4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hakki Boltan behsa Mehmet Alî Ertaş kir

Li Amedê di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê hatibûn girtin.

Ji rojnamegerên hatin girtin yek jê jî Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş e. Ertaş gava hatibû binçavkirin polîsan destên wî kelemçe kiribûn û 10 saetan bi wî awayî dabûn sekinandin.

Ertaş di sala 2003’yan de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kiriye. Ji wê demê heta niha gelek caran ji ber kar û barên xwe yên rojnamegeriyê hatiye binçavkirin. Di 9’ê cotmeha 2008’an de li Mêrsînê di dema şopandina nûçeyan de hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Ertaş demekê di girtîgehê de maye, paşê hatiye berdan û dîsa karê rojnamegeriyê domandiye. Di 29’ê cotmeha 2016’an de piştî DÎHA hat girtin di Dîhaber, Ajansa Mezopotamyayê, Azadiya Welat û herî dawî jî di rojnameya heftane ya Xwebûnê de wekî Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê kar û xebatên xwe dimeşand.

Rojnameger Hakki Boltan bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî û behsa Mehmet Alî Ertaş kir.

Hempîşeyê wî Hakki Boltan behsa wî kir. Boltan Ertaş wekî “mudawimê Çapemeniya Azad” pênase kir û got: “Niha gava behsa çapemeniya azad bê kirin ji kesên ewilî tê bîra mirov yek jê Ertaş e. Ji dil û can dixebitî. Çapemeniya Azad baş fêm kiribû û li gor wê dixebitî. Lewre gava hûn ji tiştekî fêm nekin hûn nikarin bi her awayî daxilî nav bibin. Yanî Mehmet Alî ji çapemeniya azad baş fêm kiribû û bi xebata xwe ev yek dida der.”

Ji bo kurdî hewl dida

Boltan diyar kir ku Ertaş li gel rojnamegeriyê ji bo pêşvebirina kurdî jî hertim tevdigeriya û wiha axivî: “Lewma niha her kes Mehmet Alî wekî mînak nîşan dide. Gava nûçeyek li ser ziman bihata çêkirin û di nûçeyê de şaşiyek bidîta, wê şevê xew bi çavên wî nediket. Demildest dixwest hevdîtinê bi wî hevalî/ê re bike. Gava pê re hevdîtin dikir bi saetan behsa çawaniya nûçeyê dikir. Ev yek nîşan dida ku Mehmet Alî tenê ne ji bo pêşvebirina xwe, ji bo pêşvebirina hevalên xwe jî tevdigeriya. Ev yek di esasê xwe de ji bo hîn bêtir pêşvebirina çapemeniya azad bû.”

Boltan da zanîn ku Ertaş di çapemeniya azad de wekî modelekê pênase dikin û wiha berdewam kir: “Ew ji bo me modelek e. Mehmet Alî ji bo pêşvebirina rojnamegeriyê bi dehan nivîs nivîsîne. Me bi saya wî nûçe dinivîsandin. Ji bo pêşvebirina me bênavber ked dida. Me bi saya wî  ji rojnamegeriyê hez kir. Mirovekî pir dilnizm û ji populîzmê qet hez nedikir. Ruhê çapemeniya azad bû. Wî xwe bi çapemeniya azad bi pêş ve biribû û bi ruhê çapemeniya azad tevdigeriya.”

Em ê rojnamegeriyê bidomînin

Boltan destnîşan kir ku xwarin û xew ji bo Ertaş “îşkence” bûye û got: “Mehmet Alî, digot ‘xwezî xwarin, vexwarin û xew tune bûna.’ Gava nexweş diket, me dixwest xwarinê bixwe, lê bi me re dixeyidî, xwe aciz dikir û digot, ‘Ma qey ez xwe nabînim? Ma qey ez nizanim ez çawa me?’ Gava dibû êvar em diçûn malê, lê  karê wî hêj nû dest pê dikir. Hertim ewilî ew dihat kar û hertim jî herî dawî ew diçû malê. Mehmet Alî ji roja ku dest bi kar kiriye heya niha bi heman ruhî tevgeriyaye. Lewma me tu carî şaşiyek wî nedidît. Ez dikarim şahidiya wî bikim ku ew ê ji niha û pê ve jî tu şaşiyê neke. Lewre wî ehliyeta herî mezin a rojnamegeriyê ji gel wergirtibû. Em ê bi ruhê Mehmet Alî xebatên xwe bidomînin.”