6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêpezkirina tixûbê cesteyê jinan bi behaneya testa bekaretê

Sergul Areş

Testa bekaretê wekî rêbazeke ji bo pêhesîna ji saxlemiya perdeya bekaretê tê zanîn ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve nayê pejirandin.
Parastina bekaretê heta dema zewacê di piraniya civakan da berbelav bûye û hin ayînan zagonên tund li hemberî vê mijarê pesend kirine, wek tê gotin li ba xirîstiyanan encama têkçûna perdeya bekaretê ji bo jinan, kevirkirin bûye. Yasayên bi vî awayî heta di ayîna Cihûyan de jî tên dîtin.

Di civakên nerîtî de parastina perdeya bekaretê heta zewacê, wekî pîvaneke ji bo ‘paqijî û namûsa jinan’ tê jimartin û her salê ji ber vê mijarê gelek zecir û kuştin çê dibin. Mixabin ev karesat li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî heye û yasa jî alîgirê wê ne.
Li welatê me ji mêj ve li ser parastina bekaretê heta beriya zewacê hestyarî hebûye û têkçûna bekaretê li Îranê û rojhilatê Kurdistanê akameke dijwar ji jinan ra çêkiriye, wekî dûrxistina ji civak û malbatê, kevirkirin û kuştin. Ji mêj ve ev mijar ji dê û bavên jinan re bûye fikir û dalxeyekê û ev tirs û fikir heta dema peyitandina paqijîya jinan wan bi belgeya bekaretê û nemaze heta şeva zewacê, bi dawî nayê.
Her çiqas girîngîdana bi vê mijarê berê li gelek welatan berbelav bû lê xuyaye niha ji bo gelek welatan êdî girîng nîne.

Meriv dikare ji çend rehendan ve vê mijarê dahûrîne, yek ji van biwara zanistê ye ku ji bo wê divê em bala xwe bidine nêrînên Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanê. Vê rêxistinê di sala 2018’an da belovokek belav kir ku bi hûrgilî ev mijar ji hêla zanistî ve dahûrandibû.
Di vê belavokê de; testa bekaretê rûmeta mirovahiyê, mafê parastina tixûbên taybet û xwedantiya cesteyê pêpez dike. Heqaretek e ji bo jinan û alaveke ji bo tundûtîjîyê. Dahûrandineke pergalîk li ser vê babetê aşkera kir ku ti belgeyek ji bo peyitandina vê mijarê tine. Ti testeka fizîkî nikare hebûn yan nebûna pêwendîya cinsî û her weha xamatiya kesekê bipeytîne. Bingeha vê mijarê bi ser civaka mêrzal, ciyawaziya rêgezî û tundûtîjiya li djî jinan ve dizivire.
Li dû belovoka Rêxistina Neteweyên yekgirtî hin welatan û hin welatên misilman jî ev test qedexe kirin. Norvec, Fransa û Pakistan ji wan dewletan in. Tevî tekîda vê Rêxistinê li ser zanistî nebûna vê mijarê, heta niha jî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ev test beriya zewacê tê girtin.
Sebaret bi vê mijarê, vê dawiyê têkoşaneke bi navê “bila testa bekaretê were qedexekirin” bi rê ve çû û ji serokê parlamentoya Îranê re nameyek hat şandin, tê de hatiye nivîsîn ku daxwazî tenê tiştek e, bila testa bekaretê were hilweşandin. Zêdetirî 24 hezar kesan ev name vajo kirin lê heta niha ti encameke wê nebûye û ji alîyê serokê parlamentoyê ve ti bersiveke bi daxwaza gel nehatiye dayîn.

Hebûn yan nebûna perdeya bekaretê
bi rêya venêrîna bijîşkî diyar dibe
Bi mebesta têgihîştin ji wîstên bijîşk û mamanan ji bo encamên vê testê me li gel mamaneka xelkê Sineyê ku nexwast navê wê eşkere be, hevpeyvînek çêkir ku di domê de em ê bixwînin.
Ev maman ku bi xwe wê testê ji jinan digire, tekîd kir ku bêguman hebûna pêwendiya cinsî ya jinan û saxlemiya perdeya bekaretê bi rêya venêrîna bijîşkî xuya dibe, lê mebesta Rêxistina Tenduristî ya cîhanê ev e ku hebûna pêwendiya cinsî beriya zewacê ne pirsgirêk e.
Lê zêde kir û got armanca me ji vê testê ev e ku em ji malbatan re bibêjin perdeya bekareta jinê heye û şiklê wê çawa ye, wekî din rengê gelek jin pêwendiya wan a cinsî ya beriya zewacê hebe lê tiştek li perdeya wan a bekaretê neyê û ew bi venêrîn û pişkinînan xuya nabe.

