18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Milet an jî dîlên ÎYÎP’ê

Tifaqa Milet berî çend rojan danezanek weşand. 2 hezar û 300 wead tê de hene. Li gorî wan her tişt tê heye. Gelek jî pesnê wê dan. Tê de her tişt heye lê ka zanibin çi tune ye? Di çareserkirina pirsgirêkên civakî de şêwaza dilayog û muzakereyê tune ye. Her wiha qet behsa kurdan û pirsgirêka kurd nake. Dikarin bibêjin ku ji aliyê bawerî û netewan ve wan danezaneke nêtar amade kirine. Lê heke wisa be jî divîyabû behsa çareserkirina pirsgirêkên civakî kiribûna. Tişta ji danezanê tê fêmkirin, tifaqa milet bûye dîlê Meral Akşener.

Bi qasî tê zanîn di civîna dawî ya Tifaqa Milet de Meral Akşener careke din li hemberî namzetiya Kemal Kiliçdaroglu derket û vekirî jê re gotiye ‘tu nikarî qezenç bikî’. Jixwe berî civînê rayedarekî ÎYÎP’ê anîbû ziman ku heke Kiliçdaroglû di namzetiya xwe de israr bike ew ê namzetê xwe derbixin. Her çiqasî ew rayedar ji peywirê hatibe girtin jî aşkera ye ku Akşener naxwaze Kiliçdaroglû bibe namzet. Akşener tenê ne li hemberî namzetiya Kiliçdaroglû ye. Di heman demê de li hemberî mafê demokratîk e jî.

Akşener hem li hemberî naskirina nasnameya kurd e hem jî dixwaze HDP were girtin. Bi ser de jî dixwaze ku kurd piştgiriyê bidin wê. Gelek caran tîne ziman ku HDP dê piştgiriyê bi tifaqa Cûmhûr re bike. Lê di rastiyê de îro ya herî nêzî tifaqa Cûmhûr Akşener bixwe ye. Derdê Akşener ne naskirina mafan an jî rêveberiyeke demokratîk e. Derdê wê ew e ku dewletê bi rê ve bibe. Di cihê Erdogan de ew bibe desthilat. Di cihê ku malbata Erdogan sûdê ji dewletê digire de ew sûdê bigire.

Berevajî vê nêzîkatiyê derdê gelê kurd ew e ku bi awayekî demokratîk xwe bi rê ve bibe û çanda xwe, hebûna xwe biparêze. Mixabin ne desthilat di vê ferqê de ye ne jî Tifaqa Milet. Qîmeta têkoşîna gelê kurd nizanin. Têkoşîna gelê kurd bi qasî ku ji neteweya kurd re bi fêde ye ew qasî jî ji bo tevahiya Tirkiyeyê bi fêde ye. Bi dehan mafên demokratîk di encama têkoşîna gelê kurd de hatin naskirin. Bi têkoşîna gelê kurd Tirkiye di cîhanê de ew qas hate naskirin. Têkoşîna azadiya jinan di pêşangiya jinên kurd de mezin bû. Êdî divê ev were fêmkirin kurd bi her awayî nûnertiya demokratîkbûn û azadiyê dikin. Bingeha vê jî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan e. Mixabin di cihê ku bi birêz Ocalan re hevdîtin werin kirin de tecrîdeke giran li ser tê meşandin.

Tifaqa Milet di demeke nêzî salvegera komploya navneteweyî 15’ê sibatê de danezana xwe weşand. Ev danezana ku hate weşandin bi parastina dewletê û cihnedana çareseriya pirsgirêka kurd tê wateya domandina komploya navneteweyî û kûrkirina tecrîdê. Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan piştî bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin danezanek weşand: Danezana Çareseriya Demokratîk. Heke em danezana ku Rêberê Gelê Kurd Abdûlah daxuyand û ya ku Tifaqa Milet weşand bidin ber hev dê baştir were fêmkirin ka Tifaqa Milet çiqasî qenciya Tirkiyeyê dixwaze. Birêz Ocalan heta dawiyê di çareseriya bi riyên demokratîk de israr dike. Berevajî yên ku dixwazin di nava dewletê de bibin xwedî erk û rant dixwazin şer bidome. Domandina şer riya propagandayê ji wan re vedike. Ev danezana Tifaqa Milet jî tê wateya biryara dewama şer.

Berî du hefte Alî Babacan behsa guhertina makezagonê dikir. Ahmet Davutoglu pesnê xwe dida ku berî hemû kesan wan di rêziknameya xwe de cih daye zimanê zikmakî. Temel Karamolaoglû behsa helaliya bikaranîna zimanê zikmakî dikir. Mixabin di danezanê de tu nîşaneyên bi vî rengî tune ne. Danezaneke ku behsa çareseriya pirsgirêka kurd neke xizmeta berdewama komployê dike.

Dewletên navneteweyî bi radestkirina birêz Ocalan xwestin polîtîkayên xwe bi Tirkiyeyê bidin meşandin û dane meşandin jî. Niha di gelek mijaran de Tifaqa Milet polîtîkaya desthilatê ya derveyî welat rexne dike. Dibêjin çima li hemberî hêzên navneteweyî li ser lingan nasekine û helwesteke rêgezî nîşan nade. Mafdar in. Lê nizanin ku ji ber şerê tê meşandin Tirkiye mehkûmê wan hêzan e. Ka bila ew bibin desthilat û beyî piştgiriya wan hêzan li hemberî tevgera azadiyê şer bikin.  Gelo dikarin şer bikin? Tirkiye çekên ku bi kar tîne hema bibêje hemûyan ji dewletên endamên NATO’yê dikire. Ji ber ku di şer de israr dike mecbûrî destê wan e. Heke Tifaqa Milet jî bi heman şêwazî tevbigere dê bigihîje heman encamê. Heya biryar nede ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bike dê her tim ji mudaxaleya derve re vekirî be. AKP kengî bi MHP’ê re tifaq ava kir û bi hev re tevgeriyan wê demê gav bi gav faşîzm kûrtir bû. Bi rêjeyeke hindik Bahçelî polîtîkayên desthilatê diyar dike. Dibe ku AKP bixwe ne xwedî karekterê demokratîk be. Lê piştî tifaqa Cûmhûr AKP bû dîlê MHP’ê. MHP li Tirkiyê partiya sereke ya faşîst e. ÎYÎP û Akşener ji nav vê partiyê derketin. Niha Akşener jî tifaqa Millet dîl girtiye. Çawa demekê kesên ku di komployê de yekeyek cih girtine ji MHP’ê bûne parlementer û li dora MHP’ê kom bûn niha heman tişt ji bo ÎYÎP’ê jî derbasdar e. Heke tifaqa Millet dixwaze gavên demokratîk bavêje û pirsgirêka kurd çareser bike divê demildest ji bin hegemonyaya Akşener derkeve.