8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî: Kuştina jinan li Başûr derketiye asta jor

Li Silêmaniyeyê di 12’ê adarê de bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê, bi dirûşma “Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin” û bi tevlibûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Şêwira Jinên Kurd hate lidarxistin. Şêwir, bi encamnameyê bi dawî bû.

Jinan di encama şêwirê de ev xal diyar kiribûn: “Pêwîste jinên kurd û Kurdistanê bi yekitî û hevrebûna xwe, sînorên ku dibin asteng derbas bikin. Pêwîste jinên Başûr û Rojava xwe li hemberî hev berpirsyar bibînîn û bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin. Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundiyê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaqî û wijdanî ye. Divê li hemberî vê yekê helwesteke hevpar hebe. Divê jin deng û helwestên xwe li hemberî partî û aliyên siyasî bilindtir bikin ku îradeya serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe. Parastina jinên êzdî li Şengal erkekê sereke yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên êzdî nehatine kewandin. Şêwira jinan bang li hemû aliyên kurd û Kurdistanê dike û dibêje ku azadiya jinên êzidî yên hatine windakirin erkekî niştemanî ye û divê hemû kes di vê çarçoveyê de bixebite. Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengiyê heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin. Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hemberî êrişên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên kurd. Em bang li hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo azadî û çareseriyê, li gorî mekanîzmeyeke hevpar xebatên xwe bimeşînin. Erka jinan e ku Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurdistanê li dar bixin. Divê jin li hemberî medyaya herêmî û dijminên kurdan ên ji bo reşkirina çanda kurdan xwedî helwest bin.”

Hevseroka Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûradî der barê armanca Şewira Jinên Kurd a Silêmaniyê de axivî. Zeyneb Muradî, ewil qala armanca şewirê kir û wiha got: “Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi pêşengiya Komîsyona Jinên Başûr a girêdayî Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) û Hevkariya Jinên Kurdistan a YNK’ê komxebatek hat sazkirin. Ev komxebat bi şiyara qetilkirina jinan rawestînin pêk hat. Em dibînin îro hem di asta cîhanî de û hem jî di Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê ku bi her alî şerekî mezin lê pêk tê, komkujiya jinan pir zêde ye. Kurdistan ku wekî navenda şer e, jinên kurd li vê navendê rastî qirkirinek mezin tên. Li çar aliyê Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan zêde bûye. Em her roj dibînin ku jinek tê kuştin. Bîlançoya kuştina jinan zêde bûye. Sedema kuştina van jinan li her parçeyekî Kurdistanê tê guhertin. Sedema parçeyekî li gorî parçeyê din cudatir e. Em dizanin ku 2 beşên Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye. Bi taybet bakurê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Li Bakur siyaseta taybet tê meşandin. Li dijî jinên çalak û siyasetmedar polîtîkayek taybet tê meşandin. Li dijî beşa Rojhilat ji Bakûr ne cudatir e. Rejîma Komara Îslamê dîsa dixwaze bi rêya jinan civakê hilweşînin.”

‘Li Başûr rêjeya kuştina jinan pir zêde ye’

Muradî, pirsa “Çima ev komxebat li başûrê Kurdistanê hat sazkirin?” bersivand û bal kişand ser armanca sedema komxebatê ya Başûr û wiha axivî: “Em dibînin ku li başûrê Kurdistanê rêje pir zêde ye. Bûye halekî berbiçav û metirsîdar. Em li başûrê Kurdistanê dibînin ku hikûmraniyek heye. Serbixwe dijî. Ne wekî dagirkeriya Tirkiye û Îranê ye. Her çend li bakur zextên hikûmetê li ser jinan hebe jî em dibînin ku têkoşîna jinan li asta cîhanê deng vedaye. Lê li başûr rêjeya kuştina jinan herî zêde ye. Her roj jin tên kuştin. Her roj jin ji aliyê zilam, bav, bira û kesekî nêzîkî wê ve hatiye qetilkirin. Dîsa kesên bersûc ji aliyê dadgehê û saziyên edaletê ve cezayê tê xwestin nabînin. Ji bo em li ser van mijaran niqaşên berfireh bikin ji çar aliyê Kurdistanê em hatin li vir kom bûn. Armanca sereke ew e ku em dixwazin êdî qirkirina jinan bi dawî bibe. Çi ji aliye hişmendiya desthilatdar û Netewe Dewlet ve çi ji aliyê hêza hundirin a desthilatdar ve mixabin em dibînin ku hişmendiya qirker, paşverû û baviksalar di nava civakê de fireh bûye û jinan dikin armanc.”

