28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

The Economist: Erdogan wateya terorîstbûnê jî wek lîrayê tirk erzan dike

Di hejmara dawî ya kovara The Economist de ku yek ji rojnameyên heftane ya navneteweyî ye ku navenda wê li Îngilistanê ye, bi sernava “Gelo Tirkiye ji nirxên xwe zêdetir ji NATO’yê re pirsgirêkan derdixe?” gotarek hat weşand in. Di gotarê de, vetoya serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo serlêdana endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê û ev rewş li rojava rê li ber bertekên çawa vekir, hat nîqaşkirin.

Di gotarê de hat gotin ku welatên rojavayî gihîştine wê encamê ku ji pênaseya Erdogan ya terorîstbûnê nayê bawerkirin. Di gotarê de sedemên vê yeke jî wiha hatin pênasekirin: “Erdogan bi erzanî siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û kesên ku ji bo aşitiyê têdikoşin bi hinceta terorîstbûnê dike girtîgehan.”Her wiha hat gotin ku serokê AKP’ê gotina “terorîst” jî wekî “lîreyê tirk” erzan kiriye. Di heman nivîsê de hat gotin ku Erdogan bi astengkirina serlêdanên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endamtiya NATO’yê, gefa êrîşê li ser kurdên Sûriyeyê û gurkirina rageşiya bi cîranê xwe Yewnanistanê re dixwe. Hat gotin ku bi van nêzîkatiyan Tirkiye xeleka qels a NATO’yê ye. Di gotarê de hat diyarkirin ku dostaniya Erdogan a bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, li paytextên rojavayê bûye sedema bêhêvîbûnê û li rojavayê kesên ku digotin wê di şerê Ukraynayê de têkiliyên Erdogan û Pûtîn wê ji nû de bên dest girtin şehetîn.The Economist da zanîn ku îtîrazên Erdogan ên ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya li NATO’yê, pozîsyona Tirkiyeyê ya di nava tifaqê de zêdetir xera dike û Erdogan dijminatiya berfirehbûna rêxistinê dike.  Her wiha welatên NATO’yê ji ber vetoya Erdogan, plan dikin ku bi van her du welatan re peymanên ewlehiyê yên dualî wek alternatîfa endamtiyê pêk bînin û ji ber wê jî Tirkiye di vê mijarê de bi rîska bêbandorbûnê re rû bi rû dimîne.