17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Gelê kurd komkujiya Helebceyê ji bîr nake

Balafirên artêşa Iraqê di 16’ê Adara 1988’an li ser bajarê Helebceyê, sûcên dîroka mirovahiyê kirin. Wê rojê bi çekên kîmyewî herî kêm 5 hezar kurdên sivîl hatin kuştin û nêzî 10 hezar Helebceyî birîndar bûn. Bi minasebeta salvegera komkujiya Helepçeyê KNK’ê daxuyanî da.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku wê gelê kurd tu carî komkujî û qirkirina Helebceyê ji bîr nake û ji hêzên navneteweyî xwest ku komkujiya Helebceyê weke Qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizînin. KNK’ê di daxuyaniyê de bibîr xist ku 16’ê Adara 1988’an rejîma dîktator û faşîst a Saddam 5 hezar kurd bi çekên kîmyawî bi rengekî hovane qetil kir.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Meha Adarê ji bo Kurdistanê meheke bi naveroka xwe û bûyerên di vê mehê de qewimîn gelekî bi trajedî, têkoşîn û serhildanê tijî ye. Yek ji van rojên herî bi trajedî, komkujî û qirkirinê 16’ê Adara 1988’an li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê bû. Li bajarê Helebçeyê zêdeyî 5 hezar kes ji aliyê rejîma dîktator û faşîst a Saddam ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ku di nava wan de zarok, jin û kesên bi temen hebûn. Ev qetlîama hovane hîn di mejî û ruhê gelê kurd de zindî ye û nehatiye jibîrkirin û wê ti carî neyê jibîrkirin. Her wiha di vê mehê de gelek qetlîam û qirkirin weke ya Helebçe ji aliyê dewletên koloniyalîst, faşîst û dîktator li her çar beşên Kurdistanê pêk hatine.

Qatlîamên bi vî rengî ne ji aliye rejîma faşîst a Saddam bi tenê pêk tên. Her wiha dewleta tirk jî, di dîroka xwe ya sed salî de gelek caran bi çekên kîmyawî qetlîam û qirkirinê bi vî rengî pêk aniye û hîn jî dewleta tirk çekên kîmyawî li hemberî gelê kurd, li hemberî xelkên sivil bê cudahî bikar tîne. Dewleta tirk di nav van 2 salên dawî de bi dehan caran çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadîyê û xelkên sivîl bikar aniye û hîn jî bikar tîne.

KNK careke din dixwaze ku qetlîam û qirkirina li dijî gelê kurd, a li bajarê Helebçeyê bi bîra raya giştî ya cîhanê bixe û dixwaze Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Dîwana Edaletê ya Navdewletî komkujiya Helebçeyê weke qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizîne.

Gelê kurd ti carî komkujî û qirkirina Helebçeyê ji bîr nake û wê her tim di mejî û ruhê kurd de zindî bimîne. Ruhê şehîdên Helebçeyê şad be.”