‘Ji çar aliyê Kurdistanê jin beşdar bûn’

Hevseroka KNK’ê Muradî, destnîşan kir ku ji çar aliyê Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetiyên serbixwe beşdar bûn û wiha berdewam kir: “Rengên cuda û pêkhateyên cuda yên nava civakê beşdar bûn. Ji bakur panelist hatin. Qala polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan dimeşînin kirin. Li rojhilatê Kurdistanê bi heman rengî. Ji Rojhilat li ser navê partiyeke Rojhilat hatin. Qala rewşa jinên kurd ên rojhilat kirin. Qala pergala yekperest û paşverû ku çawa siyasete li ser jinan dikin kirin. Li rojhilatê Kurdistanê dîsa nûneriya Rêveberiya Xweser hatin. Qala pêşkeftin û destkeftiyên Kurdistanê kirin. Disa em dibînin ku beşek zêde li Rojava di bin destê desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Wekî Efrîn û Serêkaniyê gelek îşkence tê kirin. Siyasetek taybet li ser jinan tê kirin. Li dijî jinan êrîşek taybet heye. Li Başûr jî li ser navê YNK’ê hatin beşdarî şewirê bûn. Wan jî qala jinên Başûr kirin. Li gel ku li başûr dîrokek têkoşînê ya dirêj heye jî em dibînin ku jin bê vîn hatine hiştin. Li navendên biryarê û di nava civakê de li dijî jinan êrîşek mezin heye. Pêkhateyên cuda, nûnerên cuda hatin. Lê mijar yek bû. Mijar rewşa jinan bû. Bi taybet qirkirina li dijî jinên kurd tê meşandin hat niqaşkirin. Çima jinên kurd? Ji ber ku dibînin îro jinên kurd xwedî felsefe ne. Xwedî paradigma ne. Xwedî hêzeke leşkerî û dîplomasî ye. Di nava civê de cih digire û pêşengiyê dike. Ya herî sereke jî li du beşên Kurdistanê pergala Hevserokatiyê heye. Ev jî wekî destkeftiyek mezin ji bo jinên kurd tê hesibandin. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar vê yekê wekî talûke li pêş xwe dibînin. Ji ber vê yekê roj bi roj êrîşên xwe yên li dijî jinan mezin dikin. Ji ber vê yekê me pêwistî pê dît ku em van mijaran li  vê komxebatê niqaş bikin.”

‘Hevkariya jinên êzidî erkekî neteweyî ye’

Zeyneb Mûradî, li ser niqaşên hatin kirin û biryarên hatin girtin ji rawestiya û wiha lê zêde kir: “Jinan di dîrokê de xebatên cuda kirine. Pişkeftin û destkeftiyên gelek mezin bi dest xistine. Li Bakur û Rojava, heta Başûr û Rojhilat destekftiyên mezin bi dest xistine. Lê mixabin pirsgirêkek heye. Ew jî nebûna yekîtiya jinan e. Cudahiya fikr û bocûnê wan hebe jî pêwistî hat dîtin ku îro jin bi yekdengî û yekgirtî tev bigerin. Li Amedê û Hewlerê konferansên jinan pêk hatibûn. Amadekarî ji bo konferansa sêyemîn a jinan hatibû plankirin. Lê ji ber sedemen cuda hat paşxistin. Xala herî girîng ew bû ku yekdengî û yekrêziya jinan derkeve pêş. Em çawa rê li pêş qetilkirina jinan bigirin. Nûnera jinên şengalê beşdarî şewirê bû. Rewşa jinên êzidî anî ziman. Anî ziman ku di dema fermana DAIŞ’ê ya 3’e Tebaxa 2014’an de êriş û îşkenceyên pir zêde pêk hatin. Lê îro di astek pir cuda de ne. Di asta siyasi û leşkeri xwedî hêz in. Di nava rêveberiye de cih digirin. Lê dîsa heman metirsiya li dijî jinan didome. Ji ber vê yekê wekî pêwistî hat dîtin ku di asta çar parçeyên Kurdistanêde li jinên êzîdî xwedî bê derketin. Piştgiriya jinên êzîdî têkoşîna ji bo hevkariya jinên êzidî weki erkekî neteweyî hat dîtin.

