3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşketinên di diyaloga Rûsya û Ukraynayê de

Di roja 20’emîn a êrîşên Rûsyayê de ji aliyekî ve dorpêçkirina Kievê berdewam dike ji aliyekî din ve îro dîsa heyetê herdu welatan hevdîtineke din dikin.

Şêwirmendê serokê Ukraynayê Mykhailo Podoliyak ku serkêşiya heyeta diyaloga bi Rûsyayê re dike da xuyakirin ku tevî nakokiyên mezin ên di hin mijaran de pêşketin di diyaloga wan a bi Rûsyayê re heye û ew dikarin bi hevre bigihên çareseriyekê.

Mykhailo Podoliyak der barê hevdîtinên bi heyeta Rûsyayê re wiha got: “Em îro hevdîtineke din bi heyeta Rûsyayê re bikin, nakokiyên bingehîn hene lê bê guman mirov dikare li ser gelek tiştan jî li hev bike.”

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski jî bal kişand ser zehmetiyên diyaloga bi heyeta Rûsyayê re lê wî jî behsa hin pêşketinan kir û wiha got: “Diyaloga bi heyeta Rûsyayê re niha bêtir bi rengekî rasteqînî tê meşandin lê bê guman hinekî din dem jê re divê ji bo em bigihên lihevkirinekê.”

Civîna NATO’yê

Ji aliyekî din ve Wezîrên Parastinê ên welatên endamên NATO’yê civînek pêk anîn û li ser plana şandina leşkeran bo rojhilatê Ewropayê rawestiyan.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg da xuyakirin ku ev hevgirtina wan a leşkerî ku ji 30 welatan pêk tê divê ku li Ewropayê guhertinan di rewşa xwe ya ewlekarî de pêk bîne.

Jens Stoltenberg di vê civîna NATO’yê de li ser şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê jî rawestiya û wiha got: “Şerê li Ukraynayê li hemberî ewlekariya welatên Yekitiya Ewropayê bi xwe re rewşeke ewlekariyê ya nû tîne. Lewre jî divê em divê em rewşa xwe ya leşkerî li Ewropayê di ber çavan re derbas bikin”

Alîkariyên DYA’yê

Di demekê de ku heyetên Rûsya û Ukraynayê hevdîtinên xwe berdewam dikin û rê û rêbazên çareseriyê digerin, êrîşên artêşa Rûsyayê didomin. Ji aliyekî din ve DYA’yê piştgiriya xwe ya çekan a bi Ukraynayê re zêde dike.

Berdevkê Qesra Spî ya DYA’yê da xuyakirin ku dê serokê Amerîkayê Joe Biden îro hin alîkariyê din ên bi Ukraynayê re aşkera bike. Li gorî Qesra Spî dê Amerîkayê bi buhayê 800 milyon dolar çekan bide Ukraynayê. Beriya 2 rojan jî Biden ferman dabû ku bi buhayê 200 milyon dolar alavên leşkerî bidin Ukraynayê.

Ji aliyekî din ve Biden got ku ew niha nafikirin ku ezmanê Ukraynayê ji firîna balafiran re qedexe bikin ji ber ku ew dê bibe sedema şerekî giran ê nukleerî.

Balkêşe ku her îmkanên diyalogê bi pêş dikevin DYA’yê alîkariyên xwe yên leşkerî zêde dike.