19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Kurdistanî komkujiya Helepçeyê şermezar kir

Partiyên di nav Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, derbarê 34’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên di nav Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî de cih digirin amade bûn. Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas li dijî kurdên Helepçeyê komkujî pêk anîbû. Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kurd hatibûn qetilkirin.

Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek daxuyanî da û wiha got: “Komkûjiya 16’ê Adara sala 1988 qetlîama pêşeroja miletê kurd bû.  Ew êşa wê rojê ku li kurdistanê rûda nayê jibîr kirin. Ev kerasetek wiha bû deqake reş di dîroka mirovatiyê de. Dîrokzanan nivîsandina rûdana wê rojê şerm di kirin, destê wan di lerizi.”

Çiftyurek, anî ziman ku di 16’ê Adara 1988’an de, 12 hezar kurd ji alî hikûmeta Baas û Sedam Huseyîn ve li başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û wiha got: “Ev roj roja bîranîna komkujiyê ye ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de; li bajarên kurdan, bi taybetî Helebçeyê, pêk hatiye. Ên ku vê komkujiyê pêk anîn û bûn sebebê vê roja reş li hember têkoşina gel a bi biryar têk çûn, dîrokê nîşanê me da ku bi qetliam; zext û zordariyê, ji bo demekê, têkoşîna azadiyê dikare bê tepisandin lê nikare bê astengkirin.”

Çiftyurek, da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hember êzidiyan komkujî pêk anîn jî vê rastiyê tecrube kirin û bûn şirîkê têkçûyina Sedam û rejima Baasê û wiha axivî: “Ligel van tecrubeyan ev zihniyet, bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bikarnîna çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê hê jî didome. Sebebên girîng ên van êriş û qetlîamên ku di serdemên cüda yên dîrokê her tim derdikevin pêşiya me ji parçebûyina kurdan e. Li hember van êrîşan gele kurd bi têkoşîn û berxwedanên bêhempa bû xwediyê gelek destkeftiyên girîng. Ji bo ku em van destkeftiyan biparêzin pêdiviya me bi avakirina yekitiya netewî heye.”

Çiftyurek, da zanîn ku divê her partî, sazî û dezgeyên kurd di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û barê yekitiyê bidin ser milê xwe û wiha got: “Mebesta me ya sereke divê berjewendiyên netewî bin. Ji aliye birdzoziyê ve helbet di nav me kurdan de cudahî hene lê divê ev cudahî bibin pir rengiyên Kurdistanê û li hember yekitiyê nebe asteng. Di vê serdemê de li ber çavên me şereke hegomonîk diqewime. Weke her gav mexdûrê vî şerî jî dîsa gel in. Mirin, koçberî, zilm û zordariya li ser gelan a di vî şerî de careke din qetlîamên ku li Kurdistanê pêk hatine tîne bîra me. Bi hêviya ku aşitiyeke mayinde li tevahiya cîhanê pêk were em careke din komkujiya Helepçê şermezar dikin û şehîdên Komkujiya Helepçê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Çiftyurek, herî dawî da zanîn ku qet derfetê nadin ku êdî zarokên wan weke zarokên li Helepçeyê bi bihna sêva hilma xwe a dawî dan û bi guleyên topan jiyana xwe ji dest dan û got: “Piştî ve qetlîamê Divê kurd tekoşer bin da ku bîhna sêva li çiyayê kurdistanê nêrgizan şîn bikê û dengê topên wê rojê bi zîvirênine dengê sirûda azadîya kurdistanê. “