6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya

Tifaqa Ked û Azadiyê, li Navenda Giştî ya HDP'ê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya

Tifaqa Ked û Azadiyê, piştî ku tev li komcivîna HDP’ê bû li Navenda Giştî ya HDP’ê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Alîkara Serokê Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Sekretera Giştî ya EHP’ê Ozge Akman, endamên Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Julîana Gozen, Pelîn Kahîlogûllari, Berdevka Federasyona Meclisên Sosyalîst Bariş Kayaoglû û rêveberên Federasyonê Erdal Ataş û Dilşat Cambaz Kaya, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û Berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl tev li civînê bûn.

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî xwarina fîravînê li eywana MYK’a HDP’ê li hev civiyan. Wê di civînê de stratejiya tifaqê ya der barê hilbijartinê de û amadekarî û nirxandinên der barê namzetiya serokkkomariyê de bên nîqaşkirin.