Mamanê rohn kir ku ji ber ku hê jî di civaka me de mêr vê yekê tênegihîştine ku hebûna pêwendîya cinsî pirsgirêk nîne û wê wekî xaleke nerênî ji bo jinan dizanin a baş ev e ku jin wê testê bidin, ji ber ku peyitandina wê, curekê bi wateya avrû û şerefa wê jinê û malbata wê ye û heta dema ku ev çand hebe, encama vê testê bêrêzî û biçûkxistina jinan nayê jimartin.
Wê tevî amaje bi vê ye ku gelek caran malbata jinan girtina vê testê dixwazin û li ser wê tekîd dikin, ragihand: gelek caran ji ber nerîta civakê û newêran ji jiyana pêşerojê, malbatên jinan dixwazin ku ev test were girtin û li gorî fikrên wan, bi vê şêwazê ji pêşeroja jina xwe piştrast dibin.
Di vê gotûbêjê da mamanê tekîd kir a ku Rêxistina Tenduristî ya cîhanê amaje pê kiriye li vir jî cihbicih dibe lê niha çanda civaka me vê yekê napejirîne û pêwîst e çalakvanên mafên jinan û rêxistinên fermî li ser wê mijarê bixebitin.
Wê her wiha got ku sedema tekîda Rêxistina Cîhanê ev e ku ew kesên destdirêjî li ser wan hatiye kirin û tirs û dilerawkeya têkçûna perdeya bekareta wan heye, bila bizivirîne ser jiyana xwe ya asayî û ew tirs têk biçe û piştrast bibin ku civak hebûn an nebûna perdeya bekaretê girîng nabîne.

Koka vê tundûtîjîyê bi ser
neyeksaniya rêgezî ve vedigere
Beyan Ezîzî çalakvana mafê jinan li ser vê mijarê got testa bekaretê yan ew babeta ku jê re “Virginity Test” tê gotin, şêwazeke tundûtîjîyê ye ku li ser bingeha cinsyetê hatiye damezrandin. Ev pênase ji wan hewl û têkoşanane pêk tê ku hin kes ji bo selmandina desthilat û wîsta xwe li ser jinan dikin.
Wê tevî amaje bi vê ku koka vê tundûtîjîyê bi ser neyeksaniya rêgezê ve vedigere û got bingeha vê testê li ser vê çemkê hatiye damezrandin, da ku rêgeza mê bipeytîne beriya pêkhinana pêvajoya jiyana hevbeş û dawetê heta niha, ti pêwendiyeke wê ya cinsî û cesteyî rû nedaye, yanî hêj jin e.

Ezîziyê rohn kir ku ev test niha li ofîsên bijîşk û mamanan bi rê va diçe û piştî wê jî belgeyekê didine jin yan hevjînê wê ku têde nivîsiye perde çi cureyî ye û herweha nîşan dide ku ew jin heta niha pêwendiya wê ya cinsî hebûye yan na.
Li gorî vê çalakvana mafê jinan li vir du pirsgirêkên sereke derdikevine holê û ew ser van dibêje: “Pirsgirêka sereke ev e ku bingeha wê testê ji hêla bijîşkî va dirust nîne û dibe ku nebûna vê perdeyê ji ber pêwendiya cinsî nebe û sedemên wê yên ciyawaz hebin. Ya duyem jî ev e ku ji ber pêşketinên bijîşkî dibe ku ev perde bi şêweyeke xwerû bi neştergeriyê bi awayê destkird were çêkirin.”

Ezîzî li ser akamên wê testê jî dibêje: “Tevî ew hemî paradoksên vê testê, ka gelo ji xeynî peyitandina desthilata mêrzaliyê li ser pişkinîna cesteyê jinan û herweha dirustkirina stres û tirseke hetahetêyî di nav cesteyê jinan de, çi sûdeka wê heye?”
Ezîzî tekîd dike ku testa bekaretê yek ji rontirîn ruxsarê vê cureya tundûtîjiyê ye ku xesarê digihîne kesayetî, şuhr, keramet, ceste û derûnîya jinan. Ev test ji xeynî vê ku stres, şerm, gumanê li hemberî kesayetî û hebûna jinan dirust dike, bi temamî ji aliyê yasayî va neyeksan e û ji hêla etîkî û mafê mirovan va, dijî mirovahiyê ye… (Didome)