Dîsa bang li çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku êdî jin di her qadê jiyanê de cihê xwe bigirin û bineqişînin. Çi di aliyê siyasî de, çi di aliyê rêveberiyê de û çi di qadên din ên jiyanê de cihê xwe bigirin. Dîsa bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanî hat kirin ku piştgiriyê bidin xebatên jinên kurd. Li diji hêzên dagirker têbikoşin.  Hat diyar kirin ku dibe li başûrê Kurdistanê hin zagon ji bo parastina jinan hebe. Lê mixabin mev zagon nakevin meriyetê. Ji ber vê yekê bang hat kirin ku ji bo çalakkirina van zagonan mekanîzmayek bê avakirin. Ji bo parastina jinan derfetên zêdetir bên avakirin. Bang li hikûmet û parlamentoya başûrê Kurdistanê hat kirin ku van zagonan têxin meriyete. Mekanîzmayekê ava bikin.

Xala herî girîng ji bo jinên çar parçeyekî Kurdistan ew bû ku berpirsiyariyek neteweyî li ser milê jinan heye. Hat diyar kirin ku jinên her parçeyekî li dijî jinên parçeyên din xwedî berpirsiyarin. Mînak li bakurê Kurdistanê parlamenter, siyasetmedar û çalakvanên jinan hene. Li dijî wan êrîş hene. Tên îşkencekirin û girtin. Divê jinên parçeyên din jî li van jinan xwedî derkevin. Divê em mekanîzmayekê ava bikin ku karibin li hev xwedî derkevin. Dîsa li parçeyên din jî jin dema hatin binçavkirin û girtin, divê parçeyên din li wan xwedî derkevin. Divê em li hev xwedî derkevin.”

‘Pêwîste ji bo jinên çar parçeyan konferansek pêk bê’

Zeyneb Mûdarî li ser plana ku di şewirê de derket jî rawestiya û wiha got: “Ji bo yekgirtina jinan, ji bo yekîtiya neteweyî ya hêza jinan, pêwist hat dîtin ku ji bo jinên çar parçeyên Kurdistanê konferansek berfireh bê li darxistin. Di vê çarçoveyê de li her parçeyekî Kurdistanê em dikarin cuda bigirin dest. Biryar hat girtin ku ev komxebat berdewam bikin. Biryar hat girtin ku ji bo planên hatine kirin bê şopandin komîsyonek bê avakirin. Mekanîzmayek bê avakirin ku karibe bilançoya binpêkirina mafan bişopîne. Çi desthilatdariya Tirkiyeyê û çi desthilatdariya Îran bilançoya wan a fermî ya der barê qirkirina jinan de tune ye. Pêwist hat ditin ku ku dezgeh ango saziyek serbixwe ya jinên kurd bê avakirin û karibe bi mekanîzmayekê bilançoya tundî, zext û kuştina li dijî jinan bike rapor. Dîsa ji bo em karibin têkiliya di navbera çar parçeyan de xurt bikin plan hat kirin ku komxebat û panelan li dar bixin. Plan hat kirin ku ji bo rê li pêş parçebûna jinan bê girtin xebatên wekî panel, seminer û civîn bên amadekirin. Ji bo vê yekê plan hat kirin ku komîsyon bên avakirin.”