28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye amadekariya operasyonek nû dike

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Hewlerê li ser operasyonek dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê welatiyên xwe hişyar kir ku bi tedbîr tevbigerin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê duh li ser operasyoneke nû ya dewleta tirk li ser malpera xwe ya twîterê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya hatî belavkirin de hat gotin ku di nava rojên pêş de dewleta tirk wê êrîşî başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê bike.

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li gorî çavdêriya raporên pêbawer, Artêşa tirk di nava çend rojên pêş de wê dest bi operasyonek li dijî rojavayê Kurdistan û başûrê Kurdistanê bike.”

Balyozxaneyê welatiyên xwe hişyar kir da ku li Iraq û Suriyeyê nêzî herêmên sînorî nebin, bi hişyarî tevbigerin û zêde dernekevin.