18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Idlibê nerazîbûnên li dijî hikûmeta tirk

Meclîsa Şêwra Malbatên Dêr Hesen a Idlibê, daxuyaniyek der barê nêzîkatî û helwesta dewleta tirk a bi rejîma Şamê re da û tê de  rexne li siyaseta Tirkiyê ya li hember şoreşa Sûriyê kir

Meclîsa Şêwra Malbatên Dêr Hesen a Idlibê, daxuyaniyek der barê nêzîkatî û helwesta dewleta tirk a bi rejîma Şamê re da û tê de  rexne li siyaseta Tirkiyê ya li hember şoreşa Sûriyê kir. Malbatan di daxuyaniyê de hewldanên  hikûmeta tirk ya têkliyên bi rejîma Şamê re wekî xiyaneta şoreşê binav kir.

Der barê mijarê de daxuyanî wiha berdewam dike: “Rêjîma Tirkiyê 12 sal in hewl dide xwe weke hevalbendê şoreşa gelê Sûriyeyê nîşan bide, xiyaneta wê bi teslîmkirina Hisên Harmûş ji rejîma Esed re dest pê kir û piştre jî bi radestkirina Helebê berdewam kir. Piştî fermana vekişîna komên çekdar, piştî radestkirina wan deveran li pey hev, bi alîkariya xalên Tirkiyê û niha jî nêzîkbûna aşkera û rasterast bi rejîma Esed ya gunehbar re.”

Meclîsa Şêwra malbatên li Dêr Hesen a Idlibê di daxuyaniyê ev tişt anîn ziman:

  • Rejîma Tirkiyê jî bûye dijminê şoreşa me, mîna rêjîma Beşar Esed.
  • Girêdana komên çekdar bi îstixbarata Tirkiyê re, dûrketina wan koman ji riya wan û berdewamiya şoreşê û astengkirina eniyan, wan dixe yek rêzê bi rêjîma xayîn a Tirkiyê re.
  • Em bang li hemû kesên azad û birûmet li tevahiya ‘devera rizgarkirî’, li Idlibê û bakur dikin, ku şoreşa xwe pêk bînin û gemiyê birêve bibin berî ku binav bibe û berî ku rêjîma Tirkiyê me radestî Beşar Esed bike.
  • Em parêzgerê xwînê ne û xelkê şoreşê ne û em rê nadin ku ti kes riya şoreşê berevajî bike û wê rawestîne û heta ku em sax bin em ê li ser vê soz û peymana xwe bimînin.