bi pêla faşîzmê ketibe, ji kuştin û xwînê hez bike, heke nijadperestî ketibe nav rayên civakê û heke civak bi awayekî bipergal fêrî van bûbe bê guman wê hest û nirxên civakê jî tune bibin. Şûna hest û nirxên mirovahiyê nijadperestî, çek, gulle, tank, top, balafirên bêmirov, kuştin, bêhna xwînê, rê, erebe û hwd. digirin. Lê ji bo van jî divê desthilatdar beriya her tiştî biryara tunekirina hest û nirxên civakî bide. Piştre ev desthilat hêdî hêdî qadê li hest û nirxên civakê yên wekî hezkirin, rêzgirtin, raman, wate, wijdan, exlaq, dilpakî, mafê mirovan ên gerdûnî û mafê jiyanê teng dike, wateyeke nû li azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê bar dike. Di esasê xwe de wekî Adorno jî dibêje “cazîbeya sextekariyê” heye, desthilata ev cazîbe fêmkirî ji bo civakê bixe bin kontrola xwe her tiştî rewa dibîne, her tiştî dike da ku karibe nirxên civakî tune bike. Lewra civak jî dikevin ber pêla vê sextekariya desthilatan û dikevin bin kontrola desthilatan. Di eslê xwe de civakên xwe xwedî dewletê dibînin zûtir ber vê pêla “cazîbeya sextekariya” desthilatan dikevin.

Her desthilat dixwaze civakeke nû û li gorî dilê xwe, plan û projeyên xwe ava bike. Ji bo vê jî ewilî hewl dide ku wijdana mirovan tune bike û şûna wê jî gulleyekî dane, piştre dest diavêje hezkirinê û şûna wê jî dijminatiyê didane. Hêdî hêdî exlaq û dilpakî li gorî nijadperestiya civaka nû teşe digirin. Bi vî awayî xweza û rastiyên civakan tên guhertin, helbet ji bo vê veguherînê demek pêwîst e ji bo desthilatan. Ev dem li gorî derew, deformasyon, amûrên bîrdozî û zorê tê guhertin. Li sermeselê çiqas şêx, mele û siyasetmedar ji bo desthilatê derewan bikin, civak jî evqas zû bandor dibe. Her wiha çiqas polîs û leşkerên millî ‘ê-din’ îşkence bikin, bigirin, bikujin ango ‘civaka millî’ çiqas zêdetir bêhna xwînê bike yan jî xwînê bibîne bêhtir hişk/millî dibe. Li sermeselê heke polîs ciwanên kurd li nav Stenbolê îşkence bikin, sirûdên şovenîst bi awayekî kelepçekirî û erdê dirêjkirî bi ciwanan bidin guhdarkirin, ev polîs bêhtir millî dibin. Di faşîzma kesk de berberî û ast bilindkirin heye, lewra amûrên zorê yên faşîzma kesk di nav hev de dikevin pêşbaziyê. Ji ber vê yekê ye ku her roj rêbazên nû yên îşkence, kuştin û binpêkirinên mafê mirovan derdikevin holê. Şovenîzm perçeyeka pergala faşîzma kesk e ku vê di bin navê netewperweriyê de rewa dibînin/dikin.

Netewperwerî di rejîma AKP-MHP’ê de rêbaza rewakirina faşîzma kesk e. Di vê rejîmê de her kes ji bo xwe netewperwertir nîşan bide di nav hewldanê de ye. Bi qasî ku tê dîtin, netewperweriya faşîzma kesk di eslê xwe de nijadperestî ye. Lewra îro hilbijartin li ser bingeha “hezkirina welêt, alê, tirkitiyê, tunekirin û terorîstkirina kurdan, şandina penaberan” dimeşe. Di van hilbijartinan de jî derket holê ku kî bêhtir netewperwer/nijadperest be, kî zêdetir behsa “bekaya welêt” bike, kî kurdan terorîst qebûl bike û kî behsa şandina penaberan bike, ew kesê millîtir be. Ev yek kesayetiyên qelp ava dike, kesayetiyên qelp kî desthilat be li kêleka wî cih digirin û qaşo li gorî berjewendiyên dewletê li kêleka dewletê cih digirin, lêbelê di rastiya xwe de li kêleka berjewendiyên xwe cih digirin. Ev kes xwe wekî netewperwerên herî mezin bi nav dikin û pêşengtiyê ji netewperwerên civaka avakerên dewleta millî re dikin. Li gorî van kesan temînat û sîgorteya dewletê ew in. Lêbelê ev kes dikarin di heman rojê de ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî hemû nirxên civakî bin pê bikin û bifiroşin. Li ser meseleyê rewşa Sînan Ogan û Ûmît Ozdag li ber çavan e.

