6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tenê kesên hûn dikujin bila kurd bin!

Ercan Kûrkût, ji bo biryara necezakirina kujerê birayê xwe de got ku biryarê wan ji kûr ve birîndar kiriye û dewletê bi biryarê peyam daye polis û leşkeran ku dikarin kurdan bikujin.

Zanîngeha Îsmet Înonu ya Meletiyê beşa muzîkê dixwend, di sala 2017’an de dema ku xwest tev li Newroza Amedê bibe di 21’ê adarê de li qada Newrozê ya li navçeya Rezan ji aliyê polisan ve hat kuştin. Rojnameger Abdurahman Gok wêneyên kuştina Kûrkût kêlî bi kêlî kişandibû û belge kiribû. Lê tevî vê yekê jî Walîtiya Amedê û Miduriyeta Giştî ya Polisan hewl dabûn bûyerê berevajî bikin û bi awayekî din nîşan bidin.

Rojek piştî bûyerê ku wêneyên Gok kişandibûn hatin parvekirin rastiya bûyerê derket holê. Bi van wêneyan hat hînbûn ku daxuyaniyên der barê bûyerê de ji rastiyê dûr in û Kûrkût ji aliyê polisan ve hatiye kuştin. Der barê buyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî tespîtkirinê doz li polîsê kujer Yakûp Şenocak hat vekirin. Di encama darizandinê de polisê kujer beraet kiribû. Ji ber ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hatibû betalkirin careke din biryara darizandinê hatibû dayîn.

Di 17’ê çileyê de li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê danişîna ji nû ve darizandinê ya polisê Kujer Yakûp Şenocak hat dîtin. Di vê danişînê de heyeta dadgehê biryara “Cihê cezakirinê nîn e” da. Ev biryar bû sedema bertekan. Di serî de malbata Kûrkût û gelê kurd bertek nîşanî biryarê da. Siyasetmedarên kurd jî bi daxuyaniyên ku dan destnîşan kirin ku biryara daraza di bin kontrola desthilata AKP-MHP’ê ji bo wan nebûye suprîz.

Bêyî ku girtî bimîne beraet kir

Birayê Kûrkût Ercan Kûrkût ku li derveyî welat dijî, der barê biryara ku hatiye dayîn ji rojnameya me re axivî. Bira Kûrkût, diyar kir ku biryara ku hatiye dayîn wan ji kûr ve birîndar kiriye û wiha got: “Baweriya me ya ji edaleta Komara Tirkiyeyê bi vê biryara hat dayîn bi temamî bi dawî bû. Li gel bi sedan delîlan kujer bêyî ku rojekê girtî bimîne beraet kir û di nav me de digere.”

Kûrkût, bi bîr xist ku dewletê xwestiye ser bûyerê bigire lê bi saya rojnamegeriya Abdurahman Gok rastiya kuştina birayê wî derketiye holê û ev tişt gotin: “Rojên destpêkê yên bûyerê mala me ji aliyê polisan ve dihat şopandin. Ji ber daxuyaniyên min ên li Ewropayê dabûn çapameniyê li Tirkiyeyê polisan bi ser malên ku berê ez li wan mabûm de girtibûn û pirsa min kiribûn.”

‘Lîstika gemarî hat leyîstin’

Di berdewamê de Kûrkût, der barê mijarê de wiha axivî: “Piştî bûyerê salekê bi sûcdariya “kuştina qestî” ji bo ku kujer bi muebbetê bê darizandin doz hat vekirin. Hinek be jî vê hêvî da me. Lê tevî vê doznameya dozgeriyê jî kujer bêyî ku bê girtin hat darizandin. Pêvajoya darizandibûnê ji bo ku edet cihê xwe bibîne pêk hat û ji bo me veguherî îşkenceyê. Tu daxwazeke me û ya parêzerên me ji aliyê heyeta dadgehê ve nehat qebûlkirin. Lê hemû daxwazên kujer hatin qebûlkirin. Hemû derfetên dewletê ji bo paqijkirina polîs hatin xerckirin. Rapora destpêkê tevî ku kujer sûcdar dikir jî li ser îttîrazkirin û îfadeya ku kujer da ji nû ve hat sererastkirin. Bi kurtasî lîstikeke gemarî dihat leyîstin. Ne tenê ev, der barê polisên ku dema bûyerê delîl ji holê dan alî, Walîtiya Amedê û Walîtiya Meletiyê ku îşkence li cenaze kir de jî tu lêpirsînek nehat destpêkirin. Yanî gelek sûc hebûn û tu kesê ji vê bûyerê berpirsyar nehat darizandin. Tenê rojnameger Abdurahman Gok ku bûyer ronî kir hat darizandin û ceza lê hat birîn. Kujer jî beraet kir.”

‘Biryar me dike nav fikaran’

Kûrkût, herî dawî berteka xwe ya ji bo beraetkirina kujer bi van gotinan anî ziman: “Mixabin kujer di nava me de digere. Lewre dewleke ku destê kujer bi hêz dike heye. Ev biryar bi awayekî cidî me dike nav fikaran. Lewre ev biryar derî ji cinayetên nû re vekir. Dewletê, bi biryara ku da peyam da polis, leşker û her kesên ku destê wan çek digire û li Kurdistanê û her derê peywirdar kirine, kengî hûn dixwazin dikarin bikujin. Hûn ê bi tu awayî ceza negirin. Netirsin em li pişta we ne. Tenê kesên hûn dikujin bila kurd bin. Derdê me pêkanîna edaletê ye. Me ev êş heta mêjiyê hestiyên xwe hîs kir. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku Kemalên nû çênebin çi ji destê me bê em ê bikin. Bi milyonan kesên ku piştgiriya me kirin em jî bi rêzdarî wan silav dikin.”