10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîza siyasî û êrîşên leşkerî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Iraqê krîza siyasî bi îstîfakirina parlamenterê tevgera Sadr re kûrtir bû. Serokê parlamentoyê Muhamed Helbûsî hewl dide rêya çareseriyê bibîne. Lê di halê heyî de çareseriya vê krîzê zehmet xuya dike. Dewleta tirk a dagirker ku di vê krîzê de rola wê heye, dixwaze ji vê rewşê fêde bibîne û dagirkeriya xwe ya li herêmê hêsantir bike.

Di sala 2019’an de ji ber bêîstîqrarî, gendelî û bêkariyê li Iraqê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Navenda van çalakiyan Bexda û bajarên şîî yên li başûrê welêt bûn. Hikûmeta Kazimî ya ku bi îdiaya serastkirina aborî û pêşîlêgirtina gendeliyê hatibû ser erkê bû hedefa van çalakiyan. Hikûmeta Kazimî li dijî çalakgeran serî li rêyên tundî da. Li gorî daneyên fermî di van çalakiyên protestoyî yên bi mehan dewamkirî de herî kêm 600 çalakger ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.

Bi vê mudaxelaya dijdemokratîk, hikûmeta Kazimî ji gelek aliyan ve bû hedefa rexneyên tund. Lewma ji bo pêşî li van rexneyan û bêîstiqrariya heyî bigire parlamentoya Iraqê biryara hilbijartinên pêşwext da. Di 10’ê cotmeha 2021’ê de li seranserê Iraq û başûrê Kurdistanê di bin siya krîza siyasî de hilbijartin pêk hatin.

Rêjeya kêm a çûna gel a li ser sindoqan aşkera dike ku hêviya gel ji aliyê siyasî nemaye. Lewma ji bo krîza siyasî ya li Iraqê hilbijartin jî nebûn çareserî. Tevî zêdetirî 8 meh di ser hilbijartinên Iraqê re derbasbûne jî hikûmeta nû nehatiye avakirin û wisa diyar e ku wê neyê avakirin jî.

Tevgera şîî ya Sedr ku di hilbijartinan de bûbû partiya yekemîn, ji bo pêşî li hilbijartineke nû veke îstifayên wekîlên xwe pêşkêşî serokatiya meclîsê kir. Li ser îstifaya wekîlên Sedr, namzetê serokwezîrtiyê tifaqa Sedr, PDK û Suniyên Baasî Mihemed Cefer xwe paşde vekişand. Namzedê serokkomarî yê tifaqê yê PDK’î Rêber Ehmed jî ji namzetiyê vekişiya.

Li aliyê din, piştî îstifaya wekîlên Tevgera Sedr, Tifaqa Şîî ya bi pêşengiya Malîkî jî bi awayekî awarte li hev civiya. Tifaqa Şîî hewl dide ku Tevgera Sadr qane bike ku îstîfaya wekîlên xwe paş ve bikişîne. Lê wisa diyar e ev pir zahmet e.

Piştî biryara îstîfayê çav zivirîn ser serokê meclîsê yê sunî û şirîkê tifaqa Sedr û PDK’ê Muhamed El Helbusî. Helbûsî hem li welat û hem jî li derveyî welat bi armanca çareseriya vê krîzê di nava hewldanan de ye. Piştî qebûlkirina îstifaya parlamenterên tevgera Sad, Helbusî berê xwe da welatên ereban û çû Urdunê. Beriya vê serdanê Serokê Parlamentoyê diyar kir ku berovajî îlankirina hilbijartinên pêşwext ew ê hewl bidin ku cihê wekîlên îstifakirî tije bikin. Lê nayê zanîn ku ji bo hejmara parlamentera bê temamkirin wê rêbazeke çawa bi kar bînin. Di rastiyê de ew jî dizane ku di şertên Iraqê de zahmet e ku ew bikaribe vê valatiyê dagire.

Lê wisa diyar e ku ger ji vê krîzê re di demek kurt de çareseriyek neyê dîtin rewşa Iraqê ya siyasî û aborî wê xirabtir bibe. Ev jî wê pêşî li gelek senaryoyên cuda veke. Çavdêrên siyasî û pisporên Iraqê dibêjin ger biryara hilbijartinên pêşwext neyê girtin, wê krîza siyasî kûrtir bibe. Ger ev krîz kûrtir bibe senaryoyên mîna parçekirina Iraqê jî li pişt perdeyên tarî tên nîqaşkirin. Lê ev sanaryo çiqas cidî ne ango rast in nayên zanîn. Tişta tê zanîn û berbiçav ew e ku krîza heyî ber bi wir ve diçe.

Bêguman welatên cîran ên mîna Tirkiyeyê jî hewl didin ku ji vê krîza siyasî sûd bigirin. Li Bexdayê ji ber krîza siyasî û lewaziya îradeya siyasî li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker helwesta ku tê xwestin dernakeve pêş. Lewma dewleta tirk hewl dide ji vê krîza heyî sûd wergire û li herêmê siyaseta xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Ger derfet bibîne wê di çarçoveya peymana 9’ê Cotmeha 2020’î de bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Kazimî de bixwaze êrîşî Şengal û Mexmûrê jî bike.

Di çarçoveya vê peymanê de roja 15’ê hezîranê balafirên dewleta tirk êrîşî nahiya Sinûnê ya Şengalê kir. Dewleta dagirker ji bo bikaribe van êrîşên xwe dewam bike pêwîstî bi hikûmeta Kazimî dibîne. Lewma ji bo ev hikûmeta ku çavê xwe ji êrîşên dagirkeriyê re digire li ser erkê bimîne jî her cure qirêjiyê dike.

Hikûmeta Kazimî ya ku ji roja hatiye ser erkê heta niha bûye kuklayê destê welatên cîran, ji ber vê êdî nikare bibe xwedî îrade. Bêhelwestiya wê ya li dijî êrîşên dewlata tirk vê aşkera radixe ber çavan.

Divê em bizanibin ku têkiliya êrîşên dewleta dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê û krîza siyasî ya Iraqê bi hev re heye. Dewleta dagirker vê krîzê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lewma ji bo bigihêje armanca xwe jî naxwaze ev krîz bê çareserkirin. Di vê mijarê de jî li Bexdayê bi alîkariya hevkarên xwe di nava siyaseteke qirêj de ye.