Siyaseta Tirkiyeyê ya rojane li ser derew û dezenformasyonê dimeşe, di vê hilbijartinê de jî ev rewş derket asta herî bilind. Pêşengtiya vê yekê jî “biraderê mezin” Erdogan dike û hemû xebatên xwe yên hilbijatinê li ser derew û dezenformasyonê ava kir. Çawa ku tê gotin ku “heke derewek sed carî bê gotin wê wekî rastiyê bê qebûlkirin” Erdogan jî her derew bi sedan caran li qadan û li ser televîzyonan dubare kir. Ev qas dubare kir ku êdî wî bixwe ji wan derewên xwe bawer kir, lewra li xwe mikur hat û got ku ferq di navbera vîdeoyên montajkirî û yên rastî de tune ye.

Dîroka civaka tirkan jî hilweşandina dîroka dewletan e, ev yek bûye paranoya û ketiye nav rayên vê civakê, lewra kîjan desthilat tê ser kar divê xwînê bide van rayên civakê. Ji ber ku dîroka wan vê yekê li ser civakê ferz dike kesayetiyên qelp/sexte roleke girîng digirin ser xwe û civaka avakerê dewletê bi yek al, netewe, ziman, dewletê dadigirin. Sembolên îcatkirî amûrên sereke yên van kesayetiyên qelp in. Niha faşîzma AKP’ê û MHP’ê jî heman taktîk û pergalê dimeşîne da ku zêdetir li ser kar bimîne. Civakeke girêdayî televîzyonê ava kirin, lewra di carekî de 20 qenalan heman kes bi heman derew û dezenformasyonan derdikeve pêşberî civakê. Bi vê yekê civak ket ber pêla “cazîbeya sextekariya” Erdoganî. Li ser heman derew û dezenformasyonan Erdoganî, pêvajoya hilbijartinê bi rê ve bir, tevî ku diyar bû, Erdogan derewan dike jî ji sedî 50 civakê jê bawer kir û deng dan wî. Lewra di tûra duyem Kiliçdaroglu jî berê xwe da gotinên tijî faşîzm û nijadperestî.

Erdogan bi van derew û dezenformasyonan hemû nijadperestan li dora xwe dicivîne, hiş û mejiyê civakê kontrol dike. Dema hiş û mejiyê civakê bê kontrolkirin refleksa civakî di nav civakê de namîne, xema civakê ya ‘bekaya dewletê’ pêşiya her tiştî digire û civak dide ser şopa kesayetiyên qelp ku ew bixwe pêşengên nijadperestiyê ne. Di civakên nijadperest de şerê di navbera razberî û şênberiyê de di asta herî jor de ye. Civak ji Xwedê bawer dike lê tişta şênber hez dike. Tişta berbiçav her tim di nav civakên nijadperest de şîrîntir e. Ji ber vê yekê Erdogan erebeyên TOGG’ê derxistin holê, behsa balafirên bêmirov, tank, top û keştiyên leşkerî dike, vîdeoyên montajkirî li qadan pêşkêş dike. Erdogan ji bo xwe civakeke nijadperest a li ser tirsa xirakirina welêt ava kir. Takekesên endamên civaka nijadperest xwedî kesayetiyeka qelp, rizî û sexte ne. Ev kesayetî ji xwîn, îşkence, dagirkerkirin û kuştina ‘ê-din’ hez dikin. Lewra li ser şopa heqîqetê nameşin, rastiyê nabînin, li hemberî hemû bêedaletî, tunekirin, îşkencekirina kurdan bê deng dimînin û dikevin pey cazîbeya sextekariya desthilatan.