spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriyeya duyemîn: Ukrayna

Piling Welat

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê di encama siyaseta îngîlîz a “parçe bike û bi rêve bibe” de 29 dewletên ‘ereb’ hatin avakirin. Gelên li van dewletên ku bi demokrasiyeke formalîte dihat birêvebirin, bi dehan salan di bin zextên rejîmên totalîter de tî û birçiyên demokrasiyeke rastîn man.

Dema ku di 18’ê kanûna 2010’an li Tûnûsê raperînên gelan dest pê kirin, her kesî bi çavekî erênî li van serhildanan dinêriya. Bêguman hemû berxwedan û serhildanên ji bo demokrasiyê binirx û watedar in. Lê ev raperînên ku bi daxwaza demokrasiyê dest pê kirin xaleke wan a balkêş hebû; plansaziya raperînan piranî di medya dîjîtal de hatin kirin lê bi esasî bêrêxistin bûn û bêpêşeng bûn.

Di encamê de rêxistinên îslamî yên weke Birayên Mîsilman ku zêdetir nêzî Rojava (Ewropa û Amerîkayê bûn) xwe xistin dewsa pêşengiya raperînan. Navê vê raperîna gelan jî weke Bihara Eraban, navekî nijadperest hat lêkirin. Piştre komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra derketin holê. Li gelek deverên ku raperînan destpê kir şerên ku bi salan dewam kir û di encamê de bi sed hezaran mirov hatin kuştin, qewimîn. Raperînên gelan li Sûriyeyê veguherî şerê sêyemîn ê cîhanê. Rûsya vî şerî wekî derfeteke ji xwe re dît û giraniya xwe danî Sûriyeyê.

Şerê sêyemîn ê cîhanê li Sûriyeyê li qadê bi wekaletî meşiya. Hêza ku ji xeta demokrasiyê veneqetiya û bi hêza xwe ya cewherî ma, tenê kurd bûn. Kurd bi paradîgmaya Ocalan meşiyan. Naxwe li tu welatên ku raperînan destpê kir şoreşeke çepgirî ya ji derveyî îslama siyasî pêk nehat. Pirseke girîng li vir were pirsîn ew e ku gelo ji derveyî kurdan çima li tu welatan şoreşeke ji derveyî motîfên olî pêk nehat? Xaleke din a girîng jî ew e ku hêrsa gel çiqasî mezin dibe bila bibe gava pêşeng û rêxistineke wê tune be, hingî wê hêzên din xwe deynin ser vê hêz û destkeftiyên wê.

Tişta ku Bihara ‘Ereban’ nîşan da ew bû: Rêxistin, rêxistin, rêxistin! Loma dersa herî mezin ji bûyerê were derxistin, civaka bêrêxistinkirî ne tiştek e. Bêrêxistin û nerazîbûn wateya xwe tune ye, encama bîne jî, ne diyar e.
Bûyera ku îro di navbera Rûsya û Ukraynayê de diqewime ji şerê sêyemîn ê cîhanê ne cudatir e. Netewe dewleta Ukraynayê pirsgirêkên nav xwe dikare bi demokrasiyê çareser bike. Li herêmên Donetsk, Luhansk û Kirimê dikare bi demokrasiyeke xurt aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne. Rûsya dibêje, “divê Ukrayna nebe endamê NATO’yê”. Eger Ukrayna bibe endamê NATO’yê, wê bi awayekî otomatîk hemû endamên NATO’yê di qadê de li kêleka Ukraynayê cih bigirin ango ger şer jî be li dijî Rûsyayê bisekinin. Wekî ku niha hemû endamên NATO’yê di şerê li dijî kurdan de hevaltiya Tirkiyeyê dikin.
Li gorî derdoran tenê daxuyaniyeke NATO’yê ya weke “Wê Ukrayna teqez nebe endamê NATO’yê” têra sekinandina vî şerî dike. Bi rastî jî em nizanin wê bi daxuyaniyeke wisa şer bisekine yan na. Lê Ukrayna Sûriyeya dûyemîn e ku di şerê sêyemîn ê cîhanê de wekaleta Ewropa û Amerîkayê dike û komên cihêxwaz ên li Donetsk û Lûhanskê wekaleta Rûsyayê dikin. Jixwe Rûsya jî rasterast kete Kîevê û gelek deverên din.

Welatên rojavayî dixwazin di ser Ukraynayê re, li ser kuştina mirovan ji çareseriyê zêdetir dijberiya Pûtîn û Rûsyayê zêde bikin. Di vir de ya balkêş ew e ku weke mirovê xirab Pûtîn hatiye hedefkirin, tu dibêjî qey aliyê din pîr û pak e. Hemû navgînên çapemeniyê yên netewe dewletan bi manûpûlasyoneke gelekî xurt dixebitin. “Pûtîn Ukrayna dagir kiriye û loma zilamê xirab e”.
Dûre dibêjin Pûtîn dikare çekên konvansiyonel jî bikar bîne. Dikare bikarbîne yan nikare nizanim, lê eger çekek hatibe çêkirin armanca wê ya çêkirinê heye, yan ji bo tehdîtkirinê yan jî ji bo bikaranînê. Li Rojhilata Navîn komên çete yên tundraw ên îslamî hatin bikaranîn, li Ukrayna jî ji niha ve komên nijadperest ên weke Neo-Nazîst cih digirin.
Em dizanin ku Pûtîn dîktatorek e. Lê em durûtiya welatên rojavayî jî ji bîr nakin. Gava Sûriye ji aliyê hevalbendên NATO’yê ve hate dagirkirin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hate dagirkirin ev ‘hesasiyeta mirovatiyê’ li ku derê bû?

Şerê li Ukraynayê ji bo pergala kapîtalîst a li ber têkçûnê ye bû qarteke xilasiyê. Pergal dixwaze civakê tim bi tiştekî mijûl bike. Duh DAIŞ bû, îro korona û sibê jî şerê Ukraynayê ye. Loma her çiqas li wir pirsgirêkeke ku hemû mirovatiyê eleqedar dike hebe jî, dîtina rastiya heyî jî gelekî girîng e. Di vî şerî de jî Pûtîn çiqasî neheq be, dijberên din jî ew çend neheq in û niyeta wan xirab e.